“EM BI WE RE NE” û çend name
Dîrok: ÇáÃËäíä 16 äæİãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  Hêmen Kurdaxî

Me hin rewşenbîr, nivîskar, hunermend, kesayeyetî, siyasetvan, - hejmar me dora 15 kesan bû - Di dibin vê navnîşanê de (em jî yek ji wan bûn) me îro çalakiya xwe ya girafa birçîbûnê ya sîmbolane ji bo piştgiriya çalakvanên zîndana Edra,yê ya lehengane; ku 170-ê endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demoqratîk(PYD)lidar xistiye. Ev çalakî wek ku me aniye zimên ji hêla gurzek rewşenbîr ve hat pêşiniyar Kirin, tiştekî baş jî ku ew e; rewşenbîrên ku pêşiniyar kirine tev jî li wir amade bûn, ev jî tiştekî erênî ye.


Li wir Tilfizyona Roj.tv tev karmenedên wê amade bûn, kamîra Medya Kurd ya internetî jî li wir bû, çalakî tomar kirin û hevpeyvîn bi tevaya çalakvanan re; di derbarê vê insiyatîvê kirin. hin partî rêxistin û bi dehan kurdperwer, welathez, beşdar bûn û piştigêrî dan giravê, me jî spasiya tevaya piştgêran kir. 
 
Pir caran tête gotin, ku rewşenbîr, nivîskar, hunermend… di qurzîkên teng, tarî de ne û ew dûrî ronahiyê ne; dûrî tevger xwe ya siyasî û êşa gelê xwe ne, ew tenê bi nivîs huner û karûbarê xwe mijûlin, tête gotin ku ew -rewşenbîr, nivîskar, hunermend- liser êş û astengiyên rojane ne agahdar in, û bi rola xwe ya rewşenbîrane ji bo doza gele xwe û ji bo pêşerojeke baştir, ronîtir bi stûbariya xwe ya xweser û serûştî ranabin…


Dibe jî ev gotin heya ciyekî-bêyî ku em bi tevayî bêjin- rast be, pir normal weha hebin jî –em netewek in- rewşenbîrine nandoz û keysperst hebin, ku ne bi tenê dûrî êş, azarî û xemên gelê xw yê perîşan bin, lê belê ew di pirê caran de liser wan êş û azariyan li vir û wir destên xwe liber xelkê vegrin û nandozî û bazirganiyê bi xwîn û keda wan keç, xort û lawên vê gelê perîşan bikin, û dê gelek ji wan dê ji va rewşa bindestiyê û nîrê zordariyê sûdê werbigrin, û ji vê derî biçin wa derî… me xwest vê tiştî rave bikin ku piraniya rewşenbîrên me di hinava pirsa xwe de ne û ew liser tiştê her hûr ku girêdayî gel be agahdar in.


“EM BI WE RE NE” û xwendina me(Nama Europa):
   
Me xwest bi vê pêngava sîmbolane ya girava birçîbûnê, bibin bersiva banga wan keç û xortên leheng ku va ketiye hefta sisyan di zîndana Edra,yê de ketine girava birçîbûnê û bibin aliyê din yê diyalogê û kefa destê din ji bo lêdana çepikê.
Gor nerîna me, wan lehengan, bi gaveke dîrokî û pir bala û bi wate rabûne, bi xwendin û têghiştineke berfereh hatine ber pêngavê, dîrok û rewşa wê bi zanebûneke bilind hilbijartine, ew jî ji hêla xwe ve, xwe dikin qurban û alav ji bo danîn û avakirina bingeha qonaxeke nû, ne tenê di hewşa Kurdî de, lê belê li asta seranserî welatê Sûriya,yê, ku têde têgehên mirovatiyê ciyê xwe bigrin û maf bêne parastin û weke namake vekirî di heman demê de ji pir aliyan re bête şandin. Divê ku qurbaniya van lehengan di ciyê wê rast bête danîn û nama wan bi hûrbînî û bi wijdan bête xwendin, ku ev çalakî wê ne tenê ji bo daxwazên wan yên demî di hundirê zîndanê de bin, wê ji wê yekê pir dûrtir û kûrtir be, ji bo vê yekê jî em ji tevaya rêxistinên siyasî û yên mafê mirovan, komele, komikên revenda me, kesayetiyên serbixwe tev bi vê bangê bên û di bin vê diruşmê de çalakiyên xwe lidarxînin û “EM BI WE RE NE” bêjin.   


“EM BI WE RE NE” Nama wê bi Kurdî:
Ji çarîka yekemîn ya sedsala bûrî de, piştî laşê qeraliya dewleta Osmanî hate tarûmar kirin ew qunax bi Kolonyalizmê hat nasîn, Sûriyê jî weke dewletek herêmê tûşî bayê qonaxê bû, herêma rojhilata navîn bi tevayî weke -herêma masa germ- hate nas kirin, Sûriya ket bin dagîra Firansiyan, gelên Surî lihember dagîrê serî hildan, Ereb, Kurd, çerkez, Ermen, Siryan-Asûrî… tevan bi hev re şerekî dijwar li hember dagîrkeran kirin, para Kurdan di bervedêriyê de berz û bilind bû û bapîrên me bi xwîna xwe dara rigariya Sûriya,yê avdan.
Di navîna wê sedsalê de Sûriyê ji dagîra Firansiyan rizgar bû, di wê dema kurt -piştî serfiraziyê- bingeha dewleteke perlemanî û demoqrat -heta ciyekî- moderin hat saz kirin, Kurdan hulma xwe kişandin. Lê pir mixabin dirêj berxwe neda hesten nijadperstî û kevinperstiyê ku piraniya wan ji bermahî û sermyana sedê salan ya qeraliya dewleta Osmaniyan bû, çanda asimlasiyonê û nepejrandina neteweyên din û serfirazî bi netewa xwe bitenê liserê Kurdan bû bela, pişt re jî heya roja îro jî, her ku dem dirêj bû bela nijadperestiyê li serê tevaya gelên Sûrî mezin û dijwar bû.


Dema Kurdan dît ku nasnama wan bi nîrê zordarî tê gef kirin, hêviyên Kurdan hatin şikestin lê, bêdeng neman, di sala 1957-an de Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya- bi destên hin rewşenbîr, welatparêz, xwendevan hat damezrandin. Di demeke kurt de ew Partî di nav civaka Kurd de ciyê xwe girt, bû nûnerê gelê xwe, di destpêka sala 1960-yan de serkirdayetiyên vê partiyê tûşî girtin û derzandinê bûn, rêjîma Sûryayê di derheqa wan rêber û xebatkaran de birayrine tund û dijwar standin… merov dikane wê qonaxê- bi qonaxa hişyarî û bervedêriya netewî- binav bike, bi xêr û keda wan Kurdîtî bi rêzgirtineke bilind hat parastin, û nasnama Kurdî bû ciyê serbilindiyê, mirovê Kurd bû nîşana pêdarî û wêrekiyê. Di pişt re jî di pêvajoka dîrokê de, di dema damezrandina Partiya Yekîtî Ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê –YEKITI- de, deriyê qonaxeke din ji bo gelê Kurd, di Sûriyê de vebû, dîwarên tirsê yên ku bi dehê salane rêjîma Baas ya totolîtar û şofenîst li pêş gelê kurd û gelên Sûrî bi tevayî bi gelek awa û cûreyan  ava kiribû; hate hejandin.


Lê di 12,ê Avdara sala 2004-an de, gelê kurd li seranserî herêmên Kurdî herweha li Heleb û şama paytext bersiva hovîtiya rêjîmê dan, planên kerb û kînên wan ku ji çavtengiya wan ji destkeftinên li başûrê Kurdistanê hatibûn dagirtin. Gelê Kurd rastiya xwe da nîşandan, keda wan welatparêz û xebatkaran vala neçûn. Lê di heman demê de merov  dikane bêje ku ji sedema nelihev kirina rêxistinên siyasî li Rojavayê Kurdistan hêşt ku; encamine mezin berhem  nedin û bidest nekevin, tersî wê xwîn û qurbanên 12,ê avdarê ji bo hin kesan bû buhaneya pêkanîna hêviyên wan ku partiyine êlane, û konekî pêşwaziyê ji bo êla xwe, ku hejmara partiyên canbaz ji hejmara şehîdên 12,ê avdarê bêtir bûn. Me qelengê ne-rêxistiniyê di wêderê de da, hêviyên kesên ku liser hêzên nêvdewletî pûç derket, piştxortkirina bi hêzên mezin wan û germ bûna wan da xûya kirin ku ew çiqasî lipaş dem û siyasetê diçin, û bêrîk vala ji kongireyên nandoziyê vegeriyan bin konên êlên xwe vekirin.
Eger merov bi wijdan û rastgo be, wê bêje ku, ev girava birçîbûnê ku di zîndana Edra,yê de lidarketî berhema xebata bêtirî 50,î salî ji xebata gelê Kurd li rojavayê Kurdistan e, wê bêje ev berhema 12,ê avdarê ya herî bi wate û bihev xistî ye her weha berhema çanda qurbandayînê û sermiyana xwîna keç û lawên me ne. ji bo derketin li keda dehê salan û li xwîna neviyên xwe hûn jî xwe lidora wan bidin hev û helwesta xwe“EM BI WE RE NE” bidin.


“EM BI WE RE NE” Nama wê ya liser asta Sûrî:
Em wek gelê Kurd li Sûrya,yê em tûşî zordariyeke cêwî tên hem wek Kurd û hem jî weke welatî, lê gelên Sûrî yên din jî nîrê zordariyê dibînin, jiber nasmana wan ya welatiyetê hatine valakirin, diruşme û raman û bayê sîngê wan ji wan re tên hilbijartin, destdirêjiya rûmeta wan ya mirovahî tê kirin, ji mafê xwe ya gotina NA hatine bêpar kirin, ev jî erzankirina û daxistina nirxê merovî ye…
Girava birçîbûnê ya girtîgeha Edra li şama paytext, wateyek û nirxike wê pir girîng ji bo tevahiya Sûriyê heye, jiber gotina NA di zîndana rêjîmeke wek ya rêjîma Sûrî de ew bi xwe bidestxistina mafekî ye, ew pêva ye, girêdayî şîrovekirin nirxên hestedar yên mirovatiyên ye, ji bo bizava demoqratîk ya gelên Sûrî, ji bo avakirina civateke lihev û birêk û pêk û xwedî derketin li mafên xwe yên bingehîn; da ew jî bibin hêman ji bo mafên mirovî yên herî bilind, ev bingeheke pir resen e, hêjayî zayîneke raman û şêweyê kar yê nû ye… jiber vê yekê hêvî me ew e ku Rageha şamê bi taybetî ku têde nûnerên tevaya gelên  Sûrî cî digrin û hemû demoqratên vî welatî pêdiviyeke ku hûn û em va girava Edra,yê weke nirxeke dîrokî ji bo Sûriya,ke ronak, Sûriya,ke welat ji bo tevayî welatiyan, ji bo vê armancê jî tev bi hev re helwesteke berpirsiyarane û bilind bigrin û bêjin “EM BI WE RE NE”


“EM BI WE RE NE” Nama wê ya Kurdistanî:
Dema sînor di welatê me hate danîn, bê nerîna û biryara me, em mîna sêvekê di navbera çar welatan de hatin parvekirin, di dema ku ev perçebûn liser lihevkirina dewlet û hêzên mezin bû, li gor daxwaz û berjewendiyên wan bûn; di wê demê bi xwe de li dijî vîn û berjewendî û xewn û xeyalên gelê Kurd bûn.
Li hember vê lihevkirina navdewletî û girêdana wan bi hevre hêdî hêdî bejewendiyên wan û fîrmên wan jî hemahema kirine yek, vê yekê jî bare gelê Kurd giran kiriye, û çareserkirina pirsa wan zor û zehmet hêştiye.
Vêga, di bin vê ronahiyê de, dema di perçakî de, ronahî an jî hêviyên ronahîkirinê hebe, wêçaxê dibe pêdivî û stûbariya hemû perçan, piştgirî û bilindkirina hêviyan pêwist dibe. Em ji birayên xwe yên li perçeyên din yên welatê me yê parvekirî, bi taybetî li Hewlêr, Sulêmanî, Amed… bersiva insiyatîva me bidin, û ew jî bi şêwêyê xwe bêjin “EM BI WE RE NE” 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1897