Helbestên kurdî li Bonnê hatin xwendin
Dîrok: ÇáÃËäíä 03 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: Nûçe





Komîta amadekar a roja helbesta kurdî, bi piþtgiriya komela Yasa û weqfa Þivan Perwer di 2.11.08an de, li bajarê Bonnê bi helbestên kurdî hatin xemilandin. Di vekirina mehrîcanê de herçar endamên komîtê bi hev re derketin ser dikê û pêþewaziya mêvanan xwe kirin û kêliyekê li ser cangoriyên peyva kurdî û pakrewanên kurd û Kurdistan rêz giritin.


Pêþkêþvana helbestvanan ji aliyê Xunav ve bi çend hevokên bedew û hestiyar dihatin pêkêþkirin û moral dida helbestvanan. Gotina komîtê ji aliyê endamê wê Elî Cafer ve hate xwendin û piþtre helbestvan Keça Kurd endama komîtê bi gotinên xweþ xelat li xelatgiran belav kir, Xwendina birûskan ji aliyê helbestvan Xebat Þakir ve hatin xwendin û spasiya herkesên ku birûskname þandine kir. Kamêravan Kawa Þêxê ji serî hata dawî festîvalê wêne û vidio kiþand. Di navbera herdu vehesînan de hunermendê hêja Zubêr Salih bi bizqa xwe dilê wan þad kir. Hêjayî gotinê ye, dema ku mirov berwerdiya îsal bi salên derbasbûyî re bike dê cûdahiyeke berbiçav bête dîtin. Wekî diyar e, hijmara kesên ku li mehrîcanê amade bibûn li dora 200 kesî hebûn û bi dehan helbestvanan helbestên xwe xwendin. Herwekî me di bangê û vexwendinê de jî xwendibû ji her perçakî Kurdistanê Edib Çelkî (Baþûr), Hesen Îrandost (Rojhilat), Mihemed Tanrikulu (Bakur) wek mêvanên rûmetê hatin xelatkirin û wek helbestvanên beþdar jî, helbestên xwe jî xwendin. Xelata mehrîcanê ji xwediyê pêþinyara pêþîn ya ku beriya 16 salan hatibû kirin re hate dayarkirin ew jî helbestvan Ebdulmecîd Þêxo ye. Xelateke taybet ji bo hunermed Zubêr Salih jî wek hunermendê mêvan hate pêþkêþkirin. Wekî ji me jî diyar bû, ku mehrîcana îsal baþ hatibû organizekirin û mirov kêm caran þaþ didîtin. Niha jî em ê navên helbestvanên ku helbest xwendine û birûsknameyên ku ji komîtê re hatine þandin û li mehrîcanê hatine xwendin ji we re rêz bikin.. 


Helbestvanên beþdar ev bûn:
Ebdilmecîd Þêxo, Azer Osê, Arþevê Oskan, Cankurd, Ebdurhiman Efîf, Dîlan Zêbo, Dilyar Dêrkî, Husên Hebeþ, Hêmen Kurdaxî, Jandost, Keça Kurd, Kawa Þêxê, Mizgîn Hesko, Nezîr Palo, Nedîm Yûsif, Serhan Îsa, Xebat Þakir, Þêx Xelef, Dilþad Omer Kakî.

Birûskname ji sazî û destgeh û kesayetên kurd ev bûn:
Pena Kurd
Saziya Çand û Hunera Rojavayî Kurdistan
Hevgirtina Rewþenbîrên Rojavayî Kurdistan
Mala Êzîdiyan li Bonnê
Instituta Kurdî Li Berlin
KNK
Partiya Yekîtiya Demoqrat Kurd Li Sûrî/ þaxê Ewropa
Partiya Demoqrata Pêþverû Kurd Li Sûrî / þaxê ElmaniyaPartiya Rêkeftin Li Sûrî/ þaxê Ewropa
PDK/ Bakur
Malpera avestakurd
Malpera efrin
Eskerê Boyik
Heyder Omer
Perwîz Cîhanî
Ezîz Xemcivîn
Salih Cafer
Bavê Narîn
Melvan Resûl.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1323