
Li 22-ê Nîsana sala 1898an, xebatkarê Kurd ê gewre, lawê mîrê Cizîra Botan, rewþenbîr û zanyarê nemir”
Miqdad Midhet Bedirxan”, di dîroka gelê me ya nûjen de, yekemîn car, rojnameyek bi zimanê Kurdî, tîpên Erebî û bi navê KURDISTAN li paytexta Misrê(
Qahîrê) weþandiye.
Xwedî û berpirsiyarê rojnamê, armancên xwe bi zelalî di hejmara pêþîn de destnîþan kirine, daye zanîn ku zimanê Kurdî, ji zimanê gelên dever û yên cîhanê ne qelstir û ne kêmtir e, rojname, kovar û pirtûkên cûr bi cûr dikarin pê bêne nivîsandin, çapkirin û weþandin. Herweha, wî aþkere kiriye ku ewê di warê zanîn, aborî û huneran de þîretan li Kurda bike, dibistan û zanîngehên qenc li kû derê hebin, ewê cihê wan þanî Kurdan bike da ew zarokên xwe rêkin wan dibistanan, zanîn û huneran jê wergirin.
Lê, sed mixabin ku
Sultan Ebdilhemîd ê xwînrêj digel þêwirdarên wî yên bê ol û bêbext mîna “
Abu Alhuda”, zor dane xwediyê rojnamê, da ew weþana wê ji ser xaka dewleta
Alî Osman rawestîne. Piþtî rawestana kurtedemekê, rojnamê cihê weþana xwe ji
Qahîrê guhestiye
Ewropayê û jiyana xwe berdewam kiriye. Lêbelê, diltengî û zikreþiya
Sultanê Îslamê Ebdilhemîd, sînorên dewleta wî derbas kiriye, hewldaye ku destên xwe yên gemar dirêjî qirika rojnameya Kurdistanê bike, da wê bifetisîne, dengê wê bibire û Kurd bi tenê li vê cîhanê bê rojname, kovar û pirtûk bijîn û bêdeng bimînin..!!.Lê, her û her, rojnama me ya pîroz li ber xwe daye, xwe ji ber tîrên mirinê daye alî û xwe parastiye, tîrêjên zanînê li Kurdistanê belav kiriye.
Bê gomane ku fermana
Sultan Ebdilhemîd sebaretî qedexekirina derçûna rojnameya Kurdistan ya berî 111 salan, fermaneke çewt û nemirovane bû. Lê, ji wê demê ta niha, cîhana me ya nûjen gelek bûyerên dilêþ û guhertinên mezin di hemî warên jiyanê de dîtine. Du cengên cîhanî yên malwêran rû dane, bi dehê milyonan mirovên bê sûc û bê guneh bi agirê wan hatine þewitandin!!. Herweha, derdora 70 salî, þer û nakokî di navbera rista dewletên sosyalist û dewletên sermiyandar de berdewam kiriye, li her çar kenarên gerdûnê mafên mirovan talan û binpê bûne. Piþtî herdu cengên giran, û ji bo mafên mirovan li seranserî cîhanê bêne parastin, Rêxistina
Netewên Yekbûyî(UN) hatiye damezrandin, mafê hemî gelan bi þêweyekî fermî parastiye. Herweha, di warê pîþesazî, têkildarî û ragihandinê de jî, cîhanê gavine fireh û balkêþ avêtine, pirensîp û nirxên nû hatine afirandin. Ango, mirov dikare bibêje, sembol û navnîþana vê sedsalê rêzgirtin û parastina mafên gelan û mirvan e.
Vêca, di siha evqas guhertin û bûyerên dîrokî de, çêdibe ev destelatên ku îro gelê Kurd di bin destê wan de ye têkiliyê bi pirs û zimanê Kurdî re mîna têkiliya
Sultan Ebdilhemîd bikin û ew belge û biryarên rêxistina
Netwên Yekbûyî binpê bikin û qedexekirina zimanê Kurdî bidomînin?!!. Ma li gora kîjan zagonê ev rîjêm xwe di çewisandina zimanê Kurdî de mafdar dibînin?!!.
Li welatê me
Sûriyê jî, hîna siyaseta qedexekirina zimanê Kurdî berdewam e, rijîma Sûriyê, li rastiya hebûna derdora 3 milyon Kurd ku lê dijîn mukur nayê, bi tundî þerê ziman, folklor û wêjeya Kurdî dike, zimanzan û çalakvanên zimanê Kurdî ceza dike û hewil dide ku vî zimanî ji holê rake. Ew ji bîr dike ku zimanê Kurdî li dirêjiya sedsalan, rehên xwe di hiþ û dilê gel de kûr berdane, tu hêz nikare wî ji hiþ û dilê gel derîne.
Bi vê boneya pîroz, em hemî rojnamevan, xwendevan, nivîskar, helbestvan, romanivîs û rewþenbîrên Kurd pîroz dikin, hêviya me ewe ku her ew li ser riya hîmdarê rojnameya Kurdî
Mîr Miqdad Midhet û
Mîr Celadet Bedirxan bi xwîna dilên xwe qelaþtine berdewam bin, li zimanê Kurdî yê þêrîn xwedî derkevin û berevaniyê di ber hebûn û pêþvebirina wî de bikin.
Gurzek gul ji giyanê
Miqdad Bedirxan û hemî
Bedirxaniyan re!.
Gurzek gul ji hemî xebatkar, çalakvan û nivîskarên zimanê Kurdî re!.
15.04.2009Z-2621K
Komîta Rêvebir a
Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ)