Cegerxwn, kelepr helbesta hevber (Xelek 3)
Drok: 28 2011
Mijar: Ne



Nimûneyên helbesta hevber  1/2

Heyder Omer

Du helbestên Cegerwîn di nav destên me de ne, dikarim herduwan li gor têrmê helbesta hevber vekolim, hêmanên hevbe di navbera wan û yên pêiyan de bipelînim, ka ew û vî têrmî li hevdu dibanin, yan na. Lê berî pêî dixawzim balê bikînim ser wê yekê, ku Cegerxwîn helbsetek di dîwana xwe ya yekem de heye, sernûsa wê (ox û engê) ye(1), wek sernûsa helbesta Melayê Cezerî  ye, û mijara wê jî evîn e, lê ji vê pê ve, ji hemî waran de ji ya Mela cuda ye. Vê lomê em dê wê ji vê babeta xwe veqetînin.


Helbesta Melayê Cezerî (ox û engê ) û ya Cegerxwîn (Dil ji min bir).Her kesê, ku li wan herduwan, dê bibîne, ku her du helbestvan dilber û bandora evîna wê dane ber xwe. Lê heya wê bandorê (akam) biderbirînin, pesnê ( wesf ) hin beên gewdên dilberên xwe didin.

Bejna wê,li ba Mele serwe, û tox e, û li ba Cegerxwîn jî serwe û axê nû ivîn e. Gerdenê wê, li nik her duwan emal e. Dêmê wê, li ba Mele, dur e, nedîr e, heyv e, û roj e, û li ba Cegerxwîn jî roj e, ji ana hingivîn e, sipî ye, dur e, û ji rengê tavê ye. Ebriwên wê, li cem Mele, nûn in ( tîpa nûn a erebî ), Qews in (kevan ), û hilal in ( heyva yekrojî ) , û li cem Cegerxwîn jî nûn in, xar in, zirav in, heyv in, û das in. Biskên wê, li ba Mele dal in ( tîpa dal a erebî ), sema nin, herîr in, tab in, û wek goyê nin ( gog ), û li ba Cegerxwîn jî dal in, li dor dêm çember in, li ser dêm belav in, û êreng in. Dilbera Mele xemrîpor e, û ya Cegerxwîn repor e. ya Mele awirpiling e, û ya Cegerxwîn awirûr û êr e, ya her duwan peyvêrîn e, û ya Cegerxwîn newqzirav û lêvêrîn e jî.

Dilbera Mele, bi gelemperî, ox e, eng e, nazik e, êrîn e, xeram e, ciwan e, êr e, eywan meqam e, û serfiraz e. Ya Cegerwxîn jî ox e, eng e, nazik e, êrîn e, ciwan e, gewr e, kaniya ava heyatê ye, û borcewaz e.

Ev in, rengdêrên her du yaran, li nik her du helbestvanan; ew bi xwe jî nîanên evîneke pêjindar e (hissî ), ku bêpariya ( hirman ) evîndaran diyar dike.

Evîn, wek ku ezmûneke (tecrûbe) mirovane ye, bê hebûn û hevevîna her du aliyên wê ( jin û mêr ) naçe serî, û gava her du helbestvanên me, di evînê de, bê par xuya dibin, bê guman em dikarin bibêjin, tevî  ku her yekî ji wan dilberek heye jî, lê ezmûna wan ji ber kêmasiyê dinale, ji ber ku ev rengdêrên pêjindar ( hissî ) tîbûneke evînî diyar dikin, û nebûna hevevînê teqez dikin. Lewre em bawer in, ku ewna û yarên xwe negîhane hevdu. Ji ber vê yekê em dibêjin, ku
ezmûna wan, ya evînî, neçûye serî, û ewana bê par mane, çimkê evîn têkiliyeke, ku di bingeha xwe ya biyolojîk de, li ser xwaziyeke peyatî ( cinsî ) vedine, û pêk tê, têrkirina wê xwaziyê ji bo dûzana kesayetiyê ji warê derûnî de pêwîst e.

Lê gava evîndarên eyda (muteyyem), ji ber hin sedemên civakî, û ayînî, nikarin wê xwaziyê, bi awayê biyolojîk, têr bikin, ewana di navbera pesna beên gewdên yaran re, wek dêm, çav, lêv, gerden, û sîngan, wê xwaziyê têr dikin, û kesayetiya xwe bi dûzan û lihevhatî diparêzin. Lê ev têrkirina manewî, ku dûzana kesayetiyê diparêze, derbirîna hunerî ku asta wê bilind e, jê re divê. Ma gelo derbirîna her du helbestvanên me gîhabû vî astayê bilind, an na?!.

Helbesta Mela kilasîk e, ji 30î malikên, ku li pêlewaza remel a(urûda erebî ) siwar bûne, pêkhatiye. Pêlikên wê jî ev in (فـاعِـلاتـُن فـاعِـلاتـُن فـاعِـلاتـُن  - faîlatun, faîlatun, faîlatun ), di her birekî malikê de sê caran dubare dibe, ango bi tevayî e caran di her malikekê de dubare dibe, lê helbestvan dikare ji dêvla e caran, çar caran dubare bike.Mela jî weha çûye, û ya çarê jî di birê duwem de bi kurtahî haniye, û  (faîlun  فـاعِـلـُنْ) hêtiye. Ev yeka ne ermeke hunerî ye,lê lerzîna hêrsê helbestvan, di vê penavê de, dide xuyakirin, û bêtebatiya, ku ji dest germa evînê tê de dijî,  ekere dike. Lê bêtebatiyeke nerm e, ti caran derbas astayê xewrevînê nabe, ji ber ku wêneyên helbestî li nik wî bi dûzan û lihevhatîn in, û tebata wî teqez dikin:
ox û engê, zuhre rengê.
Dil ji min bir, dil ji min.
Wê epalê, miskî xalê,
dêm durê, gerden emalê,
cebheta biskan sema lê.
Dil ji min bir, dil ji min.

Bi rastî jî, derûna mirov ji komek hestan peyda dibe, û qeengî û ciwanî jî wan hestan dikêne û dilerizîne. Lewre em li hember lerizîna ku,  wê keçika epal, dilrevîn û bisksema berdaye hestên Mela, bi carekê mat nabin, çimkê titê, ku dilan dihejîne, hêjaye, ku ciwan be. Bi vî awayî girêdanên, ku di navbera destpêkan û encaman de hene, zelal û rava li ba Mela xuya dibin.

Çarînên helbesta Mela, tev bi vî awayî rêz dibin, û serkeftina wî di penava êweyê kilasîk de berçav dikin. Di afirînên hunerî de, divê durvên wan berdestiya naverokan bikin, eger ne wusa bin, ew afirînan birîndar dibin, û bandora wan li xwendevanan sivik dibe, ji ber ku hîngê nerastiya hunerî, ya hunermend, berz  xuya dibe. Lewre gava helbesta Mela bi kê, rêzbend, wêne, û peyvên xwe ve lihevhatî û bi dûzan tê, rastiya hestên wî yên evînî, tevî ku belkî yarê lê ne guhdar bû jî, berbiçav û teqez dike.

Cegerxwîn jî ev babet daye ber xwe, lê êwe û ramanên Mela tev li nik wî diyar in. Reh (kok) û damarên wateyên wî ji yên Mela dipikivin. Xwendevan dikarin li her du helbestan vegerin, da bi xwe bibînin. Ten        ê em dixwazin li nik hin rengdêrên, ku Cegerxwîn xwastibû wan biguhêre, rawestin, da bibînin ka helbesta wî hevber e, an lasey e (teqlîd).

Dilbera Mela dêm nedîr e, ango bi ronahî ye. Cegerxwîn  ev wate birî û gotiye “ Dêmên ji rengê tavê “ . tenê peyv guhertiye û wate jî wek ya Mela hêtiye, ji ber ku her du peyvên nedîr û rengê tavê wateyekê didin. Dîsan gotiye “ Dêm ji ana hingivînê “. Ev wêne ji her du aliyên wateyê û zimên ve ne lihev e, ji ber ku ciwaniya hingiv çêjtî ye (zewqî) û ya dêm çavkî ye ( nerînî, dîtinî ). Ango reweke hevbe di navbera her du aliyên wekhevbûnê (tebîh) de nîne. Ev yeka rewanbêjiya vê wekhevbûnê lawaz dike. Ji warê zimên de jî, ya rast ew bû, ku bigota ( Dêm ji ana hingiv e ) an ( Dêm ana hingivîn e) an jî ( Dêm ana hingivînê ). Ji ber ku ( ê ) di hevoka Cegerxwîn ne kirar e, belê wê (ê )yê rengdêra dilberê xistiye ûna navê wê ,û bang wê dike, (wek çawa mirov dibêje : Bejinbilindê, û mebesta wî :” lêêê bejinbilindê” ye ), pêre jî divyabû, ku hevoka Cegerxwîn bê daçek ( ji ) ba, û bigota : ( Dêm ana hingivînê ), ne (Dên ji ana hingivînê).

Em bawer in, ku kêê û rêzbendê (qafiye) Cegerxwîn neçareyî vê çewtiyê kirine, lewre ev wêne li ba wî qels û sist bûye, ji ber vê yekê jî ev wêne negîhaye rewaniya, ku bi perê Mela sazbûye.

Ebriwên dilberên her du helbestvanan heyv û kevan in, ango xwar û zirav in, lê yên ya Cegerxwîn wek (das) ê ne jî “ Ebriwên wek heyv û dasê “. Hebûna (Das)ê di vê hevokê de nazikiya vî wêneyê hunerî birîn dike, ji ber ku xweristiya wê ya hesinî sitemeke dijwar li ebriwan dibarîne, û Cegerxwîn der heqê wê keçika ( ciwan û newq zirav ) de tawanbar dike.

Biskên wan dilberan mîna tîpa (dal) in, ango lihevgerîn in. Li ba Mela heya dawiya helbestê lihevgerî dimînin, lê biskên yara Cegerxwîn wusa namînin; hin caran (dal)in, û “ bûne çember bisk li dor “ dêm, û hin caran jî “ bisk li ser dêm bela “ nin.

Titê akere ew e, ku biskên wek ( dal û çember ) lihevgerîn in, lê yên ( bela ) bi ber jêr de dadigerin û diherikin, ango yên lihevgerîn û yên belabûne ne wek hevdu ne. Bi ser de jî Cegerxwîn me li hember rengê wan biskan mat dihêle, gava dibêje: “ ê gulî berdan bi mestî “, û di dû re jî yekser dibêje: “ Por evê, rû rengê tavê “.  Em nizanin çawa biskên ê ( çîl/ber bi zer ) û porê re dê li ser yek serî bêne xuyakirin?!.Lê tevî vê jî, ev wêneyê hunerî, ku evê (tariyê) û tavê (ronahiyê) li gel hevdu girêdide, hem lerzîneke ciwan berdide dil û hestên xwendevanan, û hem jî berztirîn rengdêrên wêneyê nûjen; ango matmayîn û havîbûnê, diyar dike, û hemdemiya Cegerxwîn dide xuyakirin.

Cegerxwîn, di pehnava rengan de, careke dîtir dikeve vê çewtiyê, ji ber ku hin caran yara xwe sipî bêkê dike “ Dêm sipî, xal gewr û sorê “ , “ Rengê berfê sîng û zendê “, û hin caran wê bi rengê gewr li me dimîne “ Borcewazê, gewr û nazê “.

Tevî ku em dizanin her du rengên ( sipî û gewr ) ji hevdu ve nêzîk in,  lê ji hevdu cudan in jî, bi carekê çênabe, ku titek bi her duwan bête pesinandin. Weha mirov pê hay dibe, ku Cegerxwîn pesna du jinan, an du keçan dide.

Cegerxwîn, di vê helbestê de, pirîcar  xwe bi ser Mela de pal dide, û wateyên wî bi kar tîne û dubare dike. Gava pesna gotûbêja yara xwe dide, dibêje: „ Peyve qendê „, Lê Mela berê gotibû „ êrîn kelamê „, û gava qala pergala wê ya civakî dike, dibêje: „Ketme tora borcewazê „ û „ Ez birim birca serayê „ lê ev wate jî ji ba Mela biriye, çimkê Mela berê gotibû: „ Totiya eywan meqamê „.

Ev têbînên, ku me li jor diyar kirine, didine xuyakirin, ku Cegerxwîn di bin bandora Mela de milxwar e, û di gelek wêne û wateyên xwe de deyndarê wî ye, bi ser de jî hin caran wate, wêne û zîmbolên hunerî yên Mela di destên wî de lerizîne. Gelo çi yê nehênî di pa vê yekê de heye?!.

Gava em bibêjin, ku raman zimanekî bê deng e, û ziman jî ramaneke bi deng e, em hîngê ti titê nehênî akere nakin, ji ber ku civaknasan ji zû de tiliyên xwe dane ser vê rastiya, ku lihevhatina raman û zimên pêwîst û diva dibîne. Lewre gava raman di hian de ne sayî û ne zelal be, an di bin mij û dûmên de mexelî be, hîngê ziman û êweyê, ku wê ramanê diderbirîne, lerzandî û bê dûzan tên. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin, ku wêneyê dilberê di hiê Cegerxwîn de ne numa ye, çimkê hin caran pesna wê bi rengdêrên, ku berevajî hev in, dide, wek ( sipî , gewr, porev, êgulî ). Ev yeka dide xuyakirin, ku ne evîn û derbirîna ciwanî, belê bîranîna êweyê avakirina helbestê û reseniya zimên xem û qisaweta Cegerxwîn bû.

Belê… Me gotibû, ku Mela jî ji hevevînê bê par e, lê bê guman wî dilberek daye ber xwe, û jê hez dike, û kela evînê û ya  bêpariyê di vê helbestê de dirêje. Gîhaye dilberê yan na, ev nabe mijara pirsê. Lihevhatina naverok û durvê helbestê û awayê derbirînê nîanên vê baweriya me ne. Lê mixabin ne tenê wêne û zîmbolên hunerî li ba Cegerxwîn cih negirtine, belê peyv û wateyên wî jî pirîcar bê hevgirêdan hatine. Li vê çarîna jêrîn binêre, û bide ber a ku di dû re tê:
Ketme tora keyxwedayê.
Min dema awir vedayê.
Dane dil lerzîn û tayê.
Dil ji min bir, ahî dil.

Wate û peyvên vê çarînê mîna cûbareke biharê, hêdî û nerm li gel hevdu diherikin, xêza dawî bersiva her sêyên berê ye, û encameke xweristî ye, ku ji wan zayî ye. Lê gava em li vê çarîna ku yekser di dû ya jorîn re tê, binêrin, bê guman em hinekan ji hevokên wê bê hevgirêdan û bê hevtêkilî dibînin:
Lê dema dilber vewesta.
Mesrefa qehwê di desta.
Sed xwezî min jê bixwasta.
Dil ji min bir, ahî dil.
Xêza dawî ji bo ya yekem ancameke xweristî ye, lê her duwên dîtir bê hevgirêdan, ne li gel hevdu, û ne jî li gel yên din, ketine wê navberê. Evê kêmasiyê di du – sê çarînên dîtir de jî cih girtiye.

Helbesta Cegerwîn jî wek ya Mela li kêa pêlewaza ( remel ) siwar bûye. Lê hin caran peyvên wê li kêê nehatine, lewre jî helbestvan ji neçare peyvên welê guhertine, û wate kiriye qurbana kêê, wek peyva ( xwînvexwar ), ku kirasê kêê lê teng bûye, hema Cegerxwîn kiriya (xwînxwar) û gotiye: “ xûnxwarê, Teymûrî – Dame ber top û tivingê “.Li gor wateya hevokê, û di vê pehnavê de, peyva ( xwînvexwar ) rastir e, ji ber ku gava ravakirina zor û sitemê mebesta gotinê be, Kurd dibêjin ( xwînvexwar ) lê nabêjin ( xwînxwar ).

Weha diyar e, ku helbestvanê me gelek caran dibe dîlê kêê. Ev yeka di rêzbendê de gelekî sayî xuya ye. Cegerxwîn pirîcar peyvan li gor dûzana kêê bi kar tîne, û diguhêre,wek (hingivînê ), ku me berê nîan kiribû, û peyva ( dasê ), ku em bawer in, eger ne ji bo dûzankirina rêzbendê ba, wê bi kar nanîba, her weha peyva ( zendê ), di vê xêzê de “ rengê berfê, sîng û zendê “ ku divyabû bêyî vê ( ê ) yê bihata, ji ber ku ew bangê li dîlberê nake, belê mebesta wî ew e, ku sîng û zendên wê wek berfê sipî ne, pêre jî divê (ê) ji dawiya peyva (zend) bihata avêtin.

Wek me di xeleka pêîn de diyar kiribû, ku gelek miletên din, di demên raperînên rêzanî û çandî û wêjeyî de, berên xwe bi ber pêiyan de dane,                                                                    ew û berhemên wan rêzdaran anîn bîriya xwe, û aferînên xwe li gor yên wan pêiyan afirandin, wek çawa helbestvanên Ereban ew gav avêjtin, û beriya wan jî helbestvanên Girîkan û Latînan, di çerxa raperîna iyarbûna Ewropa de, bûbûne qublegaha helbestvanên Ewropayê.

Weha diyar e, ku mebesta Cegerxwîn jî ew bû ku, bala rewenbîr û helbestvanên serdema xwe bi ber awa û êweyê pêiyan de bikêne, da li ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin, ji ber ku ziman û wêje yekemîn parêzerên milata ne, dikarin wan ji ber davên piaftinê biparêzin.

Ev hewildana Cegerxwîn, tevî hebûna hin kêmasiyan,li hember ya Melayê Cezîrî, dide xuyakirin, ku wî nirxê helbestvsaniya pêiyan û hukariya kelepûrê ba nas kiribû, û karîbû vê riyê li pê helbestvanên serdema xwe, wek Tîrêj, Kele û hinên din veke, lê hewildana wî, di vê helbestê de, ji hêla ramanî de,di qunaxa (tomarkirina kelepûrê) de dimîne, û negîhaye qunaxa (derbirîna bi kelepûrê), û ji hêla êwe û huner û avakirina helbestê de, eger xwe ji derbirinên laseyî (teqlîdî) rizgar kiriba, dê ji bo helbesta hevber ya hemdem, mînaka peyebilind ba.
                Hannover 27. 11. 2011
* Ji bo helbesta Cezîrî biner: El-Eqdilcewherî fî erhî dîwanî Eeyx El-Cezerî. Bi zimanê erebî. E. Zivingî. Çapa duwem. Sala 1987. Çapxana Essebah, Qamilo. Rûpel 481- 486.
      * Ji bo helbesta Cegerxwîn biner: Kîme ez. Çapa yekem,sala 1973, Libnan. Rûpel 229- 234.









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2781