Ristikek ji 52gulan pêkhatî Di stuyê tevgera kurdî li Sûriyê de!
Dîrok: ÇáÃËäíä 29 íæäíæ 2009
Mijar:



  Rêberê Silîvî
 

   Bi hatina roja 14ê Hizêranê, 52 sal ji temenê tevgera me ya Kurd li Sûriyê kuta dibin û ew derbasî pêncî û sê saliya xwe dibe. Bêgomane ku demezirandina Partî Demokratî Kurdistan li ser destê hin kurdperwer, rewþenbîr û xemxurên gel û welat di wê roja bi nîþan ji sala 1957an de, ji ber gelek sedeman, gavake dîrokî, giring û Pîroz bûye. Gelê me yê Kurd li seranserî heremên xwe yên dîrokî, çi li Çiyayê Kurmênc, Kobanê yan jî li Cizîrê, rêxistina xwe ya nûhatî hembêz dike, di dil û çavên xwe de wê diparêze û hemî egerên jiyan û pêþveçûnê jê re amade û pêþkêþ dike.


Gelê me yê Kurd li Sûriyê, bi comerdî, qehremanî û mêrxasî erkên xwe yên netewî Sûrî pêk tîne, ji bo azadî û rûmeta welatê xwe yê hevpiþk qurbanên giran datîne. Bi serokatî û rêbertiya lehengê Kurd ê payebilind Yûsif El-ezme artêþa Sûriyê a bi rêk û pêk tê damezirandin, paþê, ew bi xwe, li hemberî artêþa Firensî ya dagîrker derdikeve qada þer û li devera Meselûnê jiyana xwe ji dest dide, kevir, deþt û newalên Meyselûnê bi xwîna wî û ya hevalbendên wî sor dibin, ji gelê Sûriyê bi tevayî re, dibine sembol û nîþana serfiraziyê. Herweha, li heremên xwe yên dîrokî, li kêleka birayê xwe yê Ereb, wî beþdariyeke bi hêz û berfireh di serhildan û þoreþên azadkirina welêt ji hêzên dagirker ên biyanî de kiriye. Herwisa wî beþdariyeke erênî ya berbiçav di avakirin û pêþvebirina welatê xwe Sûriyê di hemî warên jiyanê de kiriye.
 Lê mixabin, geþbûna ramanên tuxumperstî yên þoven li nik siyasetvanên Ereb û piþtre jî serdestiya Parta Bas ku derheqa gelê me yê Kurd pilanên tunekirin û hilqetandinê ajotine, hebûna wî weke miletekî xweser ku hevparê vî welatî ye dane mendelê, ziman, folklor û toreya wî qedexe kirine û pirojeyên ne mirovane dijî wî pêk anîne.
    Tevî perçebûn û rewþa awarte ya tevgera me ya netewî, tevî tîrên jehrîn yên ji hawîr ve dibarin û di laþê wê de li ser hev diþkin, tevî gef, dek û dolabên xapînoker ên rijêmê, tevî ne baweriya me bi vê rewþa belavbûnê, bawerî û hêviya me li cî ye ku berê gel û tevgera me li pêþ e. Bêgoman, tevî evqas rêl û kelem û dijwarî, bê dudilî ewê ber bi armancên gelê me ve here.
   Di vê bîranîna pîroz de, gurzek gul ji giyanê damezrêner û hîmdarên vê tevgerê re diyarî dikin û em nav di keç û lawên gelê xwe didin, bila ew bêhêvî nebin, û her berê wan li pêþ û serê wan li jor be, ji ber ku bêhêvîtiya mirovan mirina wan e!!.
 








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1701