Nifþê bin destiyê
Dîrok: ÇáÃËäíä 18 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



 

Hilbîn Muhemed Baqir
 
Min digot!
Diyare jîn di lepê min de ava dibit
Dema xwe di ebakê þevê dinxêvim
Serbestim!
Min nedizanî
Dem û gav dibin çirke
Û ez dibim bazne
Di gel zengila þevê direqisim


Kato?
Ka kevalê þehswarekê bê dîmen
Bi dîmenê min xwiya kirî
Ez yan tuyî semîyanên baznên tuxîb kirî
Ez yan tu dengê yaxîbûnê berdewam bilind dikin
Û zengila her rojekê
Ji bîst û çwar demjmêra pêk dihînin
Kê gotiye?
Kê gotiye?
Her rojek ji bîst û çwar demjmêra pêk hatiye
Û her bîst û çwar demjmêr ji rojekê pêk hatiye
Û ez dibêjim…
Çirke û dem û gav
Tenê borîna demek sermedîne
Weko alav
Me dixapînin
Gund,kes,karo
Em wekî êk bin destin
Di aþopa xwe digevizin
Di danga rojê
Bi þeveqê dibûrînin
Dimahîka me hat
Nubet bow aye
Hêj ez a zindî
Bejna xwe di ber pêlên êvara
Ser û bin dikim
Û hêviyên xwe dikim stuvank
Di stuyê zarokekê sava
Werdbadim…
Û nifþê bin destiyê didiwmînim
Kevlujankê xwe di hesreta baxên bê gul
Hilwerînim
Û dibezînim
Û dibezînim
 
 
Veguhastin ji pîtên erebî bo pîtên latînî
Demhat Dêrikî
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1652