END HEVOKN DIL MIN
Drok: 27 2010
Mijar: Ne




Demhat Dêrikî

1. Di geliyekî"bê binî de",li dora min cendikên miriyan û baskên min ikestî!..Bêhn! Bêhna gotên miriyan di navbera nikilên qijqijkan de sînoran derbas dike! Pêjin dikim; hestên min di navbera cotmemikên lafiroa"nûjeniyê de"tê daqurtandin û dîroka min di navbera didanên gorên bê navnîan de tê hêrandin! Ez kî me? Nema dizanim, ji min pirs nekin!


2.Du lêv di nava eveke ewrînî de,sînorên mîtolojiyên tazî di navbera memikên serhildêr de,li pey xwe dihitin!..Hembêz, lerzîn, ahîn û barana evê!..Baran barî, baran dibarî!..û du lêv ji qada cengê bê hi diketin..û iyar dibûn, tenê landika derewan li opa wan ma!
3.Di nava wê tofana bagerî de ku ji asîman barana"xwînê"bi ser me de dibarî, di wê sengerê de çavek te peyama lerzîna dilê min dixwend û çavê din tolhildana xakê dixwend!..Lê, awirên te pir bû û hestên te bi gavên seglawî, li ser ber bi xakê ve lezgîn bûn...û di hembêza dilê min de destana ewata daxwazên qedexe dinivîsand!

4.Esmerê, berî tu navê  min bi pîtên dil di nava nasnameya dilê xwe de binivîsê,ez li çolistanan kesek vederbûm,tovreê peyamên miriyan bûm!..lê niha, kêliyên min navê bêrîkirina te ne! Ramûsanên te dibin ayende pikivîna gulên buhara dil û pitî velerzîna di paxila te de, hest li ser dêmên te bi aram vehesîn dikin û di nava dergûa xewnên evên te de xewa aramiyê dikin!

5.Li wê sibeha tavsorkê li kolana we ya dilveker silav dayî çavê min, awir ber bi aneîna te ve bilind bûn;hest li pey ramanê, raman li pey aopan wargehên xwe li ser binkiraskê te yê bêhna evê jê diforî vedan û di navbera her du memikên te yên nûgihayî de dildaxwazên min, meya her du lêvan vedixwar,eha ji wê rojê were tu bûyî stiya dilê min!

6.Hestên te di nava hestîkên miriyan de mea kolana gorkolanê dikin û vejona te bûye barkêê derûna hembêzkirina jidevxweberdanê û awirên te hemî kenên periyan di nava îngirtina konên re de dadiqurtînîn û tu çêl evîna dilê xwe dike, na xalo na, wa evînê ji derdên te xwe sêdare kiriye!

7.Esmera Farqînê, kelogiryên min li ser opa lingên te dilopên hêsiran rêz dikin! Rê diêrj dibe, karwanên xewnên min di nava bablîsoka sêlaxê de, ziwabûna gewriyên xwe bi devkenokiya te tîna xwe dikînin! Rê dirêj dibe...lê, kelha Amedê dilê min di nava dîwarên xwe de diguvêê, gazî min dike!..Rêk dirêj dibe, lê jana te nêzîktir dibe!







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2341