Derw Mele Silman K b ?
Drok: 13 2009
Mijar: gotar



  Luqman Silêman
luqman_sileman@live.se

Derwê, bavê Cengê, di sala  1934 an de li gundê Mûsa Gewra li bakûr û rojhilatî bajarê Tirbespiyê ji dayka xwe re bûye. Bavê wî melayê gund bû, ji ber vê yekê jî Derwê zû dest bi xwendinê kir, li gundê Girkê Xelo çend sala xwend. Ji girkê Xelo Derwê berê xwe da bajarê Qamilo û li wir xwendina xwe berdewam kir ji ber ku malbata wî li gund bû ew li mala Emerê Zero dima li taxa Qidûrbeg.


Di sala pêncî û sisêya de bavê wî mala xwe anî bajarê Qamilo. Bavê Derwê mela bû lê bi ramanên xwe komonîst bû û carekî axê gundê ebek diçê mala wî, dibînê va wêneyê Xalid Begda wê bi xaniyê wî ve daleqandiye axa li ber wêne sekinî û gote Mele Silêman tu melayê meyî û wêneyê viyê kafir te bi xaniyê xwe ve daleqandiye ma tu nizanê ku Xalid Begda kafire ma tu çawe wênê viyê kafir bi xaniyê xwe ve dikê ma wilo çê dibê!? Mele Silêman lê vegerand got: Evê tu di bêjê kafire, tu dizanê ku ew ji gelek êx û melayê me çêtire û ez wî bi sed êxî. Yek ji Axê û yek ji mele Silêman bi hev nekirin mele Silêman ji axê re got: ez nema melatiya we dikim. Mala xwe ji gund barkir anî bajarê Qamilo di sala pêncî û sisêya de. Ka em binêrin di vê demê de Derwê çi kar dikir…..
Derwê û sê hevalê xwe di sala 1952 an de komelek bi navê civata yekîtiya xortên demuqrasên kurd damezrandin. Derwê mirovekî viyana wî pir bilind bû, zilamekî mêrxas bû, xwe ji girtin û mirin û birçîbûn û bazdan û zindanê nedida alî û tu pakî ji wa nedikir û hestê wiyê netewayetî pir bilind bû. Vê yekê hit ku Derwêê mele Silêman dev ji hertitî berdê û rajê barê miletê xwe. Derwê li xwe meyzand wek bavê pirsa kurdî û ev û roj kirine yek. Derwêê mele Silêman bi sedê xorta tevlî komelê kirin û komela wa roj bi roj ferebû û navê Derwê pêre mezin bû û pêr pêre barê wî jî girandibû.
Derwê navê Apo Osman û Dr. Nûredîn Zaza û Celal Talbanî di bihîzê û dizanê ew li amê ne û ew jî bi karekî wesa mijoldibin lê ew wa nas nakê. Derwêê ciwan ji bavê xwere got: ku tu destûra min bidê ezê herim îsal li amê bixwînim, ev bû sê çar salên min ez sefê niha li vir di qedimînim û ez diseqitim! Mele Silêmanê kal destûra Derwêê ciwan da û jêre got: Here li amê bixwîne tevlî ku ez dizanim tê ne ji bo xwendinê herê lê xwezî ez jî wek te xort bam!!. Derwê rahite kul derd û ê û janê miletê xwe û berê xwe da amê.
Derwê giha amê çend roja ma. Hêdî hêdî pirsa li Dr. Nûredîn Zaza û apo Osman kir. Wê demê ne wek niha bû çûn û hatin li amê kêm bû ji lewma pir zor bû ta ku tu yekî li amê nasbikê.
Pitî çend miha Derwê Dr. Nûrendîn Zaza û Osman Sebrî naskirin û tevlî civatê wa bû, bê ku çîroka xwe ji ware bêjê. Derwê xwest ku ew demakî li wa guhdar bikê, ka ew çi dibêjin û di wê demê de jî Derwêê Mele Silêman Mam Celal û Hemîdê Hecî Derwê naskirin û ba li wa guhdar kir û naskir ku ew di xwazin rêxistinekî ji Kurdê Sûrî re çêkin? Derwê nû li ser civata yekîtiya xortên demuqrasên kurd li bajarê Qamilo axivî. Derwê di got dema ku min ev babet ji ware got pir keyfa wa hat û ji min re gotin çawe vêqas demê te ji mere nedigot! Derwê dibêjê min ji ware got! Min di xwest ez we ba nas bikim ta ku ez karibim ji were bêjim. Apo Osman dirabê eniya wî maçdikê û jêre dibêjê min yeqîn ne dikir xortek di temenê te de hewqas bi semaxbê û xwe girtîbê û karek wesa bikê!
Derwêê mele Silêman tevlî wa bû û bi wa re xebitî ji bo damezrandina yekemîn partî di nav kurdê Sûrî de.
Pitî demakî Osman Sebrî ji Derwê re dibêjê de veger Qamilo û wa xorta bibîne û yekî ji wa bi xwe re bîne û emê filan rojê hevdû li mala Dr. Ehmed Nafiz bibînin. Derwê tê Qamilo û hevalê xwe dibînê û rewa vegera xwe ji amê ji ware îrovekê. Xort jî bi va nûça adibin û ji Derwê re dibêjin tu çibêjê wek te here. Soza wa tê Derwê diçê ser soza xwe lê hîn wî ji apo Osman û Dr. Nûredîn re ne gotiye ez yek ji wa kesê ku ev komele damezrandine. Dema ku Derwê bi tenê diçê ser soza xwe û apo Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza wî dibînin va ew bi tenê hatiye jê dipirsin Ka çima xortê komelê bi tere ne hatine!. Derwê ji wa re di bêjê ezim xortê komelê! Apo Osman cardî eniya wî maç dikê….
Derwê di got: di sala êsta de dema ku rêjîmê dest bi girtinê kir û bi seda dihatin girtin û çi kesê ku darek yan zilehek lê didan wî hertit ji asayêre digot û ji ware imze dikir û ew diberdan. Derwê di got evê yekê hit ku berê partî bikevê herfandinê û roj bi roj baweriya milet bi partî kêm dibûn û milet xwe hin bi hin jêda pa. Di bêjê min ji qiyadêre namek and û di namê de min ji ware got! Ez di bînim çend kes ji me evê ku em bazdayî herin xwe bidin destê asayê û em berxwedanê di zindanê de bikim ta ku baweriya milet bi partî vegerê!! Di bêjê qiyadê ji min re gotin ev karê  dînaye! Ma çawe emê bêjin bila heval herin xwe bêxin destê asayê de. Derwê dibêjê min ji ware got: Ma hûn na bînin rojna pêncî heval tên girtin. Ew sibî têne girtin êvarî têne berdan û ji ware imze dikin? Qiyadê got: Ma çawe em nabînin. Derwê dibêjê pitî sê miha qiyadê sozek ji min re danîn gotin bila werê ser vê sozê em di xwazin wî bibînin! Derwê diçê ser soza xwe bi qiyadêre. Qiyade jêre dibêjin ma hîn tu li ser raya xweyî, ya ku te di got: gerek hin ji va hevalê bazdayî herin xwe bidin destê asayê û ber xwedanê di zindanê de bikin ta ku behweriya milet bi partî vegerê! Derwê dibêjê belê ez hîn li ser raya xwe me! Qiyade ji Derwê re dibêjê tê herê? Derwê dibêjê belê ezê herim û berê xwe didê wa hevalê ku di civatê de rûnitî ji bilî qiyadê ka kî jiwe wê bi min re werê? Lê ew heval dibêjin em nayên (ez dikarim navê wa havala jî bêjim lê ez bawerim dem di sere çûye ber bimînê). Derwê diînê ji bavê xwe re dibêjê hin cilê min ji min re bînin ezê herim zindanê bi mêranî. Birayê wiyê piçûk (bavê Kawa) cilê wî jêre dibê û Derwê Hentûrekî ji xwe re kirê dikê wê çaxê tombêl li bejêr kêm bûn û berê xwe didê dezgihê asayê li ber derî da dikevê ji yê harisre dibêjê here bêje ser bazê xwe va Derwêê mele Silêman hatiye.
Dema ku Hukmet Mînî dibhîzê Derwêê mele Silêman bi lingê xwe hatiye. Dibêjê bi lez wî derbaskin!. Derwê diçê Hukmet Mînî. Hukmet Mînî jêre dibê ser çava hatî bê goman tu hatî bi mere kar bikê? Derwê dibêjê na! min bihîst ev bû çend car hûn li min di pirsin ez hatime ka we çi di vê? Hukmet Mînî jê di pirsê ma tu partîy?. Derwê dibêjê belê ez partî me! Hukmet Mînî jêre dibêjê ka tê çi Ji min re bêjê? Derwê lê di vegerênê dibêjê ez ne hatime ji tere bêjim! Hukmet Mînî ji Derwêre dibêjê Kurd li Sûrî nînin hûn ji Serxetê hatine em we xwedî dikin wek mêvan ica hûn doza welata dikin! Derwê lê di vegerînê dibêjê em xwediyê vê axêne ji bav û kala de ev erdê meye hûn mêvanin û yê te bi xwe tu  ne Erebî meyzê ka bavê te kiye û seda sed wê bavê te yekê kurd bê çimkî Ereb pozê wa û lêvê wa  mezinin û çavê wa jî bi ser zereve diçin titekê te bi Erebare nîne!. Dema ku Derwê vê gotinê ji Hukmet Mînî re dibêjê. Yê ku Hukmet Mînî dîtî ew dizanê Hukmet Mînî çawe bû. Li Derwê dixê ta ku Derwê ji hiê xwe diçê û xwîn di dev û pozê wî re tavêjê……….
Dema ku Derwê di zindanê de bavê wî carekî xwarinê jêre dibê û diçê ber dergihê asayê û ji ware dibêjê min xwarin ji kurê xwe re aniye. Yê li ber dergih ji mele Silêman re carek do dibêjê ji vir here lê mele Silêman naçê yê li ber dergih jêre dibêjê ji vir here nehlet li ola te bê! Mele Silêman lê ve digerînê û dibêjê ji te carekî ji min sed carî heger ku ne ji vê olê ba tê niha di zindanê deba û wê kurê min li ber dergihê zindana teba ji xwe vê olê ev aniye serê me!!.
Pitî sal û nîvê Derwê ji zandanê tê berdan. pitî ku ew tê berdan  di vegerê nav refê hevalê xwe û bi vînek bilind tir û xort tir. Navê Derwê bilind bû û Derwê hate nas kirin ku xebatkarekî can fidaye û mêrxasekî bi semaxe. Pitî ku partî bû di parçe Çep û Rast çêbû Derwê bi parçê rast re girt lê gelek cara çû cem Berzaniyê nemir ji bo ku herdû parçê partî li hev vegerînê. Cara dawî Derwêê mele Silêman û çend hevalê dî navê wa evin Sadiq Necarî ji Efrînê Mihemed Emîn ji gundê ebek û Hecî Mihemedê Kejê ji hêla roj avayî Qamilo û Hesen ji gundê Um Hicêr çûn wê herin cem Berzaniyê nemir di gundê Quldûman re lê mixabin yê rêber ew xistin destê rêjîma Sedam de û ew birin zindana Qesir Nîhayê û yê ku di çû wê zindanê ew nema di vegera. Lê dema ku Berzaniyê nemir bihîst Derwêê mele Silêman di zindana Qesir Nîhayê deye pir adiz bû û ji asayê  oreêre  got: hûnê çend ser bazê rêjîmê bigrin ta ku ew Derwê û havalê wî ber nedin hûn wa ser baza bernadin û rêjîma Sedam mecbûr bû Derwê û hevalê wî dane Berzaniyê nemir û Berzaniyê nemir jî ser bazê wa dane wa. Bawer dikim yekê weka Derwêê mele Silêman yê ku Berzaniyê nemir jibo wî ser bazê Êraqiya girtin ta ku ew ji zindanê da berdan newê ji bîr kirin. Ev bi kinayî ji dîroka Derwêê mele Silêman… lê ez vê pirsê ji her kurdekî dikim!? Gelo çima em xebatkarê xwe oregerê xwe hevalên rêya dirêj zû ji bîr dikin pitî zindan û bazdan û birçîbûn û lêdan û epirze dibin em nema guhê xwe didine wa ma eve mafê oreger ma eve mafê xebatkara…..!? ma gelo rêxistinê miletê xelkê wesa ne ew jî xebatkar û oregerê xwe zû ji bîr dikin û nema navê wa jî tînin ser zimanê xwe. Mixabin xebatkarekî weka Derwêê mele Silêman li biyaniyê hate kutin bi destê yekî Nazî li Elemaniya Fediral…
Ez bawerim bi diha ger ku ne bi seda bê xebatkar û oregerê me hatine ji bîr kirin, ma ew kesê ku bi mala xwe bi canê xwe bi dihê sala di nav refê tevgerê de mayîn û birçî mayîn û hatîn girtin û lêdan xwarîn û zarokê wa epirze bûyîn û dawiya dawî tevger wî, wî ji bîr dikê. Gelo ev ne zirare ji tevger û milet re ew zarokê wî malbata wî dûrî tevgerê nakevin. ………….!?    
  Ev wêne di sala 1962 an de li zindan Dêra Zorê hatiye girtin û ji sala 1970 – 1973 an de li celdê bajarê Zaxo dihate firotin  wêneyê oregerekî bi nav û deng






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1594