NA SER AGIRTN AMD
Drok: 05 2010
Mijar: Ne




Seydayê Tîrêj

ermola hejar li rûyên erdan
Wey war û cihê xeman û derdan
 
Rabe vê sibê xwe re girêde
Karwanekî bo va tê ji rê de
 
Karwanekî bi hêl û mêl û nîan
Va tête ji Amûda perîan


Ne koçer in ew , ne warguhêz in
Westa ne li pêy hev , ew bi rêz in
 
Nêzîk in ne dûr in xwe xuya ne
Wek teneyê rahê Kerbela ne
 
Mêvan in , delal in pir ezîz in
Hilmitî ne paqij in , temîz in
 
Sînga xwe veke li ber delalan
Himbêz bike xwe ewan epalan
 
Zaro ne , ciwan in nû gihîtin
Ew teyrik û bilbilêd bihitin
 
Amûd li wan bûye pêt û agir
Naçare revîn berê xwe dan vir
 
Zan in ku tu dayika henûnî
Bê ik e , li ser wan dê tu rûnî
 
Rêber Mihemed kurê Seîdî
Sed rehmet li gora wî ehîdî
 
Wan çakûç û bêr digel xwe anîn
Koça xwe li dor êla te danîn
 
ingîn kete çak û çan û bêran
Borîn kete pîrekan û mêran
 
Porên xwe keçan hemî kiandin
Hinarêd ruyê xwe wan çirandin
 
Qîzik ku dibêjin : Ax birê min
Pîrek ku dibêjin : Ax kurê min
 
Ap tenha dibêjin : Ax birazê
Xal herdem dibêjin : Kanî xwarzê
 
Bû qîr û hewar li dê û bavan
ûna hêstiran xwîn tê ji çavan
 
Amûdê seraser bûye lê în
Yek mal nema bê fîxan û nalîn
 
Ca rabe bipirse ey dilê jar
Carek tu ji sînema gunehkar
 
Bêje :Ey sînema bê ol û bê dîn
Ma qey te digel ewan hebû kîn
 
Kîna te li wan bû pêt û agir
Ev roja giran li wan te rakir
 
Birkan bû gelo di bin te  derbû
Yan berq û birûsk bi ser te werbû
 
Yan pêtek ji dojehê bi derket
Ku bakî Qerecdaxî bi berket
 
Ku pêk ve civîn bi kîn û azer
Hat girtin li wan derî û pencer
 
Pêtî ku ji jor avête aan
Agir uxilî di term û laan
 
Bû qîr û hewar , fîxan û feryad
Ji ber wî agirî tevan dikir dad
 
Ema çibikin  ne gazî û han
Bû agir li wan erd û ezman
 
Zarzarê mekin , gelî biçkûkan
Wîzwîzê mekin , ji rengê çûkan
 
Ev cewr û cevaya hûn dikêin
Can û ceger û dilê me dêin
 
Canê we dema ji ten cuda bû
Pertew ji xweda digel teba bû
 
Ew pêk ve firîn ji rengê murxan
Perwaze kirin di baxê Ridwan
 
 Sed carî tifû ji van deman re
Em hitin ji kul û hem xeman re
 
Nakin em ji bîr ,bi dil ikestî
Sala hezar û nehsed û êstî
 
Sêzdê çiriya duwem bi nîan
Tarîx e ji roja sotina wan
 
Herçî ku mirin ew sêsed û çar
Bil yêd pel ewat û yêd birîndar
 
Tîrêj bigrî li xwendevana
Sed heyf û xebîneta ciwana .

Bibona /50/î salvegera  ewata sînema Amûdê em vê helbesta seydayê Tîrêj belav dikin..







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2285