Ekrem tehlo
-av-
Tevî bê bêhn û renge
Bê ziman û
Zare,
Li gel herkesî dilyare,
Biraz û veþarên xwe
Tovê hebûnê
Didêre,
Biguþ guþ û xwim xwim
Strana jiyanê
Dinihêre.
-ax-
Diramim di rewþate de
Mat dimînim!!!
Çawa dikare
Hemû celebên mirova
Bi germayî hembêz bike..?
Tevî veþara
Hinavêwan.
-agir-
Wekî dêwekî
Birçî,
Ku nêçîreke qelew
Bibîne,
di beze....
Ji hev cudanake
Hiþk û ter,
Dide berhev
Dar û ber.....
Tim birçiye
Her dibeze
Bê westan.
-ba-
Xwezî bi dilê te
Bê basik
Difire,
Dergehan derbasdike
Bê ku kes
Bêrîkên te saxbike,
Bê zanav
Sînoran dibire.
-havîn-
Kelkela germêye
Çol û beyar
Di nav pencên leylanê de
Di qiçqiçin,
Das û tapan
Li malê betal mane,
Destê pale liber
Riwêwiye,
Dilêwî bûye bimbe.
-payîz-
Cih û dever
Zerbûne
Ji rengê mirinê,
Qêrîna bê dengiyê
Her der dorpêçkiriye,
Kolan valane
Seg direyên....
Û çîrokên evîniyê
Ji bîrbûne.
-zivistan-
Zivistane
Xweza li derve
Dînbûye,
Penc û bivrên ba
Keziyên dara dibirin,
Dildarê azadiyê
Li zivingên çiya
Hiþyare.....
Bendeware,
Lê hîna gel
Bi qeremaçan dilîze.
-buhar-
Ger xeml û xêzate
Ji xwîna þehîdan be,
Hatina te
Bi qêrîna dayikan be,
Hêvî dikim
Tu dûr here
Bera keriyê pezête
Li welatêmin neçêre.