Spasnama ji malbata Emerê lalê
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 äæÝãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



Miletê meyê heja
Em dizanin ku cihê kovandarî û êþ û azarê ye gava mirovek ezîz û buha ji nav komelê civakê bardikê 
Lê ji layekî dî ve cihê þanazî û serfiraziyê ye gava em dibînin miletê me li mirovên xwe yên xwedî ked û xebatkar xwedî  derdikevin, her wiha me dît û diyarbû ku bavê me EMERÊ LALÊ ne yê me tenê bû lê belê yê gelê kurdistanê  bi tevayi bû ji ber ku miletê me da diyarkirin bi hemî miþtaxên xwe ji hemî partiyên siyasî þêxên olî  û rewþenbîr û kesayetî ji xort û keçan Kurd û Ereb xiristyan û êzidî hemî bi hevre li ser gora helbestvanê xwe civîn da xatirê dawî jê bixwazin, lê hêvîk me ji miletê me heye ku koçbarkirina EMERÊ LALÊ  bibê sedemek ji bo hevgirtina vî gelî nemaze di vê rewþa ne aram de


Gelî miletê hêja  û biha
Bi navê xwe û malbata xwe û hemî kes û karên xwe (li Sûrî –herêma Kurdistanê –derveyî welat ),
Bi dilekî geþ û evînekî xweþ sipasiya miletê xweyê wefadar û xweragir dikin (partiyên siyasî- þêxên olî –kesayetî –siyasetmedar –rewþenbîr –jin û mêr –xortên çalakvan) bi taybetî devera(Girkê Legê-Dêrika hemko-Koçera –Zaxoka behdîna) li ser vê piþtgîrî û rawestana wa bi me re çi bi hatinê û çi bi burûska yan bi telefonê, herweha em sipasiya hemû malper û TV yên kurdî dikin,  yên ku pûtepêdan bi vê helkeftinê kirîn.
Em soz û peymanê didin miletê xwe ku þopa wî ya kurdayetiya resen neberdin û biþopînin  çi di warê xizmeta gel û niþtîmanperweriyê de bê yan jê di warê tore û nivîsandinê de bê û emê wefadarê vî miletî bin ta mirinê.
EMERÊ LALÊ ço ber dilovaniya xwedê lê rêbaza barzaniyê nemir ne berda ma wefadarê gel û niþtîmana xwe bê west û tirs xebat dikir  ta hat sipartin di vê xaka pîroz de,  lê tiþtin buha li pey xwe hiþtin, emê bi dilsozî wan berhemên wî vejîneve û çap bikin rêbaza wî ya pîroz biþopînin ta mirinê, mil bi mil di gel miletê xwe ji bo pêkanîna hemî armanc û hêviyên vî miletî. 
Hêvîdarin ji yezdanê dilovan ku nemirê me bi buhiþta xwe þabikê û armanc û hêviyên EMERÊ LALÊ bi cî bînê.
her bijî miletê me her û her li pêþ û serketîbin .
Huþyarê Emerê Lalê
12/11/2011         

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2756