Yekemn Pirtka Srwan H. Berko binav (JIYAN HELWEST E) derket
Drok: 22 2006
Mijar: Ne


 Ji nav weanên do li Stenbolê bi navê „Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ yekemîn pirtûka rojnamevan Sîrwan H. Berko derket.
Di vê pirtûkê de 21 nivîsarên rexneyî yên bijarte hatine weandin, ku nivîskar ew di du salên dawiyê de di Malpera Amûdê (www.amude.com) de weandine.


Sîrwan H. Berko di pêgotina pirtûka xwe de dinivîsîne:
“Di nav me Kurdan de reweke wilo peyda bûye, ku pir kêm kes diwêrin ji neheqî û xerabiyên navxweyî re bêjin na. Kesê ku vekirî nerîna xwe bêje, ew rastî hemî êweyên êrî û çewisandinan tê. Hêzên kurdî yên xwedî desthilat bi mebest Kurdan ji bo berjewendiyên xwe dixapînin, wan di tariyê de dihêlin.
[...]
Ev nivîsar nerînine subjektîv in û teqez ne bê kêmasî ne. Ew bersiva çanda koletî, xapandin û elafiyê ne. Ez di wê baweriyê de me ku pêwîstiya me bi çandeke ekere heye, ku mirov bikaribe aitiyên di nav me Kurdan de bi nav bike, bêyî ku ev yek mîna dijminayetiyê bête dîtin û mirov li ser jiyana xwe bitirse.”
„Jiyan Helwest e – Nivîsarine rexneyî“ ji 88 rûpelan pêk tê.

Sîrwan H. Berko:

 - Di sala 1977ê de li bajarê Amûdê ji dayik bûye û di dawiya sala 1990î de koçberî Elmanyayê bûye;
- xwedî û berpirsê Malpera Amûdê (www.amude.com);
- endamê Yekîtiya Rojnamevanên Elman (dju) û Federaliya Rojnamevanan a Cîhanî;
- xebatkarê serbest ê dezgeha televizyon û radyoyê ya elmanî “Westdeutscher-Rundfunk” (WDR, Funkhuas Europa);
- peyamnêrê Kurdistanê yê rêxistina Peyamnêrên Bêsînor a navneteweyî
- nivîsên wî bi kurdî û elmanî û herweha wergerên wî yên ji elmanî, ingilîzî û erebî di gelek malperên internêtê û komek kovar, pirtûk û rojnameyan de derketine;

E-Mail: sirwan@amude.com

-----------
Sîrwan H. Berko
Jiyan Helwest e (Nivîsarine rexneyî)
Weanxaneya do
Stenbol, Beyoglu
Tel/Faks: 0212-2430153
E-Mail: doyayinlari@hotmail.com









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=255