raniya dev me kurdbjek e
Drok: 16 2009
Mijar: Ne




  Melevan  Resûl

Rewa gulîstanê gule
Xemla buharê cobarên bi xulxule
Hêviya bazan , zinar û latên têr qule
Hêlîna comerdan kakila nîva dile
Saz û û newayê aiqan , jan û efxana kule
Meydana bez û cirîdê , pend û tora têr kakile


Xwezaya welate me berhemdar e , hokarên vejîna jiyanê û afrandinê bi metodên serkeftinê pêkêî mirovên xwe dike , mîna tabloyek nîgarkirî bi destê wênekêekî hatiye afrandin  . ev cografiya ji temtêla xwe ketî hîn sûre li ser girêdana giyan û rewan bi hev re , mîjok e û ana hingivîne ji kesên lê xwedî derketîn re , hevbendiya veartî di bersivê mirovan de maye , heger lê xwedî derkevin , ew tu carî ji herikîna bê beramber , zana kaniyên xwe namiçiqîne , gelo em çiqasî wefadarin ji wê landika em têde hîn bûyîn û firik bûyîn ?
Raste ku em bêjin :(bejna lihevhatî , pergalê xwe dixemilîne) . miletê me jî bi vê bejn û kiyasetê û di nava cografiya welatê xwede , xemlek qeeng û zehrek bedew ji xweikbûna welat bi ser bejna xwede berdaye , welat yare û li benda hevokên heskirinê maye , hevokên ji kaniya jîne biherikin û cobarên bi xulxul di gel awaz û sirûdên vejînê  maye , da ku tekûz bibe ev xeml û rew .
Xwezaya bi omîda mirovên merçiqî û meriqî ve , ji temtêla xwe dikeve , nîgarek rebeleke , wêneyên sergirtî ne , damarên zuha ne , zimanekî lal nikare hevokên obûn û heskirinê birêse , mirovên ji qeramketî nikarin melûvaniya vê ahiya bedew bi xwazgîniyan re bidin pejirandin  .
Bûka welatê me xwebêjek dive .
ahiya dîlana me ristebêjek dive .
Azadiya miletê me qehremanek dive .
Serkeftina omîda me zehirbêjek dive .
îraniya devê me  kurdbêjek dive .







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1650