Ēima konferensa ciwanźn kurd li Swźdź bi ser neket?
Dīrok: ĒįĖįĒĖĒĮ 06 ÓČŹćČŃ 2011
Mijar: Nūēe



 Sîrwan H. Berko - Berlîn

Hîn berî ku „Kongirê Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve“ pêk were, ežkere bû ku ewê bi ser nekeve. Ji bo vê dîtinê gelek sedem hene.
Ev hevdîtin bêtir wek reaksyon li ser konferansên pirhejmar ên bežek ji oposîtsyona sûrî di hefteyên buhurî de pêk hat. Amadekarên konferensê di wê baweriyê de bûn ku divê ciwanên kurd li derveyî welêt xwedî helwest bin beramberî bûyerên li Sûriyê.


Ji dema ku žoreža li Sûriyê dest pê kiriye, gelek kes di wê baweriyê de ne ku divê tižtek bê kirin. Bêyî ku encamên wan zelal bin û – ya ji vê giringtir – bêyî ku bizanibin bê ewê çawa van armancên xwe pêk bînin, gelek kesan li gelek deveran konferans li dar xistin û gelek kesên din konferansine din amade dikin. Herkes xwe berpirsyar dibîne û dixwaze li her deverê li ser maseya konferansan amade be. Herkes di wê baweriyê de ye ku çareseriya herî baž li cem wî peyda dibe. Herkes dibêje "divê em tižtekî bikin!". Herkes dixwaze ew be nûnerê žorežê li derve û ne kesek din. Ji bo vê yekê ew amade ne hertižtî bikin.
Amadekarên „Kongirê Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve“, ku bi beždarbûna dora 40 ciwanên ta temen 40-salî pêk hat, ketine bin bandore vê xiricira mezin a pir tevlihev. Wan xwest konferansek çêbibe, bi çi awayî be, bila be û ne giring e kî jî beždar dibe yan na. Mîna konferansên ku li deverine din pêk hatin, amadekarên konferansa li paytexta Swêdê jî kesên li gor xwe ji bo beždarbûnê hilbijartin û vexwendin. Eger ku armanc ew bû ku konferansek baž bi encamine baž pêk hatiba, hingî pêwîst bû ku beždarvanên konferansê li gor çalakbûn û pisporiya wan bihatana hilbijartin. Lê ev yek pêk nehat. Herweha konferans tenê ya mêran bû. Ev jî sûcê komîteya amadekar bû ku ti giringî nedabû beždarbûna xanimên çalakvan û pispor.
Dema ku reklam û dirûžmên konferansekê ji konferansê bi xwe û encamên wê mezintir bin, hingî ežkere dibe ku ji bo amadekaran tenê reklam giring e, ne encamên konferansê. Bi vî awayî wan hêviyek bi Kurdên li welêt û li derveyî wê re çêkir, ku ew nikarin xwedî li wê hêviyê derkevin. Ji ber ku dengê defê ji dûr ve xwež e, Kurdên li welêt zû baweriya xwe bi dengên ji Ewropayê tînin. Encam jî žikestina hêviyan e. Žikandina hêviyan ji çêkirina wan hesanîtir e. Bi taybetî di vê demê de. Ku mirov nikaribe hêviyên žorežvanên li welêt xurt bike, gerek mirov bi kêmanî nebe sedem ji bo žikestina hêviyên wan.
Armancên konferansê çi bûn û ji wan kîjan pêk hat?
1.    „Afirandina mêkanîzmine pratîk î nû bo pižtgiriya žorežgeran li hundir…“
Ev encam pêk nehat. Ji ber ku piraniya beždarvanan ne xwedî ezmûn in, bêtir dema konferansê bi axavtinên dirêj û gelek caran bêwate derbas bû.
2.    “Pêžkêžkirina dîtinine ron û darêžtina projeyine pratîk bo pižtgiriya rola kurdî li hundir û derve, û bikaranîna wê bi bažtirîn žêwe di heyama žorežê de”
Ev encam jî pêk nehat. Ti proje ji konferensê derneketin. Tek projeya ku derket, damezirandina “Komcivîna Ciwanên Kurdên Sûriyê li Derve” bû, ku ji bo birêvebirina vê rêxistinê heft kes hatin hilbijartin, ku žež ji wan endamên komîteya amadekar bi xwe bûn! Di konferansê bi xwe de nehat diyarkirin bê armanc û projeyên vê saziyê çi ne.
3.    “Birêkxistina žiyanên ciwanên kurd ên sûrî bo beždarbûna çalak di avakirina dewleteke plûralîst a demokrat de, ku bo hemû Sûriyan jiyaneke azad û bi rûmet misoger bike, û bo doza kurdî çareseriyeke siyasî yî rewa peyda bike li gorî peyrewa Neteweyên Yekgirtî û peyman û rêkeftinên navdewletî, û cih biruxsîne bo birêvebirina karûbarên welêt li ser bingeha yeksaniya li gel miletên din li Sûriyê.”
Di daxuyaniya dawî ya kongir de hatiye nivîsandin, ku “Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn”. Herweha hatiye nivîsandin ku Pirsa Kurdî pirseke “rewa” ku divê bê çareserkirin. Konferensa li Stockholmê jî heman dirûžmên bê naverok dubare kirin, ku ji aliyê gelek partiyên kurdî ve tên bikaranîn. Bi vî awayî konferensê tižtek nû neanî. Ev jî yek ji sedemên neserketina wê ye. Di nerîna min de ne dem ji bo van nîqažan munasib e, ne jî karê konferansên mîna ya li Stockholmê ye ku biryaran li ser hin pirsan bidin, ku ji bo peydakirina çareseriyên wan kesên pispor pêwîst in, ne kombûnên li ser daxwazê (on demand).
Di vê serdemê de rola Kurdên li derve gerek tenê pižtivaniya žoreža li welêt be, bi hemû awayên gengaz. Žoreža li Sûriyê têra xwe tevlihev e. Pêwîstiya wê ne bi pêžbirka nûnerên žorežvanan heye, ne jî bi konferensên bê encam.
https://www.facebook.com/sberko







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2639