Çend gotin ji bo çend kesan
Dîrok: ÇáÓÈÊ 12 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  Dilbixwîn Dara
dil_dara@hotmail.com

Taybetmendiya “Heddzanînê” bi serê xwe kulturek e. Weke kultura rêzgirtin, exlaq, rabûn-rûniştin, xwarin, vexwarin, çûn-hatin… kesayetiya kesekî di van taybetmendiyan de diyar dibe.
Hinek hene, nizanin di civatekê de xwarinê bixwin, dema ku xwarinê dixwin, şerpeşerp bi devê wan dikeve. Yan jî di dema xwarinê de diaxifin û xwarin ji devê wan difire ser rûyê kesê li hemberî wan.
Nizanin şerabê vexwin. Hedd derbas dikin, hem xwe hem jî derdora xwe rezîl dikin. Serxweş dibin û qîmeta xwe tînin pênc qurûşan.


Di nava Kurdan de jî, hinek kes hene heddê xwe nizanin. Ew di çavên xwe de mezin in, texmîn dikin ku bi rastî mezin in. Dema ku siya xwe dibînin, “waaa çiqas mezin im” ji xwe re dibêjin. Xwemezindîtina wan ji kompleksa xwebiçûkdîtinê tê. Dikin nakin nikarin bi derdora xwe bidin qebûlkirin, ku ew mezin in. Ji ber vê yekê dema ku dibînin filan kes mezin bû ye, ew texmîn dikin ku ew mezinbûn li ser hesabê wan çêbû ye. Nexweş dikevin. Di mezinbûna her kesekî de biçûkbûna xwe dibînin.
Îcar, di hesûdiyê de dixeniqin. Hûn dizanin kesên pir hesûd û çavnebar ne ji xwe ne jî ji derdora xwe hez dikin. Gelek caran demên wiha tên, ne bi tenê ji hevalê xwe yê herî nêzîk, êdî ew ji xwe jî nefretê dikin.
Hevpeyvîna ligel Jan Dost, rastiya hinek kesan derxiste ser avê. Cewherê hinekan diyar bû. Gelekên ku heta niha texmîn dikirin ku ew di nava civakê de zêr in, elmas in, diyar bû ku ji baqir pê ve ne tiştekî din in. Bafûn in. Hesab li cem we be, bafûnek rabe xwe zêr yan jî elmas bibîne.
Jixwe ew kesên ku cehalet û nezaniya xwe di bin kumê “Welatparêzî, tevgera rizgariya Kurdistanê… û şoreşê “de vedişêrin, ez behsa wan nakim. Hemû li ser hev çar gotin ezber kirine û bi salan wan her çar gotinan weke bandekê dubare dikin. Ji ber ku mêjiyê wan ji çar gotinan pê ve hilnagire, ew texmîn dikin ku her kes ehmeq e.
Bawer bikin, ew “şoreşgerên” ku li hinek cihan weke dîkan bang didin, dikarin sibe fis bibin û dengê mirîşkan jî ji wan dernekeve.
Wê rojê min di hinek malperan de dît, dîsa hesûdiyê hinek kor kirine, ketine xewna ku nivîskar in û her çiqas bi nav nekiribin jî êrîşî AVESTA kirine. Min berê jî gotibû, xebata me, gelekan kor dike. Eger di dest hinekan de be, wê di roj û şevekê de AVESTA tarî bikin. Lê em li ser riyeke rast in û em naçin xwe nadin ber wan malperên ku rojê deh caran nayêne vekirin.
Her kesekî ku li xwe dikeve şubhê dikare xwe muxatebê vê nivîsê bibîne.
Ji ber ku ji polemîkan re ne vala me û dema min jî pir zêde tune ye, nikarim bi pey kevim, ka kê li Kurdistanê ji muxaberatan re muxbirtî dikir, li vê derê jî ji partiyan re muxbirtiyê dike, yan jî berê dikir. Kesên ku pir bi meraq in, dikarin bişopînin. Lê çawa be jî û ji bo kê be jî, muxbirtî tiştekî pir xerab e. Bi taybetî jî dema ku mirov li dijî hevalê xwe muxbirtiyê bike.
Mebesta min heddzanîn bû. Naxwazim ji mijarê bi dûr kevim.
Piştî ku hevpeyvîna Jan Dost belav bû, ji gelek aliyan ve mail û telefon hatin, “Car caran hevpeyvînên wiha pêwîst in…” gotin. Gelekan jî êrîş kirin, ji xwe mirov li benda wan kesan bû ku êrîş bikin. Hinekan ji ber hinekan ve êrîş kirin. Hinekan jî ji hinekan re gotin, yan tu êrîş dikî yan jî te ji kar davêjim. Çend qurûşên didim te ji ser te qut dikim û berê te didim deriyê hewşê.
Rexneyên li Jan Dost çi bin jî, divê mirov bala xwe bide berhemên wî. Berhemên ku Jan Dost nivîsandine, hêjayî nirxandinê ne, ew heta niha weke dezgehekê xebitî ye. Bi serê xwe dezgehek bû ye.
Dema ku mirov heddê xwe nizanibe, dikeve şaşiyên wiha; “layîqî Nobelê me, lê xelatê nadin min…” yan jî, “rewşa me nivîskaran hemû weke hev e…”. Nexêr, rewşa kesekî ne weke hev e. Her kes li gora xwe ye. Kesekî ku salê carekê çar rêzan dinivisîne û ew jî hemû şaş in, rabe xwe têxe rêza nivîskarekî ku bi berhem û lêkolînên xwe şopekê dihêle, ne tiştekî rast e. Nexweşiyek ketiye nava me, “Em hemû weke hev in, em rewşenbîr bêqîmet in, Kurd nirxa hunermendên xwe nizanin…” û çil çîrokên din dibêjn. Weke însan qîmeta her kesekî heye, lê dema ku mesele bû meseleya nivîskarî, rewşenbîrî, huner û talent… êdî divê her tişt were kategorîzekirin. Divê her kesek li gora xwe qîmetê bibîne û her kesek di wî warî de heddê xwe bizanibe. Giraniya her kesekî li gora berhema wî ye.
Rexneyên min jî li ser Jan Dost hene, di hevpeyvînê de min ew rexne û dîtinên xwe kirin pirs û pirs kirin. Bêguman kesek ji me ne perfekt e. Însan çi dibe bila bibe, kêmasiyên wî hene.
Gelek caran navbera me sar bû ye û dilê me ji hev maye, di navbera dostan de tiştên wiha çêdibin, ne ecêbek e, lê ev nayê wê wateyê ku mirov pêl keda kesên berhemdar bike û heta heta ew dilsarî berdewam bike. Dema ku navbera du kesan baş bû, divê ew bibe cihê dilxweşiyê, lê mixabin hinek ji wê yekê nerihet dibin. Ew berjewendiya xwe di dilsarbûna dostan de dibînin.
Mafê nûhatiyekî tune ye ku rabe lingê xwe têxe sola lêkolînvanekî û bêje “Kurd qîmetê nadin me…”
Ev yek li dinyayê jî wiha ye, her yek li gora berhem, ked û xebata xwe ya bi bandor tê pîvan. Divê em jî wiha bikin.

Jêder: avestakurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1800