Msa Zaxuran, Birako!
Drok: 21 2011
Mijar: Ne



Konê Re

   Birako! Te ji min re digot; mala Xwedê ava be, va ez bûm welatiyê Sûriyê.. Vêca ez ê bi serbestî ji Sûriyê derkevim, herim keça xwe oreê, Mîdya û Helbestê bibînim û vegerim.. Qet te bîr nedibir ku li vegerê, wê dergehê zindanên Qamilo, Hesekê û amê li hêviya te vekirî bin.. Girtiyên wan çavên xwe li yekî wek te digerînin ku nûçeyên xwepêandanan ji wan re bibêjî, wan serwextî nûçeyên Beriya Mêrdînê bikî, hejarî û tengezariya welatiyan anî wan bidî..


*          *          *

   Belê birako! Te digot ez ê herim Kurdistanê heca xwe li Laliê Nûranî nû bikim, Hewlêra paytex tewaf bikim, heval û hogiran ji nivîskarên Badînan ziyaret bikim û eger derfet hebe ez ê semînerekê di Yekîtiya Nivîskarên kurd- tayê Duhokê de li ser rewa rewenbîriya Rojava pêk bînim.. Di pey re ez ê herim ûna Diyar Doskî, Selman Kovelî û Hafizê Qazî.. ber dilê xizmên wan xwe bikim û di ber Mûzexaneya Qadir Qaçax re derbas bibim..

*          *          *

   Erê birako, qey te bîr nedibir, baskên kevokê li welatê me ikestî ne, axikên darzeytûnê ji pelan perpitî ne.. Dara ter bi gunehê dara hik tê ewitandin.. Tenahî û aramiyê xwe dane alî.. Bêrîbûn bi nalenal e.. Erê birako! Êdî nema pirsa te ji Ebû Xelîl, Eliyê Cizîrî û pismamê te Îssayeê Mîranî dikim, bi tenê ez ê doza azadî û serbestiya te li ber dergehê zindanê bikim, erê li ber dergehê zindanê.

Qamilo, 21.09.2011








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2663