Roja 22 nsana 2010 an roja bi dawbna /15/ salan ji jiyana rojnama NEWROZ ye *
Drok: 24 2010
Mijar: Ne



  Memê Alan

    Bi boneya roja rojnemevaniya kurdî, Rojnama Newroz û Yekîtî evbuhêrkek, bi bedariya gelek rojnemevan, nivîskar, rewenbîr û zimanhezan li dar xist. evbuhêrk bi kêlîkek bêdeng li ser giyana canfîdayên rojnamegeriya kurdî û peyva azad dest pê bû, pitre gotinên herdu rojnaman hatin xwendin, û paê jî, nirxandinên devkî û nivîskî yên bedaran ji rewa rojnemevaniya Kurd re  li Sûriyê, û herweha pêinyar û têbînên wan ji herdu rojnaman re, ew ev dewlemend kirin. Vaye emê li jêr gotina Newrozê pêkê bikin.


-  Xwedî pênûsên hêja û xebatkarên rojnamegeriya Kurd ….Bedarên bi rûmet ….Rêz , silav û pîrozî ji we re…
*-Berî hertitî em neçar in , ku we bi girîngî û pêwîstiya rojnemegeriyê di hemî aliyên jiyanê de hestiyar bikin. Ji berê û paê ve, rojnemevanî di jiyana civakan de, bi roleke mezin rabûye. Hin caran bi roleke erênî lîstî û civak pêde daye , û hin caran jî bervajî wê kiriye. yanê dema ku rojnemgeriya civakekê li pê, azad û serbest be xizmet pêvebirina civaka xwe kiriye, û dema ku li ûn û ne azad be, wê civaka xwe bi ûn xistiye. 
Ji ber ku, ew hemî aliyên jiyan û civakê ronî  dike, pesnê baiyan dike û aiyan rexne dike, wêlomê jî, bi destlata çarem bi nav bûye. Herweha di jiyana miletên bindest de, yên mîna gelê me yê Kurd, rola rojnamevaniyê hîn mezin û xurtir dibe. Ji ber ku , hebûna wan ji nifên paerojê diterxîne û bi cîhanê dide naskirin. Em dikarin bi kurtî rola rojnemevaniyê-bi taybetî di hevdema me de - bi van çend gotinan irove bikin : Rojnemegerî û ragiyandin dikarin orean hildin û gelan bi serbixînin û azad bikin, û bervajî wê jî dikarin civakan tar û mar jî bikin.  
*- Çima rojnama Newrozê?
    Li gel rola dîrokî ya rojnemegeriyê ya ku, me li jor aniye zimên, pêiyan gewrî li xwe ziwa kirine û gotine : Ziman kiltie , navnîane û hebûn û nebûna miletin e …. Lewre jî zimanê me hatiye qedexekirin . da ku Kurd weke millet xwe ji bîr bikin , xwe nas nekin û hêdî-hêdî di hundir gelên dî de bêne piaftin. Rêberê kurdîtî û miletperweriyê seydayê mezin Ehmedê Xanî ji berî (315) salan , tiliya xwe danîbû ser birînê  û bi dilewatî gaziya xwe kiribû Kurdan ,da ku, ew pêî guh bidin zimanê xwe yê êrîn bi ê û xemgînî jî gote dora xwe û nivîsî lê, ez çi bikim sûk kesade , ma mirov "zaroyê xwe yê nexwa bi zaroyê cîrana yê xwe digahêre "?!.
    Mîrê gewre Celadet Bedirxan jî got : yekîtiya kurdan bi yekîtiya zimanê kurdî ve girêdayî ye , û yekîtiya zimên jî bi yekîtiya tîpan pêketê.
Dr. Nûredîn Zaza jî di dermafê zimên de weha digot:
   Kurdo ger tu dixwazî xwe nas bikî , zimanê xwe nas bike , û eger tu dixwazî xwe bi xelkê bidî naskirin , dîsa zimanê xwe binase.
  Jiber van gotinên jorîn ên pîroz ên gorbihutên me, me xwast bi derçûna vê rojnamê, em bersivên bang û fîganên wan bidin û bibêjin : bila dilên we rûnin, di gorinên xwe de a bibin. Vaye sûk pir nesekiniye …..û bi sedan pênûs û pirtûk, bi dehan rojname, kovar, pêlwe û qenalên wêneguhêzê yên kurdî, dihêlin ku dilê mirov ge bibe û rê li ber bikaranîna zimanê kurdî were qelatin û dûz bibe.
    Ji ber sedemên li jor me anîne zimên, em rojnama Newrozê diweînin û her û her jî emê berdewam bin. Li dawiyê em li hêviya berhemên pênûsên kurdî ne, ta ku, tevlîhevbûna van berheman lehiyeke bi co di hemî aliyan de, di paerojê de çêbike.
 
* Ji weanên  Partiya Yekîtî ya Demokrat  a Kurd li Sûriyê -  YEKÎTÎ
Hejmar  ( 91 )  Nîsan  2010 z  -  2622 k







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2137