Daxuyanî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 22 ÏíÓãÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


Komîta rêzanî ya
Partiya yekîtiya demokrat a kurd li Sûriyê

   Derdora demjêr 7ê êvarî 20/12/2006an, mamoste Mihyedîn Þêx Alî- sekreterê partiya yekîtiya demokrat a kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ), ji çayxan NEXÎL ya nêzîkî taxa Mehta Bexdad, ji bal dezgeha ewlekariya leþkerî ve hate girtin û ew birin cihekî ne diyar, ta niha rewþa wî ne diyar e.


   Em vî þêweyê girtina hovane protesto û þermezar dikin, daxwaza serbest berdana wî yelser dikin, herweha, em dixwazin ev girtinên tersî zagona Sûriyê û zagonên navnetewî bêne rawestan, ev girtinên ku mafên nerîn û derberînê tune dikin.
   Di nerîna me de, armanc û mebesta rijêma Sûriyê ji vê girtinê terorkirina xebatkarên gelê me yê kurd li Sûriyê ye, da ku wan ji vîn û xebata netewî dagerînin û çavê gelê me biþkînin, armancên gelê me di avakirina welatekî azad û serbest de ku cihê zordestî û cudahiya netewî têde tune be ji hole rakin.
   Em bang li hemî alêgirên azadiyê û piþtgirên doza gelan û mafên mirovan, hêzên demokrat û welatparêz dikin ku dengên xwe dij vî karê ne mirovane bilind bikin, kar û xebatê ji bo serbest berdana hevalê me Mihyedîn Þêx Alî bikin, aramiyê li dost, kes û hevalên wî vegerînin

-  Azadî ji heval Mihyedîn Þêx Alî re!
-  Azadî ji hemî girtiyên nerîn û derberînê di zindanên rijêma Sûriyê de re!

20/12/2006






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=254