Kongir eemn y partiya me hate girdan
Drok: 20 2010
Mijar: Ne



  Ismail Hemê

Cara yekemîne di dîroka tevgera kurd di Sûrî de, kongirê partiyekê di be cihê balkêiyê û lê pirsînê wek ku kongirê eemîn ê partiya me partiya Yekîtî ya kurd li Sûrî, ku pir piropagenda û nivîsandin û guftûgo li ser çêdibe, çi ji hêla pesindanê, û çi hêla rexnê û ne razîbûnê de. Eger ev nîana titekî be ew bê guman nîana giranî û giringiya vê partiyê ye. û gerek ev rastiyeke ronak be ji hemû çavdêr û kesayetiyên ku pêvajoya vê partiyê di opînin re.


 Gelek nivîskar, rewenbîr û siysetmedarên kurd ev kongir û biryarên wî di nirxandin wek gavek pîroz, û digotin ku ev kongir û biryarên wî guhertineke mezine di dîroka tevgera ramyarî ya kurd li Sûrî, çimkî ew cara yekemîne ku surita doza netewî kurd bi zelalî tê ziman û bi taybetî awayê çaresrkirna vê dozê di hundirê sistema xodmuxtarî (etonomy), ji ber ku tevgera kurd ta roja îro di tariya daxwazên ne diyar û ne zelal de jiyan dikir, û ev dibû yek ji sedemên serekî ji pamayina tevgerê û ne nasiya wê wek tevgerek rêzgarîxwaz di civata navdewletî de, û dibînin ku wê ev guhertin bibe qonaxek nû, zor giring di dîroka xebata vê tevgerê de, wê pir guhertinan bi xwer bîne, di warê balkêiyê û pitdariyê ji hêla hêzên navdewletî. Lê ji hêlek din ve hin kesayetiyî û hêzên opizisyona ereb bi dijwarî êrî dan biryarên kongir û bi taybetî biryara daxwaza  "xodmuxtariyê (etonomî) ji  bo Kurdistana Sûrî", û di dîtin ku ev biryar metirsek mezine li ser yekîtiya welata Sûrî û hewildanek ji bo perçekirinê ye.
Ji bo bersivdanê li ser kesatî û hêzên opozisyona ereb ên ku êrî kirine kongirê Partiya Yekîtî em vekirî di bêjin ku ev nêrîn ne titekî nûye, ji ber mixabin ev hêzên ereb ta roja îro bi ramanên rigezperest û nîcadperest li pirsgirêka kurd di nerin, ew nerîn ne cûdaye ji nerînê rêjîma partiya Beis, çimkî ew jî hîn ji kaniyên dibistana Efleq û xeynî wî ava nîcadperestiyê veduxwin, em mendeho namînin ku nêrînên wiha ekere bikin, lê em matmayî dimînin demê ew doza guhertinên dimuqrat dikin, û bi zimanê bergêrên mafê mirov di axivin, lê em dizanin ku ramanê dîmuqratî û rêzgirtina mafê mirov ji bo wan tenê kincekî moderne li xwe dikin ji ber modêla xebata nûdem dixwaze ku dibin vî kincî de rastiya xwe veêrin, da ku karibin bighin ser deselatê, û dûvre ne giringe li ser wan çi bête gotin.
Serpêhatiyên cîhanê di warê mafê etonomî de titekî berovajî vê nêrînê diyar dike, û dupat dike ku sîstema xodmuxtariyê hatiye ji bo parestina yekîtiya welatên ku netewên cûr bi cûr têde dijîn, û yek ji êweyên rêbirînî li himber serxwbûna netewên bindeste. Xodmuxtarî bi xwe ji afirandinên deslatê dagirker bû, hate bicîkirin di yasa navdewletî de, di destpêka sedsaliya bîstande, li himber tevgerên rêzgarîxwazên netewî, û doza serxwebûna gelên bindest. Lê dema ku hêzên opozisyona ereb vê sistemê ji rêbazên çareserkirina doza netewa kurd wek hewildanekê ji bo perçekirina xaka dewleta Sûrî di nirxînin, ew tê wê watê ku ev hêzên opozisyonê miletê kurd nabînin wek netew, yan wek miletekî li ser xaka xwe yî dîrokîye, û nabînin ku ji mafê wî ye ku xodmuxtariyê bixwaze, ji ber ew li kurdên Sûrî dinêrin wek penaberan, ji dewletên derdora Sûrî hatine, yanî ew ne netewek resene. Ew vê rastiya xwe na veêrin, lê hink hêzên kurd yên dan û sitandinê bi wanre dikin di xwazin vê rastiya wan veêrin, ji ber ew hêzên kurd bi xwe hebûna kurda li Sûrî nabînin wek hebûna milletekî li ser xaka bav û kalê xwe û wek netewek resen di Sûrî de, û nabînin ku ji mafê wî yê rewa ye ku xodmuxtariyê bixwaze, ji ber ew bi xwe mejiyê wan hatiye utin û bi mejiyê rêjîmê ramandibin û berjewendiyên wê diparêzin.

Sernivîsa Belavoka YEKÎTÎ  ya kû komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî dertîne, Hejmar /18-19/ Çirya paî









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1956