T bra min
Drok: 25 2009
Mijar: Ne



Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Li cihê karê xwe, tu derfeta çaxê valabûna min bê xwendin ez naberdim. Di van çend rojên buhirî de min pertûka (Tê bîra min) ya ko nivîskarê wê Heznî Haco ye, min -bi mebest- pê navê wî dektor ne danî, ji ber evê yekê li ser bergê pertûkê bala min kiand.

Dr. Heznî jî di baweriya min de bi mebest ne daniye. Dibe ew kesê ko min derûniya wî di xwendin û bi pênanasîna bûyerên pertûkê de ba ew nas kir, xwe bi naznavan mezin nake.


Dema min Tê bîra min dixwend, bê ko li xwe hay bibim geh xemgîn dibûm û geh dikeniyam, ji nika ve hevalekî min î sûdanî bi ken ji min pirsî: Ev çi pertûk e ya ko te xemgîn dike û dikenîne? Min jê re got: Xwezî ev pertûk bi hemî zimanên cîhanê bihata wergerandin! Got çima? Min got da xelk tev de hindek ji derd û stema ko li Kurdan dibe bixwendana.

Çiqas pirs ji piçûkaniya min de li bal min hebûn, heta nuha min bersiva wan pirsana nizanî bû, an min nizanî bû jî ka çawa û li kû bersivên pirsên xwe bibînim. Min bi xêra vî ciwanmêrî bersivin ji wan dîtin.

Pertûk bûyerin pir balkê tîne ziman, bûyerên ko Heznî di nav wan de û nêzîkî her kesayetiyên wê mijarê ye. Bûyer in bi nirx ko ew wek dîdevanekî li wê serdemê an çaxê dibîne û bi êweyekî bê-alî rave dike.

Bi firehî iroveya rewa malbata Haco, serpêhatiyin piçûkaniya xwe, rizgarbûna bi sosret ji ber sêlên dîskê tiraktorê, xwendina seretayî li gund, dîtina helbestvan Hejar Mukreyanî li Tirbe spiyê, xwendina navendî di dibistanên Libnanê de, derketina Almanya û xwendina bijîkiyê, çûna Kurdistana îraqê, bicihbûna li Naw Pirdan, ji bûyeran a nihênî û kesî heta nuha bi vê nerînê ekere ne kiriye an jî dibe min ne xwendiye, serpêhatiya Seîd Alçî û Dektor ivan her du rêberên PDK- Bakur, herweha dan û standinên rêberên partiyên Kurdên Sûrî wê hingê (Hemîdê Hac Derwê, Selah Bedredîn, Mele neyo… h.d) li Kurdistanê dema ko dixwestin li hev bikin û (çep û rast) bikin yek û bi pêinyara Mele Mistefa çawa ew bûn sê partî. Kar û xebata bijîkiyê digel Dr. Mehmûd Osman û rajeya saxlemiya Kurdên herêmê di wan salên tengav de, bi vêketina agirê oreê re vegera Dr. Heznî cara duyem ji Almanya ji bo Kurdistanê, dîtina hunermendê mezin Mihemed êxo li Kurdistanê, seredana Ubeydelah Barzanî, dîtina mam Celal, têkçûna orea 75an, rev û derketina tiracîdî ya wî û miletê herêmê pitî têkçûna orea Mele Mistefa Barzanî 1975an, penabûna Kurdan li Îranê, pêmergeyên qehreman ko ji êrên çiya ne ditirsiyan çawa çekên xwe li ber pêyên lekerên îranî di-avêtin, saloxdana rewa dijwar li çadirgehên penaberiyê, derbaskirina sînorên tirs û mirinê, çendîn çûn û hatinên bê nasname, hevdîtinên bi serok M. Barzanî re, dijwariya vegera Sûrî a veartî, dîtina diya xwe a nexwe û vegera Kurdistanê, vegera Sûrî, vekirina nexwexaneya Nafiz li Qamilo, nêzîkbûna ji PKK, çavpêketina birêz Abdulah Ocalan, pitgiriya xebata orea bakur, paleyiya nîskan û çinîna pembû, dermankirina birîndarên PKK bi nihênî, astengîdîtin, metirsiya hawîrdor, lêpirsîn û vekolînên hêzên ewlekariyê, vegera xerîbiyê, çûna Swêd û mana li Norwêj…û bi sedan bûyer û serpêhatiyên cor bi cor, Dr. Heznî bi êweyekî pir naz wek çîrokbêjekî ta bi derziyê ve kiriye.

Ji xwe titekî din jî bala min pir kiand Dr. Heznî bi dehan kesayetiyên Kurd anîne ziman, belê hîç kes bi qasî serê derziyê jî ne êandiye, herdem min bala xwe dida vê endaziyê, mîna ko li ser pira sîratê ye û xwestiye bi tirazûyeke bêhempa wê pirê derbas bike, bê ko dilê tukesî ji xwe bihêle!   

Hindek têbîniyên min li ser pertûka (Tê bîra min) :

1- Pertûk bi derengî hatiye nivîsandin, anko gelekî dûr ji dema bûyer û serpêhatiyan, ji lew ra ez lawaziya hûrbîniyê di dîrok an jî meh û rojan de dibînim. Bîranîn hûrbîniyê bêtir di dîrokê de pêdivî hene.

2-
Bikaranîna bi dehan gotinên biyanî, bê ko bêne wergerandin. Ev jî bandorê li xwendina pertûkê dike, bi taybetî ko xwendevan bi zimanê biyanî nizanebe.
Ji van gotinan: Antipatiya, interesant, federasyon, detayan, provokasyon, logik, motiv, lokal, feodal, monopol, fekor, radikal, poliomyetitis, rontgen, myosarkom, air condition, konservativ, otoriter, atmosfer, tanisyon, anipatiyek, pateloji, enelize, monoton, hoplor.. hd  

3-
Hindek gotin tîpên wan zêde an kêm hene, an tîpek li ûna yekeke din hatiye nivîsandin, ev tê wateya ko hûrbînî di lêvegera pertûkê de ba ne bûye.
- Bûyereke giring mîna peymana Cezayir ko di 06/03/1975an pêk hatiye, di pertûka Dr. Heznî de 1974 hatiye nivîsandin/ R 201 ev yek mebesta min e,  ji nelêvegeriyana pertûkê ye.

4-
Bi gitî pertûka Dr. Heznî belgeyeke ji pêzanînan û zanyariyan dagirtî û zengîn e, pertûkek ji bo dîrokê bi nirx e,  di pertûkxaneya kurdî de giringiya wê pir heye.

Jêder: avestakurd 







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1661