Pirtûka çaverê kirî ya Helîm Yûsiv, Ausländer Beg derçû!
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 11 äæÝãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



  Cesare Pavese bi awayekî nemir gotibû: “Dê mirin bê û di çavên min re li te binihêre.”

Çîroknûs û romannûsê navdar, Helîm Yûsiv jî di berhema xwe ya nû, Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên wî yên nû pêk tê, dibêje û dibêqey risteya Pavese dupat dike û diçespîne:

“Her dem dengê ken reþ bû.
Her dem rengê girî spî bû.
Di navbera reþ û spî de jî, rengê xerîbiyê hebû.
Kirasekî di vî rengî de, xwe li jiyana min pêçabû û ew spartibû dîwarê mirinê.
Ne jiyana min bi dawî dibû, ne jî dest pê dikir.
Wisa rawestiyayî, ji xwe re, li her du çavên xweþik yên mirinê, dinêrî.”


Ausländer, ango biyanî, yê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi awayekî ji awayan xwe ji pêsîrtengî û karesatên welatê xwe rizgar kiriye û kariye xwe bigihîne welatekî Ewrûpayê yê mezin û pêþketî. Bi ser de jî ku ev ausländer yekî Kurd ê nivîskar be, li welatê xwe yê miþt bi reþebayiyan temenê xwe yê tijî têkçûn, tirs û xofa zik li ser biryara nivîskarbûnê, nivîskariya bi zimanê qedexe kirî ava kiribe, tûþî trajediya ku hem civaka wî hem jî hêzên dagirker tînin serê mirov bûbe û bazdana ji welêt ji xwe re kiribe deriyê felatê, bi peregendetî xwe gihandibe Elmanyayê, hatibe nava çandeke biyanî, zimanekî biyanî û þêwejiyaneke biyanî û ne mêvanperwer û ne xerîbdost, gelo çi rewþine, hal û hewaline trajîkomîk tên serê wî? Di bewerbungê de, daxwaznameya ku ji bo peydakirina kar tê nivîsandin, çawa çêdibe ku çênabe wekî kar “nivîskar” bê nivîsandin? Di nava keftelefta akincîbûnê û hewildana peydakirina kar de, ji bo ku yê ausländer bikaribe îqameya xwe bistîne, kîjan rê û rêbazên seyr diceribîne?

Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan a bi navê Ausländer Beg de, ya ku ji 28 kurteçîrokên bi navê wekî Ausländer Beg û Dîwarên Asê; Ausländer Beg, Mêrê Du Jinan; Ausländerê Helbestvan, Ausländerê Ker, Ausländer Beg, Nivîskar e, Ausländer Beg, Welatparêz e, Ausländer Beg, Sen Türk müsün?, Ausländer Beg û Þoreþ û Ji Bîranînên Ausländer Beg pêk tê, wêneyê Kurdekî ji ber þer, serêþî û dijwariyan ji welatê xwe reviyayî, bi þêweyekî realîst-trajîkomîk, bi zimanekî gelekî fesîh nîgar dike û reng e bê gotin ku bi vê zincîreya kurteçîrokên li ser destpêka qonaxa pêkhatina dîasporaya Kurd, berhemeke ku dê bi berdewamî bê xwendin diyarî zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî dike.

Weþanxaneya Lîs vê berhema Helîm Yûsiv a nû ya çaverê kirî bi þanazî pêþkêþî xwendevanên Kurdî û xwendevanên Helîm Yûsiv ên dilsoz dike. Ji ber ku di nava xwendina Ausländer Beg re dê bê dîtin ku Helîm Yûsiv berhemeke mîna wê berhema klasîk a navdar a nivîskarê Çek, Jaroslav Hašek, Þvaykê Þêrleþker, tevî destkeftiyên wêjeya Kurdî dike.

Her wiha, dê xwendevanên dilsoz bibînin ku nivîskariya Helîm Yûsiv a ji pirtûka wî ya pêþîn a bi navê Mêrê Avis dest pê kirî, hem bi rasteqînî hem jî bi honakî, gihiþtiye kîjan qonaxê û ew ê reng e berê xwe bide çi aliyî.

Ausländer Ber
Helîm Yûsiv
Kurteçîrok, 176 rûpel
Sermawez 2011, Amed
Weþanxaneya Lîs









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2754