Bo çavên zarokekî mezin
Dîrok: ÇáÓÈÊ 11 íæäíæ 2011
Mijar: Nûçe




Tengezarê Marînî

Stran e, stran e! 
Li destpêka hîveke çavlixew
Hîvê ji wî hez dikir,
ji min re bibêje, 
surra evînê bibêj e
li naxê giyan, 
te azadî dikir sîmfoniyeke berqerar
rîtma welatekî..
ji roniya çavên te har dibû


Tu, dîmenekî din bûyî,
sirûda azadiyê xwe li bejna te dipêça
tu yekî din bûyî,
kelemek di çavê celladan de
tu her dijiyayî û dijî,
her hebûyî di nav xewnên me de
di hawar welêt de, navnîṣana azadiyê yî.


Pirr caran..
dîmenê te ji xewa xwe hiṣyar dibe
Li qermîçokên me temaṣe dikin.
Ew yên hizrên reṣ hene, dengê aveke boṣ dikin.
Awirvedana te têt, paṣeroj e


Tu..
li def me hetaveke har î
Ji wan re 
xora bêdeng.
Girnijîna welat î, di xirecira azadiyê de,
Sêva Xerîbû yî.


Birîneke kûr, di qûnaxa me de
Û ṣîṣa sincirî li nav cave çavsoran.
Ilhama girtiyan, serê tayê hizra me.
Hawara welatekî û welatekî ji hawaran.
Stranekî,
dîrokeke dirêj.
Henasa azadiyê 
û nimêja destpêka sirûda ṣikestina keleha zordariyê yî








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2544