Di helkefta koçbarkirina mamoste yê nemir û tekoşer de BAVÊ ŞIYAR Ismail Umer serokê Partiya yekîtî a demuqrat a kurd li sûryê bi dehan nivîsandin li ser hatine nvîsandin û weşandin, lêkolîn, gotar ,helbest, pexşane, behîname, bi tevahî li ser siciyên wî yê paye bilind rawestyane , rola wî ya giring di tevgera kurdî de ne tenê di nava partiya xwe de lê di tevahiya tevgera kurdi bi taybetî û di tevgera niştimanî sûrî de bi giştî beşdariya mezin di rêûresmê veşartina wî de, û di rojên behiyê de, bi sedan kesayetiyê navdar ji birayê me yên Ereb , Asûrî ,xelkê menî yêzîdiyan, eşkere dikir ku ev kesyetî awarte bû di nav tevgera kurdî de
ez nayêm wan sinciyan dûbare nakim , lê dixwazim yên nehatine gotin bêjim ango ew tabyet bûn tenê kesên nêzî wî zanîbûn , ew mêrxasiya wî ya kesayetî, di sala 1973 an de di şerê çirya pêşîn de, yê ku di navbera sûryê û israil de çêbû , bavê şiyar tê de beşdar bû , serbazê(mûlazim) bêlûkek leşker bû
(siriyekê) dema êrîşeke dijmin mezin hate wan bi zanebûn û mêrxasiya xwe endamên xwe tev ji kuştinê rizgar kirin , tu kes ji endamê bêlûka wî ne hatin dîlkirin û ne kuştin , li ba erkanê leşkerê sûrî nave wî pakrewan hate tomar kirin , ew bilind kirin
bi paya mûlazimê yekmîn, piştî eşkere jî bû ko saxe ne pakrewane ma biritba xwe ya nû wek xelatkirinekê ji erkan bo mêrxasiya wî.
Mêrxasiya wî di karê rêxistinê de hemberî desthilatê mezin bû bi sedê caran berpirsiyarê şaxên esayişa di riya kesên xwe re jê re dişandin ger tû newe ba me emê te bigrin , te winda bikin , te pir bêşînin . lê bersiva wî yek bû beryare li ba me em narin ba wan kengî ez grtim bila min bigrin .
Ji bilî van mêrxasiyeke din li ba bû ko dema xwe di dît şaş digot û eşkere dikir ez şaş çûme yan şaş têde gihiştim , li ba wî gelekî mezin bû ko dilê kesî bihêle , ta wan kesên ko ne wek hev raman dibûn di konevaniyê de
Di vê bûneya mezi de ku bi ser me de hat , ko dostek, hevalek, birak ji me stand , zimanê min lal di be . peyvên min hev nagirin tenê xwezî min karîba li gor asta lehengiya te , helbestekê diyarî giyanê te kim
Qamişlo 28/10/2010