Rondikn firitan
Drok: 27 2011
Mijar: Ne




Ahîn Zozanî

Xew bi çavê hêminiyê nabe dayê.
Îro cîhan, di gerdûnê de bêzar e
Xaka pîroz, ji dil dinale bavo.
Ji gunehkariya van gawiran dilerize


Bi germa dilê evîndarekî,
darbestên pakrewanan himbêz dike
Bi dîtina wêneyên kezebê,
dengê qîrîna gorê,
taveke tarî di sînga azman de diazirîne.
Rondikên firitan,
bi ser dêmên gulan de digindirin.
Tevlî çemê xwînê dibin lehiyeke bi hêz,
û kolanên welatê dilbirîn,
bi pêlên birîna azadiyê,
ji qirêja desthilatdaran dion.


27.04.2011








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2499