Hijmara 20 an ya miha Ilon ya (HAWARA N) kete ber dest xwneran de
Drok: 10 2006
Mijar: Ne


Li Hewlêrê , paytexta herêma Kurdistanê hijmara nû ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo çanda Kurdî wê mihane derdixe , kete ber destê xwênerên  xwe de .
Kovara Hawara Nû kovareke hizrî-ramyarî-çandî ye mihane li Hewlêra paytext derdiçe û li seranserê Kurdistana azad tête belavkirin . Hawar bi zimanê Erebî û herdû zaravayên Kurdî (Soranî û Kurmanciya Latînî) derdikeve.


Hijmara nû ya kovarê (20) , bi  gelek mijar û babetên cuda cuda hatiye xemilandin . Sergotara hijmarê derbarê " Dadgehkirin û Tawanbarkirina Sedam yan zivrandina pûyetê bi peywendiyên Kurdî û Erebî"diaxive. Di bee Erebî yê kovarê de em rastî van babet û navnîanan tên : dosiya hijmarê (Lubnan diewite : cenga Hizbullahê ne ji bo xêrê ye – Rojhilat Navîneka Nû , çima na ? – pirsgirêka serketin û têkçûnê di erê Lubnanê de – Gelo encamên siyasî yên erê Lubnanê çi bûn ? – Gelo Emîndarê Gitî realeta fermî ya
Erebî derdibirre ? ) , dosiye ji layê mamoste Selah Bedredîn ve hatiye nivîsandin .
Ramanvanê Sûrî yê opozisiyonê Burhan Xeliyon derbarê " Têkçûna Diwemîn ya Colanê" de ,qise dike .Cirîs Hamis bi tundî dinvîse ku " Selahedînê Eyûbî di gora wî de aciz nekin û oreên gelên serketî xirab nekin !" . Nivîskar Ferîd Heddad jî li dora erê Lubnanê wisa dinvîse " erka welatperwerên Lubnanê ya yekemîn têkbirina dijminan û avakirina dewletê ye ", û di dawiya vî beî de du babetên giring derheqê pirsa Qubtiyan cihê xwe digirin .

Her weha , di bee Kurdî -zaravê Soranî de deqên  korr û semînarên ku Kombenda Kawa wan her hefte lidar dixe bi firehî û tevavî hatine pêkêkirin tev li hindek gotar û nivîsên din mîna :   " Pitî 60 salî , Partiya Demoqrata Kurdistanê berbi ku ? " ya S. Bedredîn , " Di vê serdemê de tenê demokrasî pitigiriya ayîn û neteweyan dike " ya nivîskar û mêjûvanê kurd Ebdilxaliq Sersam , semînara birêz Ebdilxenî Elî Yehiya " Koçberî berbi Herêma Kurdistanê ve " , semînara birêz Zeman Ebdê " Kurdistan li berdem alawakanî Enfal de " .

Beê Latînî yê Hawarê jî çend babetên giring dihewîne û li pêiya xwendevanên xwe yên birêz radixe . Ev in hindek mijar û navnîanên vê jimarê : wergêr û nivîskarê Kurd Besam Mistefa herdû nivîsên xwe yên mihane û li ser xelekan berdewm dike " Kurd di navbera terrora deweleta neteweyî û Islama siyasî de –xeleka 3" û " Pirtûkxana Kawa –ya ku vê carê pirtûka helbestvanê Kurd Hamid Bedirxan Komkujiya Helebçe dixe bin ronahiyê de " . Nivîskar Aras Dîbo jî li dora helbestvanê Kurd yê bi nav û deng Goran gotarekê bi navê " Goran Ebdellah-Helbestvanê Kurd û Kurdisatnê " diweîne .

Xwendevanên birêz dikarin kovara Hawara Nû li ser malpera wê ya eliktronî jî              
    bixwînin.www.hevgirtin.net .









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=154