Ciwanê delalî
Dîrok: ÇáÃËäíä 04 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe





Hemî çem û pir û av bi gorî te bin!
Hemî seyran bi heyrana te bin
Hemî helbest û awaz û sitran û tilîlî ji bejna te re
Hemî Nesrîn û Beybûn û Rîhan ji navê te re
Hemi dîlan û þano û mozîk ji çavên te re


Ciwanê delalî
Ciwanê xweþik
Ciwanê piçûk
Ciwanê nazik
Nervîne reþ û bê bext Sipîndara me ya herî nazik ji nav me bir
Gula dîlanan
Þanogeriyekî birîndar
Ciwanekî ser bixwe
Qehremanekî bihtirî ji temenê xwe
Evîndarekî xemgîn

Ciwanê delalî
Te dê û bavê xwe hiþtin xemgîn
Te koma xwe kir dil birîn
Te evîndare xwe bê yar hiþt
Bê oxir bê silav te barkir

Ciwanê delalî
Ez bejna xwe li ber navê te di tewînim
Ez bejna xwe li ber karê te di tewînim
Ez bejna xwe li ber qehrmaniya te di tewînim

Ciwanê delalî
te ji bîrkir ku ti wêneyên þehîdan ji wan re bibê?.
ew wêneyên ku te bi mêranî û qehrmaniya xwe girtibûn?.
te ji bîr kir ku ti Þal û þapikê xwe bi xwere bi be?.
te ji bîr kir ku ti li Qamiþloka xwe meyzîne?
te ji bîr kir ku hevalê te di wê rojê de dûrî te bûn?.
te ji bîrkir..te ji bîrkir..te ji bîrkir?.

Ciwanê delalî
Di zelaliya asîman de rakeve
Di nav helbestên yezdan rakeve
Li wir ti mihvanê bûhiþtiye
Li wir tû mihvanekî delalî
Ciwan tû zave
Her Newroz û her seyran û her serhildan tû dakeve
Ciwanê delalî jiyan bê tame bê te xave …bê te xave..
Ciwanê delalî.

Bavê Alan -Qamiþlo







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1631