Panela Melayê Cizîrî Bi Coþek Mezin Li Darket
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 02 äæÝãÈÑ 2011
Mijar: Nûçe



BATMAN- li Navenda Çandê ya Nû Komeleya Nûbiharê Panela Melayê Cizîrî li darxist. Panel di runiþtinekê de, bi xwendina Qur’ana pîroz û xwendina fatîhê li ser giyanê kesên ku di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir. Paþî vexwendina panelîstên panelê Dekanê Malniþîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Serokê Beþa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yýlmaz berdewamkir.


Doç.Dr. Abdurrahman Adak- Li ser jiyana Melayê Cizîrî rawestiya. Bi hûrbînî behsa jiyana Mele Ehmedê Cizîrî kir. Behsa tedrîsata Mela ya ilm kir.Li ser mezinbûna Mela di wêjeya Kurdî de bi berfirehî rawestiya.
Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yýlmaz- Li ser bandora Melayê Cizîrî li alimên Kurda axift û axaftina wisa berdewamkir:
Ew diþairê yekemin yê Kurdî  herî mezin û helbestvanê herî mezin yê sofitiyê ye. Melayê Cizirî ew kesê ku Ziman kurdî bi zanayê kurda daye heskirin û daye îspatkirin ku bi zimanê kurdî  ragihandina manevi di asta herî bilind de dikare bêkirin. Bi vê heskirinê jî, piþtî Melayê  Ciziri, pir kesan, bi cesaret, bi tena serê xwe , li zimanê Kurdî xwedî derketine. Melayê Cizirî ew kesê ku bûye sebebê Kurd ji eþqê bêpar neminin û Kurd  hînî eþqê kirine.
Paþî li ser bandora wî li ser Ustad Bedîuzzaman , tesîra Mela li Nivîskarên Kurdî klasîk ,bandora Mela li ehlên tesewufê rawestiya.
Prof. Dr. Abdulbaki Turan- Li ser esrarê eþqa Mela rawastiya û bi zimanê Melayê Cizîrî behsa Eþqa wî kir.Rastî piþtî behsa eþqê salona ku nêzî 800 kesî tuje kiribû pir hate eþqê û memnuniyetek mezin çêbû.Kesên ku beþdarî Panela Melayê Cizîrî bibûn kêfxweþîya xwe anîn ziman û bi dana plaketê panelîstan panel bi dawîbû

EuroKurd News - http://eurokurdnews.blogspot.com/


 

 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2741