Pêþveçûna Mafên Mirovan û Demokrasî-2
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



Selman Xelîl
Wergêr: Besam Mistefa

Aristototil xweþ dinivîse û yasayên Solonî weha dide nasîn: “Makezagona Solonî destpêka pêþveçûna demokrasiyê li Atînayê ye, wek qonaxeke demî-întîqalî-berbi demokrasiya tam û temam ve, ji ber hindê ew têkel, di xizmeta hemî çînên civakê de bû. Berjewendiyên arîstokratan di yasaya Solonî de dihatin parastin di riya Konseya Aryobacos û Konseya Çarsed kesî de, berjewendiyên demokratxwazan jî di riya beþdariya endamên prolîtariyayê di Konseya Aklîziya û dadgehên gelî de dihatin parastin”. *2


Gava Klîstîns bû waliyê Atînayê yasayên Solonî berdewam kirin û bipêþ xistin, û gellek çaksaziyên civakî û siyasî yên mezin bicî anîn, ku xelkên Atînayê bi girêdanek neteweyî ya hevbeþ hisiyan, wî–Klîstîns-daxwaz kir ku gel xwe birêve bibe, û hemû welatî wek hevin, lê wî carek din kole li derveyî çarçoveya azadî û wekheviyê hîþtin.
Kêmasiya demokrasiya Atînayê ew bû ku mirovan mafên xwe li gor çîna xwe, ne kesayetiya xwe- bi dest dixistin. Takekes bêhêz dihate dîtinê, diviya bû dewlet jiyan û çalakiya wî/ê vehewîne. Takekes di Atînaya Yewnanê de li ser çar çînan dihatin dabeþkirin: *3
1- Çîna malmezinan, walî- dozger û kahîn (oldar)
2- Çîna xudan sin`et (kar)
3- Çîna cotkarên hejar
4- Çîna koleyan.

Di warê siyasî de, desthelata siyasî para çîneke taybet bû, ewjî çîna dewlemendan bû.
Tevî van kêmasiyan jî, lê belê demokrasiya Yewnanê li gor cih û dema xwe pêþkeftî bû, di riya wê de têgeha kilasîkyane ya demokrasî û civaka bajarvaniyê gihîþte me, di gel ramanên welatîbûnê û berpirsiyariyên dewlemend û malmezinan û erkên koleyan, tevî dabeþkirina kar.

Demokrasî li Romayê
Sala 509 b.z qiraletî li Romayê hilweþiya, û xelkê dest bi avakirina sazî û dezgehên siyasî kir ji bo rêgirtinê li pêþiya vegera qiraletî û desthelata takekesane de. Romaniyan sîstemek nû bi navê- Konsol"Conul" damezirandin. Li gora wê, Romaniyan du Konsul hildibijartin da ku di heman demê de walîtiyê bikin, tenê dema salekê desthelata tenfîzî- cîbicîkirinê-di destên wan de ye*4, û nabe Konsol piþtî wê demê di desthelatê de bimîne, ji bilî ku ew serkêþê artêþê be û welat di þer de be û þer hê bi dawî nehatibe di roja bidawîhatina dema-sala- Konsolbûna wî de, di vê rewþê de Sênatos(Konseya Yasadananê) dikare maf bidiyê ku ew di posta xwe de bimîne lê tenê di warê þerî de, lê di nava bajêrî de desthelata wî namîne.
Erkên herdu Konsul-an wekehev bûn, her yek ji wan xudan mafê Vîto bû dikaribû biriyarên hevpiþkê xwe rabiwestîne, her meh yekî ji wan walîtiya bajarî dikir, lê di qada þer de herroj. Konsul desthelata dadwerî birêve dibir lê di sedsala 4-çarê b.z ev desthelatî ji ya tenfîzî-cîbicîkirinê- hate cudakirin, fonqusiyoneke nû çêbû, taybet bi dadweriyê, di destpêkê de du kesan ew birêve dibir nav li wan dihate kirin (Birîtor), piþtre hejmara wan zêde *5, bû.

Di gel berfirehbûna dewletê, hin wezîfeyên nû di warê desthelata cîbicîkirinê de hatine holê, yek jê taybet bi karûbarên darayî–mewdanî bi hilbijartinan dikete wî cihî de, piþtre wezîfeya Aydîl- bi çar kesan dihat dagirtin du ji dewlemend û eþrafan û du ji nav gel.
Erka Aydîl-an kontrolkirina kolanê û parastina sîstema giþtî ya dewletê û çavdêrîkirina bazarê û sizadana tawanbaran, bû. Wezîfeyeke din jî- çavdêr- bû, erka wî vekolandina jiyana berbijarên wezîfeyên giþtî bû, di gel rêvebirina avahiyên giþtî yên dewletê, helbet posteya herî bilind di desthelatiya cîbicîkirinê de Konsol bû ku nekarî bû du caran vê postê dagire ji bilî ku dema deh salan di ser wîlayeta wî ya yekemîn de derbas bûba, lê belê desthelata yasadananê bi navê Konseya Sênatoran bû ewjî tenê ji çîna arîstokratan pêk dihat û endametiya wê hetahetayê bû, û bêyî razîbûn û pejirandina wê çi yasa dernediket û dikarîbû herdu Konsulan dadgeh bike piþtî bidawîhatina dema wîlayeta wan, ev yek wek cudakirina desthelatiyan li Romayê tête nirxandin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1640