Helbestek diyarî bo þoreþê, ciwanên kurd û þehîdan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 25 ÃßÊæÈÑ 2011
Mijar: Nûçe




Him Omar

Ba serê me sax be
Lê dilê me þa be
Hêviya me heye
Serkeftin a me ye


Ew dê rabe rabe
Roj an mehek mabe
Vîna gel biryar e
Ji demê re hiþyar e

Ba serê me sax be, þehîd çûn ji nav me yekcar
Lê li bîra me mane, weku þêrên nirxdar
Þev û roj digotin me, de dest bi dest em rabin
Mîna Dera û Hums û Dêrê, ma em ne wek wan bin?
Tirsa salan di dilê me de, wek þûþekê þikandin
Li þûna wê cih girt cegerî, em pê xemilandin
Çavên me li zêç û zarowan, çaralî gazî û hawar
Bi wan ve diçin em bi hev re, û serî diþikînin li Beþar
Dawiya wî hatiye, xwest nexwest bi darê zor
Ba biçe ba Chavez û Nicad, ew in mirovên kor
Lê bila baþ bizane, ling jê re nema li vê xakê
Zenge zenge, dar dar, em li piþt in ta Iraqê
Bibihîzin ya Al El-Esed, bi me re gihiþte serê poz
Hun dê bidin baca xwe, xwelî li serê we û bi ser de toz
Yek bi yek hun tên destê me, û dadgeh li benda we
Tawankar, kujer, bêwijdan, ji yê biçûk heta ca we
Ji we ve dem dema berê ye, hun dê bimînin bêhesab
Lê þaþ nebin nislê kerê, dawiya wê vaye hat
Em dê rizgar bikin milet, ji zor û stema we bi ser de riþt
Û ava bikin bo me tevan, welatek mîna bihiþt

Ba serê me sax be
Lê dilê me þa be
Hêviya me heye
Serkeftin a me ye

Ew dê rabe rabe
Roj an mehek mabe
Vîna gel biryar e
Ji demê re hiþyar e

Na na, nabe ku em þehîdên xwe ji bîr bikin
Dê li þopa wan bin em û erka wan bi serî bikin
Xwîna wan giranbuha ye, ne av û neku ba ye
Belku kanî ye bo me, û bêguman hertim waye
Mane ji bo me bû wan giyanê xwe kirin gorî
Em in memnûnê wan, çi niha û çi dema borî
Navên wan çirûsk in, roniyê didin rêya me
Em dê berdewam bin, ta rizgar bibe welatê me
Me divê azadî, dadmendî, yeksanî
Ev nirx bi erzanî nayên bo me ji ezmanî
Lehengan bo me gotin, ji peyvên wan re em ker man
Lê niha nabe cardî em bimînin bêziman
Þoreþa azadiyê deng vedaye, û dê her bide
Vêger her nîne, em berdewam in ta bibe
Serkeftin bo me, û þikestin bo wan
Rûmet û parastina mafên mirovan
Ciwanên kurd hun hêviya me ne, lê ji kerema xwe
Bidomînin berxwedanê, biparêzin yekîtiya xwe
Fêr bibin ji partiyan, bibînin çi bi serê wan hat
Her tiþt ji dest dan, û milet bi wan re maye mat
Pêncî sal in û ew ji me re dibêjin ev û ev
Di kêliya rastiyê de, xwe dane hev û kirin rev
Eger pêþengê gel in, îcar çima nexuya ne
Hin di meha hingivîn de, li ber peravê derya ne
Car caran çend heb ji wan tên, ew jî bi rastî û bêguman
Da roja dî bibêjin ew derketin bi hezaran
Lê weha êdî nabe, bila baþ bizanin
Em jîrên îro ne, ne weku berê nezan in
Berbanga me rûdaye, tîrêjên wê li ber çav in
Û vîna me bihêz e, nefikirin em bêkar in
Em baþ dizanin di ber çi de em dikin xebat
Çare ew e ku guhertin bête welat
Kurd û Ereb û Aþûrî û hemû pêkhateyên dî
Dê bi hev re bijîn, weku bira bi azadî
Çarenûsa me yek e, lê erka me pêþî ew e
Mala Esed ji vir biçin, û xweþî her dê bêtewe
Me sond xwariye ku þehîdên me ji bîr neçin
Dest di dest e, nabe ku em bi hev kevin
Nifþê bê li hêviya me ye, da bo wan bikin tiþtekî
Nabe ew jî mîna me bên gurandin wek berxekî
Dê dabîn bikin bo wan, jiyaneke xweþ û aram
Û pêþerojeke geþ, dûr ji stema kurê heram
Bi soz û peyman, em dê wî nehêlin
Bimîne bê siza, nebêjin em newêrin
Dawiya wî hatiye, kurê Haviz yê tolaz
Bîna pîs pê ketiye, nehêjaye nîv pîvaz
Berdewam in, berdewam, ta dawiya vê rêkê
Xwedê bi me re be, û þehîdên me hembêz kê

Ba serê me sax be
Lê dilê me þa be
Hêviya me heye
Serkeftin a me ye

Ew dê rabe rabe
Roj an mehek mabe
Vîna gel biryar e
Ji demê re hiþyar e








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2726