Ji Siyamend Ibrahîm re!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 09 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Sinem BEDIRXAN

Berî heyamekî Siyamend Ibrahîm li ser malpera Efrîn gotarek belav kiribû ku heçku xanim Rewþen Bedirxan Ferhenga Mîr Celadet Bedirxan firotiye…
Min bersîva wî da û got ku ev zanyariyeke þaþe û neraste ji ber ku ferheng li cem mine û em li ser dixebitin ku li vê havînê bi helkefta 58 saliya koça dawiya Celadet Bedirxan de çap bikin.
Li salên heftiyan de xanim Rewþen Bedirxan ferhengê ji bo çapkirinê þandibû Korê Zanyariya Bexda. Lê mixabin ji ber rewþa siyasiya wê demê nehate çapkirin. Piþtî demeke dirêj me bi awayeke fermî ferhengê ji Korê Zanyariya Bexdayê wergirt û niha em li berin ku çapbikin.


Min bi van zanyariyan bi awayeke vekirî Siyamend Ibrahîm agahdar kiribû. Lê belê diyare ku ew baþ tênegihiþtiye, an jî naxwaze têbigihe ku Rewþen Bedirxan ne arþîva xwe û ne jî arþîva malbata xwe firotiye…

Niha careke din behsa Dilawer Zengî û Konê Reþ dike ku wan peywendiyeke nêzîk li gel Rewþenxanê hebû. Li gotara xwe de hinek gotinên kirêt û bêhûrmetî di derbarê van her dû camêran de bikaraniye.

Her wiha behsa  astengiyên aborî yên Rewþenxanê dike. Ez bawer nakim ku Rewþenxan bi mezinahiya xwe ve tu carî behsa astengiyên xwe yên aborî ji bo tû kesî û her wiha ji bo zarokên xwe jî nekiriye. Mala wê bi dewlemendî û comerdiya xwe ve ji bo Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê herdem vekirîbû.

Dîsa dixwazim bidim zanîn ku xûþka Sebahat (Sebahat Abla) wekî ku Siyamend Ibrahîm bikaraniye ew ne (Xadima Tirk) e, ew xûþka me ya mezina birêz û bi hûrmet bû û xûþka xanima Qedrî Can bû.

Li vir ez dixwazim spasiya Dilawer Zengî, Konê Reþ û her Kurdekî ku alîkariya çapkirin û belavkirina berhemên Bedirxaniyan kirine bikim. Eve ji bo me gelek girînge, ji ber ku em zarokên wê, me dikaribû em van berheman belav bikin, lê mixabin me di dema xwe de nekir ji ber ku em mijulî jiyana xwe bûn.

Ji nameya Siyamend Ibrahîm diyare ku xeyala wî gelek berfirehe, ji bo vê yekê jî pêþniyareke min heye. Þûna ku tû dema xwe bi nivîsandina paþgotinên kirêt derbas dikî, dema xwe bi nivîsandina çîrok û romanan derbas bike baþtire…

Sinem BEDIRXAN







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1639