GURÎN
Dîrok: ÇáÎãíÓ 13 äæİãÈÑ 2008
Mijar: Helbest



  ZAGROS OSMAN

hêsrêt  yara min kilkirin 
bi xweliya şewata hêlîna xewna  min
jibo  xaçekî  ji agir… lidarxin
di sibeha minî kur û kem de
 amudê efsanek zikmakiya
hertimî … şewat sozê xwe pêre heye
***
li  ser qevdikên destên dayikên bi girî bilya ne
neqşên deqandî  hene
qehra biroskan… dibêjin
li amudê çend mesîh  şewitî  ne
çend… perestgeh
çend… xanî û mal
***


dîroka  serhişk
toz  pê nikare
her şewatek
pîzotek  xwe heye
 di dilên  bêzar de
baweriyek…nemir 
***
amudê   … ji ku de emê destpêbikin
li ku de emê bi dumahî bikin 
derdên te… xaçirêkên xwe  dirêjin
li vê derê xwe vehêsî ne
pala xwe bide şermola û raze
jibo tenberiya te
bi şehê dara hinarê … bişkinim
bo biskên te hine bikim
çavên xwe bigre
bo ji  westandina te
ez  romanek  nayê  nivîsandin bihûnim 
ta ku ramîsim
wan guliyên bi dîwarên malên tev daliqandî ne
 ***
ji êvara teyî bi xwîn
di xeyalê minde steyrên rîhanê
pîzot şiyar kirin 
liba zeytûnê
li ser şax bûye… tenî
li kujeran digere
stirî di bextê koçeka de… şînhat
de  bihêle
ez bi xweliya zenglên  dêrên tey berdayî
daxuyaniyekê  binvîsînim
çil û heft kul çûn
û hîna wêne ne diyare 
ezê ropelekî dîtir bavêjim ser ropelên sergerdanê
bîrwariya bicivînim
bîrwariyek berya min hebû
ez  afirandim ez kirim dîrok
bînerê… bi tenha …tenî bû
ezê li serê xwe siwarêm
û bihêlim  xwelî  saloxdanê bide
***
xweliya amudê
darin … mirovin
bêhnxweşî  û  bînadarî ye
çîrokên… ku rihet nabin
***
dîmen çawa pêket … dîmen
demsalek  dîtir bo şewatê
tiliyên belo …xwestin
bi agirê zikreşiya xweyî nuxmtî  bileyizin 
welatek daqurtandin
jê têr nebûn
çavên xwe li nêçîrek nuh gerandin
amudê bûka şewatê ye
ji bilî şewatê çi maye  ku wî nêçîrbikin
bêbextî nêçîrvanekî jîre
nêçîrê dajo
wê di xefka werdike
bi kevirekî… gelek çivîka di kuje
xefk ji darê zorê û qederê û wêneya çêbûye
nêçîr ji deslanî ketiye
dehf … nifirek mayindiye
daye ser pişta bajarekî
 xwe bi lawên xweyî çav reş paye dike
***
amudê awirên wan… ne xwend
sozek bi dojehê re heye
dayik bi karên xwe
û qerwelkan daketibûn
bavik çûn çayxana
ji qedehê çayê û lîstika qelemaça
payebûna xwe dadigrin
û kulîlik û gul û çivîk derketin
çûn dibistanên ji kelpîçan 
****
bêguneh li ser qutyên teneke rûniştin
li hêviya  fêr û  mamosta  ne
amudê bi çav reşiya çêlîkên xwe… dilşaye
bi lewasiyên di   çayxana de… di çirisîne
ji bînxweşiya dehla… serxweşe
ji fîxana bilbilan …ahenge
li ber awazên qerebalexa dibistana
dîlanê dike
hajxwe nebûn … û nebûn 
di kêlîka ku hajxwe nebûn 
mirinê xwe kişand dibistana
yê nehtor û yê kujer pîlangerandin
sipartinde de destê mamosteyekî  beyanî de ye
mamoste bêbextî  bi şandiyariya xwe re kir
şagirtyên xwe bi derewek şêrîn ve  girêda
rîhan ajotin ser şewatê
biryar ew bû ku spartinde ji desxwe berde
ebdul selam şêx helîm
husên ehmed
corc qiryo
fewzî kifte
mîna wan bi sedan
rîhan û terhik
peyvên  mamoste bo şehrezad
ew dilbijandî kirin
li ber nizaniya  xwe ew pelûbûn
nave sînema li wan siwar hat
dehfkê ew xapandin
*** 
zarokên bajarekî 
li qorzîkek jibîrkirî di cîhanê de
navê  sînema bihîstin…cadûbûn 
bi  dilçûnê bilayan
bi coş û dilgerm bûn
bawerî bi mamoste anîn
pey  ketin û çûn
di salonê de ew komkirin 
û  vekişya 
berxên amudê bê şivan hiştin
destên veşartî  dergeh kilîtkir
salon bi donê  mirinê pêçaye 
şewq  vemirîn
nêçîr li ber xefkê amede ye
*** 
qeya destek  gerand
wêne di livin di peyivin 
zarok  matmayî dimînin 
dîmen li wan siwar bû 
hişên xwe ketin xefkê de 
*** 
cîhanek dîtir di tarîbûnê de… dimeye
dolên  nijdevan û talankeran
kewijandina wan livya 
xefk li ber nêçîra stembar vedan
hejmar durist bûye 
***
ji nişka ve qiyamet li salonê rabû
gurên  agir
li berxên amudê derbûn
pêlên sincirî
di rûhinarkên kulîlka de di zûrin
qîlên agir bi laşên nazik ketin
dest û lingan û guhan
di keritî ne
qamçiyên şewatê li ser bişt û zikan
rêka  vedikin
şitlên di kumçika buhara xwe de
donê wan herikîn
mejiyên  wan  hilyan
çav di rjin … bêvil di birijin … tilî di şewitin
***
salona sînemê
ardûwên  wê ji mirov û kevira ye
salon çû xwarê bû dojeh
haşer û meheşer
allah û ekber
***
dîmen wergerya
wêne li ser dikê nediyare
fîlîm qut bû
jibo  şano dest pêbike
zarokên bizdandî
hatin bo temaşe bikin
lê ew bûne  dilê dîmen
bûn temaşe 
dojehe … dojehe … dojehe
dîwar di sincirin
serban dihilin
kevir ji hevdikevin
agir û dûmane
xwîn û cî û dem namînin
salon ji hebûnê  dikeve
en li salonê hebûn dibe nebûn
ne … av
ne…  ba
gelo hebûn li ku derê  maye
***
gurîn şano ye
 sînaryo wê  kujerekî …nivîsand
hunermendên  wê  zarokên  bêguneh …lîstine
kiryarekî nepen …  derhinêrê   
salon …  li cîhanên dîtirin  dojehe
temaşevan qirêja …netewa  ye
lehiyek ji agir çep û rast
zaroka li ber xwe dibe
pêlek wan davêje jor
û ya dîtir li bin guhê wan dixîne
qerebalex  û qîrînên bizdandî hene
***
dema ku qiyamet radibe
wê kî hewarê bibhîze
dema ku roja hîsab
wê kî li qîrînê guhdar be
***
zaroka  hevdû ajotin
bi her  aliyî ve çûn
di gurînê de winda bûn
can nebedî bû
êşa şewatê … paşayê kuştinê ye
rê qedexe kir
li ber derî êş nayê hilgirtin
li ber penceran nayê pîvan
yên xwe avêtin ber dîwar
dîwar ew birijtin
zarok ji êşan  kêferatê dikin
***
biryar ahinga şofînîstan bû
jibo me têde bibrêjin
ey selah aldîn
di guldanê de
xweliya gewdên niviyên te
li te vegerandin
li ser goştên wanî taze
bi qîlên xwe
sipasî  ji tere  nivîsandin
qenciya te jibîrnekirin
ji nêçîrê têr xwarin
kê got : dojeh têr naxwe
wan ew têr kirin
bela dojeh  nava  xwe 
ji we re veke
ta ku hûn bibînin  çend sed berxên  amudê  xwariye
***
bav bi konkan û ternîbê bilyabûn
gurîn girnijî zimanê xwe veziland
dûman hilkişya
bihna kezebên birajtî belabû
amudê korsek bang dike
şewat … şewat
***
kîna  êl û îdyolojya li ser masa payebûnê
 li  pey xwe hştin
di dojeha  ku  li wan qelibî  bazdan
hilma  qûnên paytextên
ew  perçekirin
bêvilên wan dagirtin
û li vêderê bihna birjtina seriya beladibe
***
gurîn hestiyê xewnên bi şewq dicû 
bîntengî bi çav û dirûn ket
şiyar bûn
bê  tirs pêşve  çûn
çav reşa
li qedera xweda pirsîn
ew jî  derew  bû
çi sud heye
di nalîna mêşa hingivî  di
ku bi şewite
di helkehelka gulek de
ku bi dûmanê bînçikandî dibe
di hewara zarokekî agir wî dixwe
di êşa darekê
ku bûye tenî
***
jin bûn nevêl
axê li serê xwe dikin
amudê … çend kerbela di nava tede hene 
dayik şînê dikin
li sîngên xwe dixin
guliyên  qîza jêdikin
ruhinarkên xwe diqelêşin
ferîda elî
daket dojehê
şer dike
mihemmed axayê degorî 
pîsbûn  qebûl nekir
lingê xwe li gurînê xist
kubarî  pê dike ve 
xwe berda nava êtunê 
şerekî dijwr bi  agir re dike
di her daketinekê de
dû zarokan ji nav lepê mirinê direvî ne
wan dixe bin baskê felatê
di meydanê de çû û hat
dûbare hewldanê  dike
birêzekî amudî resen û çavreşe
kurê dayek serfiraze
bang lê dan :
axa kurê te ne li salonê ye
li wan vegerand
tevde kurên minin
hovitiya qederê
mêranî qebûl nekir
Mihemmed serî danexist
ta ku bi destên berxwedanê dike bigre
 û zarokê  dûmahî 
 ji dojehê  rizgar  bike
mêrxasekî  hêja guhneda mirinê
lê qedera bêxt reş
ji dawîde lêda
demirekî  sincirî ew  nêçîr kir
jibo  bobelatê  bike dû qat
hêviya wî jibo felata zarokan  qurmiçî
bi şewatê şehîd ket
kerwanên zarokên xweyî şehîd
dan pey xwe  û çûn hêla kuçberiya mayindî
ji canên terqyayî re bû  bav
li esmanê amudê
dûvstêrek bilind bû
li ser stêrek dûr danî
tebatê  bo zarokên qurmiçîn di xwaze
***
ev dîtin li ber çavên hemî  jinên
 ku gula datînin ser gorên  miriyên xwe
ev  dîtin rondikek di herike
 li  ser ruwên her kesên
 ku fatîhe li goristana amudê di xwînin
***
koçê ji cîhana stemkar barkir 
lê yê nijdevan  melheze  çêdike bo şewatek dîtir
dojeh ji bajêr kişya
lê dîmen di ciyê xwede  tarî maye
xwelî … wêran û xopan … di pêje
xwîn û hestu … di bêje
rastî  mîna zilindarê tazî maye
bajêr laşên şewitî  gewdên peritî  vexwar
***
dayikan baweriyên xwe yî  belebûyî kolan
li nîşana berxikên xwe  digerin
kefen dan pey hev  kişandin goristanê
wê kî here behiya kê
şûn li mala ye.. li kolana ..li dibistana
*** 
careke din
dojeh  di rehan de
di wijdana de gur bû
bobelat  nayê hilgirtin
agirê sînema vemirî û yê dila pêket
***
amudê tevna  mijûl û  metala vedirêse 
ji qehra
xak  û esman û derdan  dihune
konê şûnê vedigre
Mihemmed hiso bang kir
birano girî rumetiyê nade cangoriyên me 
werin emê kefenên zarokên xwe
ji pirotisto çêkin
emê yê gurîn şiyar kir tawanbar bikin 
***
dîmenê dumhî  hat
dojeh ji cîhanê kişya
di neqeba hebûn û nebûnê de
derewek heye
mirovayetiyê ji bilî rêûrismê şêweyî  tiştek nekir
nuçeyek bilez di radoya bbc de weşiya
bobelat ji bîrkirin
xweliya şehrezad
şojineke di çavê mirovatiyê de ye
sêsed şitil qurmiçîn
di gulistanekê de ew binax kirin
û bi dîwarekî ew pêçan
û bi putekî nediyar ew xemilandin
gotin li vê derê pirsgirêk bi dumahî bû
***
gul bişkivîn
gulistana jibîrkirî bû ziyaret
dara tuwê hezar pirs lê ket
pirsgirêk di dilê bi kul de vekirî maye
wê kî dilê dayikên kezeb şewitî  kilît bike
di nimêjên xwede birîna vedilorînin
bîrwariya  bêtebate  namiçiqe
tev şewatan
amudê dimîne û her wê bimîne
stiriyek di qirika kujeran de
wergerandina çend bêjeyan :

ــــــــــــــــــــــــــــــــــــ

koçek الرهبان -   
bîner  -  الشاهد
pîlangerand التواطىء -
sipartinde -  الامانة
şandiyarî  الرسالة -
cadûbûn  مسحور -
nevêl -  خوارج
dûvstêr الشهاب -
behî العزاء -

ــــــــــــــــــــــــــ

li min megrin helbesta min pir dirêje mîna derdên ew dayikên ku jibo wan min ev helbest verêsandiye , çimkî piştî 48 sala hîn birîn wek xwe ye êş û şewata xwe gur dibe , sal bi sal zincîra qurbaniya li vî weltê dirêj dibe ,di gel xwe de çemên xwînê û hêsran û êşê dirêj dibin , xene dûmahî bo vê efsana zindî nîne , ku ti serdana amudê bike wê taya sînemê te biger û bo te bibe saw û girêk , ti nema kare wê jibîr bike , jibo wilo helbesta gurînê wek girêkekê ji navbira gelek girêkan diyarî we dikim .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1346