Ragihandina Şamê û Mafê gelê Kurd
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 İÈÑÇíÑ 2006
Mijar: gotar


Diyar Ehmed
 
Di kar û xebata siyasî de, destkeftî û qizinckirina daxwaz û armancan girêdayiye bi hebûna wê hêza siyasî ve, ya ku serkêşî û rêveberiya wî karê siyasî dike, herweha misogirkirina pêkanîna wan armancan jî girêdayiye bikaranîn û peydakirina bernamekê karî yê ron û eşkere, ku ew hêz bikarê şiyanên gelê ku berevaniya mafê wî dikê bidê serhev û berdest bikê û di qewareka rêk û pêk de himbêz bikê, bi nêrîn û helwestin zelal hêvî û omîdên wî miletî di azadî û rizgarkirinê de bell û geş bike.


Herdîsanê sazî, rêxistin û partî tên avakirin ji bo ku bibin têgihiştin û milet ber bi armancên wî ve bibin, ne ku weke tê kirin û dîtin, rêxistin û partî bûne armanc û divê milet xizmeta  serok û serkirdên wan bikin û ji berjewendiyên wan yên teybet re û ji ezezîtiya wan ya nexweş û xumal re bibin piştgir û alîkar, û ji siha wan ya (pîroz) re bibin mirîd û mertal …!!??
Belê, ev nêrîn di derbarî sazî û rêxistinan de gereke werin guhartin û mirov li avakirina wan saz û rêxistinan binêrê ku çêbûne, ji bo ku xizmet û serkêşiya milet bikin û herweha li mafê wî yê dadmend û rewa xwedî derkevin, û rêyan li pêşiya dîtina çareseriyan ji desnîşankirina jîngeheka saxlem û pijayî re bibînin, ku ber bi serastkirin û duristkirina têkiliyan di civatê de herin û dergehên asêkirî vekin .
Di dan û standinên siyasî de, bi dest ve anîna daxwazan jî gorî hêz û beşdariya wê rêxistinê di kar û barên siyasî, aborî, rêxistinî, peywendiyên jiderve û hundirîn de,hişyarî û berheviya wê di meydana wan karan de tê bidest xistin .
eger em vegerin li ser ragihandina şamê û kartêkirin û rola hêzên kurdî di çarcovê wê de binasin û rastiya cihgirtina mafê gelê kurd li rojavayê kurdistanê, ku di wê belgenamê de hatî bizanin, divê em vegerin rewşa partiyên kurdî li rojavayê kurdistanê,û hêz û hebûna wan partiyan diyar bikin .
Belê, ji me tevan re diyare rewşa ku îro partiyên kurdî tê re diborin, parçebûn û bêbaweriya di nav bera wan de, û alozî û lawaziya ku têre derbasdibin . em bawerin ku destkeftiya hêzên kurdî di ragihandina şamê de bi dest ve êxistîn, yan jê ku di paşerojê de bi dest ve bînin, wê gorî hêz û hebûna wan partiyan bê, û kartêkirina wan di dan û  standina beryara siyasî de .
 eger gotara kurdî ya siyasî neyek bê, ji hevketî û sist û xav bê, guman tê de nîne ku wê pêkanîna daxazan jî kêm û ne gorî hêvî û xwestekên milet bê . bi kurtî wê gorî semta bilindkirin, zelalkirin, xurtkirin û hevgirtina gotina kurdî, daxwaza mafê miletê kurd wê werê destnîşankirin û cîbicîkrin .
Wek di dîroka miletan de hatiye naskirin, ku mafê miletan ne bi gotinên qelew û dijwar û nejê bi bêjeyên kêm û tirsonek tên bidest xestin. lê belê, bi yekkirin û hevgirtina rêzên wî miletî û hebûna serkêşiyeka dilpak, cangorî, mêr û wefadar ji parastin û berevanîkirina maf û armancên wî miletî re. raste dibê ku mafê gelê kurd û çarenûsa wî îro di ragehandina şamê de ne ron û eşkere ye û tişta tê fêmkirin û têghandin ji benda ku teybetî bi kêşa kurdî ve girêdayiye, dibê ku di şirovekirin û vewejartinê de, gelek rê û rengan dikêşê û pir wate û şopan di girê, tevî em ji bilî mafê hevwelatiyê, wekheviyê û parastina mafê wî yê mirovatî di wê ragihandinê de nabînin. ev ji alîkî ve, ji aliyê dîve kesayetî, rêxistin û partiyên Erebî yên ku îro roj cihê xwe di ragihandina şamê de girtine, zorbeyî wan nêrîna wan di aliyê kêşa kurdî de û çareserkirna wê kêşê bi rengekê rast û durist ne zelale, û hin ji wan na xwazin ku miletê kurd doza mafê xwe bike û hinga ku miletê kurd doza wî mafî dike û çareseriyeka dademend jê re dixwaze, hêzên Erebî wan hevî û xwestekan weke pîlanekî dijî miletê Ereb û welatê Sûriyê didin zanîn û tînin ziman . eger ev bê nêrîn û helwesta hêzên Erebî di ragihandina Şamê de, ma gelo wê li rex wan çareserkirina kêşa kurdî li rojavayê kurdistanê bi çi rengî bê ……!!!???.
Di baweriya me de, ya girîng ne ewe ka ragihandina Şamê li ser mafê gelê kurd çi gotiye yan jê çi di malzaroka wê de ji kurdan re veşartiye, tevî ku belgeyek siyasî wek ragihandina şamê pêwîst bû, ku ne tenê mafê gelê kurd tê de zelal ba. lê, îro roj nema kes di karê rastiyên dîrokî veşêrê yan jê binpîbikê û bixwazê jinavbirê rakê, nexasim kêşek weke kêşa kurdî, kêşa miletekî kevnar û li ser xaka bav û bapîrên xwe dijî û jimara wî miletî zêdeyî (2,5)du melyon û nîv mirove û tê jimartin wek netewa diduwan di Sûriyê de û teybetmendiyeka netewî serbixwe heye, û girêdan û kûrbûneka wî ya dîrokî ji demeka dirêj û Kevin de, bi parçên dî yên kurdistanê re heye û tevî pîlanên nêvdewletî jî  .
Vêca, îro roj ya girîng yekkirin û hevgirtina gotina siyasî ya kurdiye, ji nû ve raxistina navmala gelê kurd de, rastkirina têkijiyane di civaka kurdî de, ku peywendiyên miletê kurd bi hev re xweş û geş bibin , ew miletê ku ji aliyekî ve bê bawerî ketiye di nav bera wî û tevgera wî ya siyasî de û ji aliyê dî ve di nav bera miletê kurd li rojavayê kurdistanê xwe bi xwe de, ji bilî rengvedana wê li ser rewşa siyasî û wê bê bawerî û tirsa di nav bera alî û rêxistinên siyasî de ku egerên wan ji me tevan re xuyane . eger em vegerin weşan û belavokên partiyên kurdî, emê bibînin ku tevaya wan partiyan, avakirina lêvegereka kurdî ya seranserî û hevgirtî dixwazin . vêca, îro ew dikarin di ragihandina şamê de, guropa kurdî, yan kombenda kurdî, yan jê di bin çi navê dî de bê, merem jê ewe ku çalakî û bizava partiyên kurdî, kar û xebata wan di ragihandina şamê de di bin sêhwanekî de bê, ew sêhwan cihê dana beryaran bê ji miletê kurd re û bi yek gotin û yek dengî bin û bi navê guropa kurdî di ragihandina şamê de kar û xebata xwe, çi di nav miletê kurd de yan di nav berhingariya Sûriyê û girêdana têkiliyên ji derve re rêvebibin . dema navmala kurdî bi rengekî rêk û pêk, ser û ber raxistî bê, wê tirs ji paşeroja wî miletî û pêkanîna mafê wî yê netewî ne bê, ji ber Sûriya paşerojê, di gumana me de wê demoqrasî bê û yasa wê serwerbê û sindoqên dengdanê çavdêr û dadwerbê, û hêz û beryara miletê kurd wê gorî hevgirtin û yekkirina dengên kurda û cihê wan di Sûriya paşeroja de bigirê û bi pîvana hêza wê yekkirin û hevgirtinê wê serdora xwestek û daxwazên miletê kurd beriz û bilind bibin û mafê wî wê werê berçavgirtin, cîbicîkirin, parastin û misogerkirin .






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=20