NAMEYEK JI BIRZ HSAN FETAHYAN RE
Drok: 13 2009
Mijar: Ne



Salih Bozan
Salihbozan@hotmail.com

Ez dizanim ev nameya min nagihêje te, û bi rastî ez nizanim ji kê re dinvîsim. Titek di hundirî min de, min mecbûre vê nameyê dike.
Salên min êstin, lê ez du caran li ser te giriyam. Carekê gava min peyvên teyên li ber dardakirinê xwendin, û cara din gava min di ROJ-TV de bihîst ku te nehît mêrkujên te kursiya di bin nigên te de kakin, te bi xwe nigê xwe lêxist. Heta di vê rewê de, tu lîderê çarenûsa xwe bûyî. Giriyekî bi min girt weke ku di dirêjiya van salên min de, di hundirî min de kom bû ye, û bi carekê derbû.


Hemû mirov di jiyana xwe de, yekcaran mecbûrî derewan dibe, lê zanistiyên sêkolojî dibêjin, mirov li ber mirnê qet derewan nake, ew rastiya di hundirî xwe de dibêje. Ez di wê baweriyê de me, ku hevalên te, em hemû Kurd vê rastiya ku ji hundirî te, wê êvarê bi van peyvan derket ji bîrnakin. Gereg ev gotinên te li hemû çiyayên Kurdistanê werin nivîsin, ji bo ji lehengên weke te re bibin evçiraxa azadiyê, û ji yên ku xwe bi hembêza dijim germ dikin bibin nif.
Dibêjin mirov henin di jiyanê de dîrokê çêdikin, û mirov henin wê dîrokê dixwinin. Te di vê ciwaniya xwe de kelpîçek di dîwarê dîroka gelê kurd de danî, ti carî hilnawee. Yên ku tu darda kirin, dê rojekê bimirin, û ji bîrbibin, lê tu ti carî ji bîrnabî. Ji bil ku tu bûyî sirûda azadiyê.
"Ez yek ji dergûên mirovahiyê me, li Kermenahê hatim dinê". Ev gotina te ye. Eceb yên ku tu bidardakirin, dê fêmbikin, ku tu ji ber mafê gelê xweyî kurd dimirî, lê dîsa te xwe bi mirovahiyê naskirin da. Ji bil ku te ti carî mafê gelê xwe dervcayî mirovahiyê nedidît. Gelo çawa di van salên te yên ciwan de tu gihîtî vê arezaya mezin.
Birêz Îhsan..!
Ku rojekê ez werim serdana te, ezê li ber gora te dakevim ser çongan, ji bil ku yên weke te bi rastî namirin, ew ne bes di bîraweriya gelê xwe de guleke tim vekiriye, belam ew guleke mirvahiyê rengîn dike.
Te got: "her mirinek jiyaneke nû bi xwe re tîne".
Ez gellek li ber vê gotina te sekinîm, û ji nikave vegeriyam hinek rûpelên xwe yên kevin, ku rojekê min titekî weha nivîsî bû. Ez ji te re dubare dikim:
(Min çîrokên evîndarên azadiyê ji xwe re kiribûn nivit
û agirxane li rojhilat avadikirin.
Lepbîna qereçî di fincana min de nihêrî.., nihêrî..,
lêvên xwe li hev idandin,
çîrke çîrka diranê wê koka dilê min dikola,
û got:
"lo rebeno.., dûmanek xwe li te dipêçî,
dawiyek nêzike te dibî."
Lepbîna qereçî got:
"lo rebeno.. tu di vî dûmanî de winda dibî."
Û ji nikava fîncan min li korma pê mala me xist,
bi jankêî got:
"lo rebeno.. tî çibikî....,
yekcaran mirin jî dibe azadî"(.
 Bi rêzdarî
Sûriya/Heleb
13/11/2009







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1883