ahiya derewn
Drok: 17 2009
Mijar: Ne



Melevan Resûl

ahîn hene û ahînok jî hene , ev titek ne nûye em gelekî caran em virra li xwe dikin û kenê xwe bi nifên dahatû dikin , heme ez ê wê êkser bi nav bikim , roja 17 nîsanê ka ji bona miletê kurd li Sûriyê tê çi wateyê ?
Bila tu kes bihaneyên erzan û rizî nedin ber rûyê xwe û bersivên pûç nekin perde ji bo rev a ji rastiya ronî .
Ji roja ev herema em têde jiyan dikin û heta niha , ne ji Tirkên osmanî û ne ji Feransiyan û ne ji Ereban em wekî milet li ser vê axê nedîtine


di roja îro de (17 nîsan) ê roja serxwebûna dewleta Sûrî ye , lê ew dewlet jî çendî bi destê kî hatibe rizgarkirin jî ne probleme , em li navan nagerin , her çiqas em di nava xwede bêjin ku hejmarek kesayetiyên kurd di sengerên pêîn de ji bo rizgariya dewleta Sûrî rawestiyan e û canê xwe kirine gorî , ew nayê wê wateyê ku wan kesan bi navê kurdan xebat û agirê oreê pêxistibûn , tu kesî ji wan ne gotibû : ez kurdim û berevaniya vê dewleta ji bo kurd û Ereban tê dikoim . heger çîka kurdewariyê di damarê wan de hebûya ? wekî hemû xelkê cîhanê di wê serdemê de , wê berxwedan û xebat ji bonî rizgarkirina welat û miletê xwe bigeran e .
Bila em rastgo bin û derewa li xwe nekin , ya rast ewe ku em kurd herdemî bûne kerê siwaran , kî ji der de hatî , qamçiyê xwe li noqa me xistiye û em dane çargavê ji xwere .
Divê ev gotinên erzan nema werin gotin ku me dewleta Sûrî rizgar kiriye , ew (lehingên) berxwedanvan  ji bonî rizgariya dewleta Sûrî mîna çeteyên kurda ne û sîxurê nijada Ereba ne , em gelekî bi wan sernizim û orin .
Di gelek belavokên partiyên kurdan de vê rojê wekî roja serxwebûnê cejna netewî bi nav dikin , û li wir narawestin , belê di bîranîna vê rojê de berê xwe didin seyrangih û ahiyan dibestînin  .
Ya durist ewe ku em rast bêjin : ne Osmaniyan û ne jê Firansiyan û ne jê Ereban em ne xistine bazara miletiyê  ,  her demî wekî qereçiyan em naskirin e .  ji lew bizava tevgera kurdî lavlav û xebatê dike da ku rehim li ber dilê dagirkerên kurdistanê bigere û çend mafên mirovane bidin me . serê me ji gotinên pûç diêe , tevî ku rêzgirtina min ji qereçiyan re heye , lê bi rastî rewa miletê kurd ji tert û belavbûnê hezar carî ji qereçiyan dijwartir e , çar mirovên kurd di gundekî de li hev nînin , sê partiyên li hev di heremekî de nînin , parçekî kurdistanê bi parçê din re li hev nîne , ma ev ne în û behiye em têde jiyan dikin û xwezî bi halê qereçiyan !
Di baweriya min de pêwist e di her ahingên bîreweriya cejnên van dewletên dagîrker de , dive ku kurd konê re vedin û paçên re li xwe bikin û bi kulma xweliyê bi ser serê xwede bibarîin , çimkî ev rojên înê ne ne yê ahî û seyrana ne .






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1603