RN EVN
Drok: 07 2009
Mijar: Ne




Xemginê REMO

Keçê .. kê gotî ye :
Çîya bilindin ez te nabînim ?
Çîya çendî bilind bin
Li bin çengê baz
Nizim dimînin ...
Çol û beyar ax û newal
Pêk ve li bin bazikê min
Dimînin ...
Û eger tu yara mine
Dvê ku ez te bibînim ....


***

Xanê... kê gotî ye :
Rêya dirêj dawî nîne ?
Gulê .. rêçê evînî yê kurtin
Û dildarê te êt û dîne ...
Li ser pita Bozê rewan
Ez rêwîme
Û bila rê pirr dirêj be
Ku rêwîtî xemrevîne
Û dildarî serxweî ne ...
Ez serkêê sofîyame
Di pûtgeha evînê de
Were carek
Dev û çavên te yê pîroz
Ez pîroz kim pîrozîyê
da nebêjim:
jîn derewe
û rêçên dirêj bê dawîne ...

****

Canê ..kê gotî ye:
Derya pan û firehin
Kûr û bê binî ne ...
Eger ku dil bi evîn be
Evîndar ..kelekvanê her derya ye
Pêlên derya .. îpên çema
Nabin rê-bend li pê dila
Ji wan çavên feyrûzî
Hêsrên lûlû ne barîne ...
Bendewar û çav li rê be
Haha te dît ez hatîme ....
Eger çendî ez biwestim
Tu bîn-vedana dawîne ....






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1875