Em digrn
Drok: 25 2009
Mijar: Ne



 
  Silêman Azer
     Ji bo:Ehmed kaya û….her em digrîn?

Em digrîn û evên me
di pêsîra bagokê de
vêdikevin bi hejariyê.
Çiyayên têrnebûyî
ji bîna sîngên me,
bi tiliyên me în dikin koçeriyê.


Em digirîn
û êzinga rojê ye hêsirên me.
li çavên me mukur tên
                        rengên dîmenetiyê.
Li jor jî digrî xweda
bi ser bînayiyên xwe de.
Tu li evîndariya xwe siwarî
û diçimînî serê tenêtiyê.
Digrîn û tîrojê
li derdora xwe diçînin
riyin behetî ji wêrekiyê.
Li wê derê kiandibû
qelûna temenê te
bavê riswa kiribûn
           kevne salên xwedîtiyê.
Li wir tu hînî girî kirî,
û li bedena te kiandin
                       heskirina rêwîtiyê.
Li vir jî bigiriye yara min û,
kolanan ji riwê min dimale
                          bi wê xweziyê.
Li ser tîbûna sbêdin
                       weiyayî bi azariyê
Li bêrîkirinên xwe diterpile
min ber bi rindiya giriyê teve dibe
                hilçenîna bêdengiyê.
Em digrîn û me bêriya deng û
Giriyê xwe kiriye
                              heta dawiyê.


Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1658