BARKIR
Drok: 15 2011
Mijar: Ne



 
Dildar Ismaîl

Ma ne zû bû barkir
Çû ji nav me
Bê xatir û bê silav
Ew perengê hê disincirî
Ew ewqa ne divemirî
Barkir …


Ew canê hê ciwan
Ew birîna bê derman
Ma ne zû bû windakir
Ew ramanên jiyanek nuh
Ew rojên bê guneh
Ma ne zû bû li ber me hit
Rêça mitî kelem
Derdekî tev ê û kul
Barekî giran û il
Ma ne zû bû hêrivand
Peyva zelal û Pênûs
Hêviya mafê çarenûs
Barkir û barê giran
Li hêviya kê dimîne
Kî wan ramanên te hilgire
Axaftinên te belav bike
Riya te bi opîne
Evîna te berdewam bike
Barkir……
Ma ne zû bû heyî buhar
Bê av Gul çawa ne çilmise
Bîr anîna te çawa bi çilmise
Helbest û awaz dil hînik nake
Peyv û çîrok can rihet nake
Soz dimîne ronahiya rojê
Bersiv dimîne û dîrok  ger binvîse
Xwîn dimîne qelenê peyvê
Xwîna sor û wêneyek zindî
Li paytexta bajarê evînê
Bê hildan û bibe nîan
Nîana peyva azad
Hêviya hemî xortan
Dawiya xewnê hêstir dibarin
wekî çemê ferat       Barkir ….????


14.11.2011 Elmaniya


dildarismail@hotmail.com 

 ((di bîranîna çil rojiya ehîdê azadî mamostayê mezin mihel temo diyarî dikim))







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2760