Axaftina i, ziqma i?
Drok: 07 2011
Mijar: Ne



Qado êrîn

Ta dema vexwendina axaftinê, partiyên kurdî qedexe bûn, miletê kurd jî tune bû, û rojekê jî nehatibû bîra rêjîmê bi kurdan re axaftinê bike, êdî ji her kesî re ekere ye ku rêjîma kêferata mirinê dike û li ber rûxandinê ye, ji kurdan giyanê jiyanê dixwaze.
Çima axaftin berî 15ê adarê yan jî pitî serhildana 12ê adara 2004an cih negirt?, yan jî, wek nimûne berî 20 salan?, bersiva vê pirsê Adaroyê min ê 4 salî jî dizane, bi hêviya ku tevgera kurdî jî zanibe.


Bila tevgera kurdî bizanibe ku axaftin û çûna ber lingê serokê rêjîmê li ser cendekên ehîdên orea ciwanan dibe, eger ewqase ehîd neketibana, rêjîmê deriyê axaftina xweparastin û temendirêjkirinê venedikir.
Bila tevgera kurdî carekê bi mêranî helwesteke dîrokî bistîne. Bi gumana min ana dema wê helwestê ye. Eger hat û orea Sûriyê bi gitî û ya ciwanên kurd bi taybetî bi ser ket, dê tevgera kurdî ji ber berpirsyariya dîrokî, xwe di çi qulê de veêre?.
Tirsa me ji wê tirsê ku pitî axaftina bi rêjîmê re, rêjîm êdî dest bi kutin û rijandina xwîna ciwanên kurd bike. Bi hêviya ku kurd bi kurd nekeve.
Têkçûn e kurd bi tenha xwe axaftinê bi rêjîmê re bikin, eger hemû aliyên ereb jî di eynî rûnitin û axaftinê de bin, eynî UN jî amade be, ew axaftin ji bo kurdan têkçûne û ji bo rêjîmê serkeftin e, ji ber ku vê rêjîmê tu caran axaftin nexwestiye, lê ji ber ku ana kêferata mirinê dike, û ji bo ji rojava û rojhilat re diyar bike ku ew axaftinê dixwaze, ew deriyê axaftinan vedike.
Ana ji tevgera kurdî tê xwestin ku pitgiriya orea ciwanên Sûriyê bi gitî û ya ciwanên kurd bi taybetî bike, ne ku biçe bi kujerê ciwan û zarokan re axaftinê bike.
Jixwe gelek ert û mercên axaftinan hene, lê ert û merc li ser miriyan nayên danîn. Mixabin ku partiyên kurdan nikarin ert û mercan li ser rêjîma mirî jî deynin.Qet axaftin di navbera Rovî û Mirîkan de çê nebûye, her wisa di navbera gur û pez de.
Li dawî,
ji tevgera kurdî, ji hemû partiyan tê xwestin ku helwestek mêrane û dîrokî bide, ku kurd naçin axaftina xwe rezîlkirinê, û ew bi xurtî pitgiriya orea ciwanên kurd bi taybetî û ya Sûriyê bi gitî dikin. Eger partiyên kurdan wisa nekin, emê kurd hemû ta ebed rezîl bijîn.
Li dawiya herî dawî, ez wek kesekî kurd xwe ji wê partiyê bêrî dikim, ew a biçe axaftinê bi serokê kujeran re bike.
06/06/2011








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2540