i ji me t xwestin
Drok: 07 2011
Mijar: Ne



Huyarê emerê lalê

Di hundurê va guhertin û bûyerên dibin li hawîrdorê me gelo ka çi ji me tê xwestin ku em bikin  ??!!!!!!..di vê çarçoveyêde  da  em di meydana kar û xebatê de li gor hebûna xwe bêne xuyakirin  da kesên derdora me hêviya ji me bikin û em weku  jimarek sereke bêne xuyakirin di nav ref û çînên derdora me de  ji ber ku em jimarek serekene heger em yekbin
Eve demek dirêje li gor tê gotin ku dan û sitandinên kurdî tevayî çêdibin ji bo avakirna kongirek netewî yan vegergehek  kurdî , ev titek bae lê ta niha bê encame


Ji ber hestyariya vê qûnaxa nuh ji me teva tê xwestin ku em hêzek berfireh çêkin bibê sêwan û mala kurda .
Çêkirna kongirek nitîmanî  pêwiste  ji titê  herî serkebê di vê qûnaxa nuh de ev qûnaxa ku ji me teva tê xwestin çi partî yan siyasetmedar, nivîskar, rewenbîr ,xortên çalak , kesayetî ,ku em bi tevayî bê layan mala kurda avabikin hevdû qebûl bikin li hevwerin , eve /50/ sale em ykîtiya bizava kurdî dibhîzin, ne bes bê encam maye lê belê  ji partîkî bûne /13/  partî ger ne bihtirbin gelo çima ??!!!!!!!!
Deka werin bersiva vê pirsê bidin yan jê guhertink dîrokî çêkin û bibin hêzek sereke di nav opozisyona sûrîde, dem hatiye divê em mifayê jê werbigrin , ger tirên bûrî em nema dighinê ji ber ku tirên ji sala /1923/yan de ji rêkeftina lozanê de ji me bûriye  dema Etaturik hin kurdên xwefiro birin (usbet elomem) bi xapandin gotin :( em misilmanin em birayê hevin em ti Dewletên kurdî naxwazin ) ji ber ku rêkeftinnama Sîver mafê kurda ekerekiribî lê pitî gotinên van kesên xwefiro rêkeftinnama Sîver guhertin û ya Lozan bi karanîn .
Ev /90/ sale tirên ji me bûriye  nehêlin vêcarê jî bibûrê ji ber ku serketina  kongir  yan hêzek kurdî serbixwe û berfireh ji hemî hêzên milet pêk werê destê medeye em dikarin bihêlin serbikevê  û em dikarin xopan jî bikin .
Ta ev hêz ....ev kongir ....ser bikevê pêwiste li ser bingehekî   kudayetî  ava bibê ne li ser bingehekî partîtî bê û kesayetî bê .
Gotin valene  ger gotin nebê kar ji ber ku em ji gotinên vale bê hêvî bûne , her yek ji me li civatekî di simînarekê de li evbiwêrkekî  de wê gotinên xwe û qelew bêjê wê gotinên aqilmenda bêjin kes gotinên nexwe û yê dîna yan hova na bêjê ,deka werin em van gotinên xwe bikin karek bi encam me nema gotin divin em gavin karîger dixwazin ji bo bizava meya kurdî çalak û karîger bibê da em bibin nimone  jimarek herî xurit di meydana van guhertina de da hêza me yekbê biryara meya siyasî yekbê daxwaz û hêviyên me yekbin rêveberya me yekbê .
Ger em ne wehabin emê neghin ti hêvî û armanca emê bê hêzbin kes ti hêviya jî wê ji me nekê .
Dem hatiye xortên çalakvan pirin nehêlin xortên me weke xortên Tonis û Misrê bikin ku bizava siyasî li pa xwe hitin û rijêmên welatê xwejî guhertin bi singek rût û bi durimên azadiyê ew rijêm herifîn û tita divin dikin ji ber ku hêzin li ser hevin , ti hêz nikarin hêzê milleta bikînin , bûyer mezine û nuhe divê emjî li gor vê bûyerê hebin û mezinbin gavin dîrokî giring bi hevre bavêjin li gor hebûna mebê dûrî ezîtî û zikreiyê bê maf û kurdîtî ew giringbin dem hestyare bûyer mezine , ez bawer nakim ku em ne yekbin  û yek hêzbin ku em bikarin vê berpirsyariya dîrokî em bikin ya ku dikevê sitûyê mede ku em hilînin li hember milletê xwe  .
Gor tê xuyakirin di van kongirê ku çêbûyîn li tirka û hundur de jî oposizyon ne ji rijêmê çêtire bila em vê yekê ba bizanin ,bi taybetî yên li derve dijîn  oposizyona sûriyê kesin ne hêzin bi dehê salane li ewropa dijîn lê tevî vêjî hê ofînîne baweryê bi mafê gela û dimuqratiyê naynin ,lê yên di hundirde û xortên çalakvan em bi wanre ne birayê mene lê yên ji derve dixwazin liser pita va xorta û li ser xûna gel desthilatdariyê bigrin lê nikarin û wê nekarbin , em li hember titek ne diyarin çi ji me tê xwestin weku bizava kurdî ku em bikin da em bi karin xwe û milletê  xwe biparêzin li hember van guhertinên lezgîn encama van orea ?!!
Divê û pêwiste em yekbin da oposizyona erbî nekaribê me bidê alîkî û mafên me li gor mejyên xwe yên ofînî  bi din me di sûrya nû de .
Binêrin tirk çi dikin îran çi dikê dijminê hevin lê li hember doza me yekin de ka em çi bikin ...??!!..... her kurdek bila vê pirsê ji xwe bikê.........????????
    6/8/2011   








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2641