Giyanê xemgîn
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 15 ÃÈÑíá 2009
Mijar: Helbest




kamran simo Hedilî

zarokî
ciwanî û jiyan
bi awirên hîcratê nalîn
ne rijiya çavên tariya bêrûmet
û ne hat
bazê roniya çarenûsa min
çiravemirêna þadiyê  
nûrojan hê hembêz dike


cihê min
welatê xemgîniyê ye
çirûskên hestên xwe kuþtinê 
di derya hatinê de dijenin
bayê hêviyê di koçbariya jînê de digirî
xemgînî siwarê derûniya min e 
min xemgînî dikirî û xemgînî difirot
îro hîçeke biqasî çiyan
li paþ min me
kulîlkên bejna min
bêhna xemgîniyê
didine gulîstana gerê
mîna dilê xemgîn
navê wan jî
gulên xemgîniyê ne
xemgînî
fermandarê giyanê min e
bibime dar jî
xemgînî
dê birijê ser pelên min 
xwe bidim ber kîjan zinarî jî
barana xemgîniyê
dê birijê ser min
dev ji xwe berdim û birevim jî
xemgînî
dê li peyî min bimeþe
helbestên xweþ aheng silbûn e
guhdarî
stranên lehengî jî nakim
dîlan ji bîr çû
ne xweþmizgîniyên demî
ne jî kenê sexte dixwazim
daxwaz
ji her kesî û ji her tiþtî
xeyîdiye
ne kîna neyaran û ne silava dostan ma ye
çend caran
bû mêvana xeyalê þadî
bi bêdilovanî 
rahiþte þadiya min û avête erdê
xemgîniyê kemîn berneda 
kenê þikestî jî
vedixwar
xemgînî çûkê ji hêlînê ketî ye
hevrazê bêdawî ye
cûdabûn
negihiþtin
tenêtiya þevên biyaniyê ye
dilê þîngirtî ye
zimanê bêpeyv
du xîzkên lêvên bêdeng
aþîta çiyayê berfê ye
pelweþêna payîzê ye
çavên nizanin binêrin
rengvedana êþa nû ye
kolan
cih
û warê min xemgînî ye
ez xemgînî me
ev navnîþana min
li nav rûçikên xemgîniyê 
li min bigere
pirsa min
ji xemgîniyê bike bes e


30.03.2009
Rheinfelden







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1597