Qublenameya bdengiy
Drok: 26 2009
Mijar: Ne



  Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

“Di nav titên ku hatine nivîsandin de, ji nivîsara ku mirovan ew bi xwîna xwe nivîsandiye hezdikim. Bi xwîna xwe binivîsîne: tu yê bizanibî ku çawan xwîn giyan e.
Nîte (Friedrich Nietzsche)”

Bi salan e ku demsalên vê bêdengiyê li asîtankên hiên xwe digerin, li cejnên giriyê min û li bejnên mirinên min digerin, li te û li çavkaniyên pomaniya te digerin û dawiya dawî ber bi hawara goristanên bêdeng ên koçberiya bêdeng a xewna bêdeng a ji nifirên bêdeng, bazdidin…


Bi salan e, xewnên xwe ji pûnga xwîna xwe dirêsim, xewnên xwe di guldankên birîna xwe avdidim, pirsên xwe yên di çenê keservedanê de ji maka vî zimanê lalbûyî ji dayik dikim, çurîskên xwe li ser keviya zimanê xwe vedimirînim û bahozên xwe hêjayî rexên te yên ji gazin û yên ji xatirxwestinê dibînim.
Lê tu hergav min hêjayî sirûdên seferê û hêjayî bêrîkirina gawirane  dibînî!

Melevanên dilê xwe yên ji çûk û kefên deryayê radestî bagerên qederê dikim, ketiyên derengmayî yên parzemînên derengmayî, yeko yeko, bi destên pêlan û bi guleyên înîgiriya xwe dikujim û ji xwe ber bi ewrên zîvperest ên tenhatiya xwe ve direvim.

Dilê nivîsandinê di nav destên min de dilerizî, tîpan dest bi kalînê dikirin û ji min re digotin; de dest ji xunava êê berde û min di nermika destê xwe de; rojçêbûna xwe ya ji sosretan, jiyan û mirina xwe, ketin û rabûna xwe, tenhatî û pirbûna xwe, lawazî û xurtbûna xwe, bêzarî û bêziraviya xwe dixwend!

Çûkên tolaz ên Amûda ji genimê serhik; ji hêlînên darbest û kerkeran, dihatin, bi elindê re dikeniyan, bi tavsorkê re digiriyan û çîveçîvên xwe li ser lêvên min dihitin, wek limitan diçûn, di esmanê laê min difiriyan!
kildanka diya min di sînga min de diteqiya, pore te yê ji tirsê li ser ferhenga min direqisî; ha ji xwe nebûm, min tenê navê te ji ervanan re, ji karwanan re, ji nexeyan re, ji welatan û ji barana mirina xwe re digot, lê tu ji evînê bawer nakî!
Tu ji evînê têr nabî!

Tu sertaca ji birûskan û sertaca ji rengê xwîna min î Rono!
Tu çinara goristanên min û babelîska hiê min î Rono!
Rondikên xwe bi ser eniya min de bibarîne, giyanê min zeft bike, di guhên evistana min de bibêje: tu çima wek stêrkan bi ser zeviyên hinarkên min ve dirijî?
Ma ne min ji te re gotibû ku, dilê xwe radestî bagerên qederê dikim, ketiyên xewnê yeko yeko bi destên pêlan û bi guleyên înîgiriya xwe dikujim û ji xwe ber bi ewrên derengmayî yên tenhatiya xwe ve direvim.

Min xwe li ber destê te, di gumanên te de, di bêbextî û dilreqiya te de dûbare dikir, min ji xwe re bersivên kelê û qublenameya kêlan amade dikir, lê min bi tenê hetanî ku dimirim jî ji te hez dikir!








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1811