Helîma Gozê, mastfiroþa bê deng
Dîrok: ÇáÓÈÊ 11 ÃÈÑíá 2009
Mijar: gotar



  Abdulqader Bedredîn

Di kezeba spêde, bi bangdana limêja pêþî de, bi qêrîna dîkan re, bi derketina Firmano bi çend mî û pezên xwe re, dema berê xwe dida Sebaxa Hemo, bi gurgura matorê Namo û Emîn yên sê lingo, û bi derbuna Hecî Sedîq ji malê dema berê xwe bi ber mizgefta gund ve dida, di wê çaxê de, Helîmê kar û barê xwe dikir û herdu satilên mastê çêleka zer, ko ji þevêdîve hatibun meyandin, yek li ser serê xwe rast dikir, yan dinê jî bi destê xwenî rastê bi cî dikir û skakên gundê Cimayê yên teng badidan, geh bi tozin yan jî bi çirav û herya reþe,û berê xwe dida cada Qamiþlokê û herweha di ber pirka Mihsin, pirka Yogo û pêrgî kêzîna ziravî bê mirad û ya mezin jî dihat û di gundikê Dalînan de diburî û di ber Enteriya Miradê Kinê, Musa, Ibrahîm û Evdilo yê dengbêj re derbas dibe,bi zelal buna rojê ve dighe arasa Qamiþlo.


Cansivikya wê û dilxweþiya wê dibûne sedemên xweþfirotina mastê wê,û bi lez û bez dadgeriya malê, lê vê carê di þûna herdu satilên maste de,xwarin û þînî berdêlî dikir û dihate malê, da ko maliyan ziktêr bike.
Gozê xeswa wê dihat, pîrejineke qedirzanbû,kêm xeber û axaftinbû, eprê li ser carka wê dorpêç bû, di çilê havînê de qet wê xwydan ne dida û tî ne dibu, te diko qey jiyana wê bê havîn derbas dibe, yan jî hersê mehên germê ne dinasî.
Xelîlê Gozê mêrê wê dihat, ew jî mirovekî bê kar û xebat bû, aþiqî xwe bû, rojên xwe li ber ayn û neynikan derbas dikir, himetiya porê xwey boyax kirî jêre derd bû,herwekî rê ne dida mûyên sipî ko derbasî pirça wî bibe, solên lingên wî hertim bi soreve bûn, bi boyax û firçe bûn,herwisa resmê xwe têre di dît, þalê wî bi ûtî û þayîk kirî bû,mirovekî evîndarê xencera xwe bû, nemaze dema li ser kêleka rastê bi cî dikir û dawiya serê wê yî badayî dibin êlekê wî re xwiyanî dikir, ev mirov xwe dûrî civatê dikir, baweriya wî bi tu kesî ne dihat,ewî herkes didît ko þaþ û nezane û herweha bi siyasetê jî mijûlbû, navên mezin û navdar di anî ser zimanê xwe mîna Xoroþov,Stalîn û Hitler  gelek seyrbû bi wan.
Helîma Gozê jineke çeleng û jêhatî di hat xweyanîkirin di nav gundê xwe de, jiyana xwe bi daneheva qirþik,pûþ û êzingên Diyar, û Bane hebanê, bi piþtiyan li hewþa xwe kom dikirin û êmê çêlekan di destpêka Biharê de giyayên nazik û rexil bi Milan dikþan de ber devê dewarên xwe,di havînên pir germ de bi paleyîyên Nîskande di domand û bi eþêfên pembû werzan re diburand, li pey van havînên rojdirêj û germ, mehên payîza hînik dihat,û div ê demê de kar û bare çile dihat kirin, da ko germa zivistanê misoger bikin û li hawîr sopa AL-KEWKEB AL ÞERQ xwe dorpêç bikin û hilma wê bikþînin.
Ev jina kedvan, berxwedanek bê pîvan da hemî maliyên xwe, lê mixabin di dawiya saet û rojên xwede felek lê ne hate xweþiyê û di rojeke pîroz de di Newroza vê sale de bi destên reþ û qirêj hate xelatkirin, herweha koçberiya wê mina jîningeriya wê bê dengênî çû.
Mustafa52@live.se







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1590