Dildar Îsmail
Mûmeya yekemîn li ber min vêket
Pênûsa cegerxwîn bû
Gula ku dilê min geþkir
Helbesta xemgînbû
Xwendina zimanê kurdî bû
Sed saliyek bi rûmet dibhure
Þiyarkirin çavên raketî
Vekirin qeydên girtî
Çirandin rêçên tarî
Cegerxwîn peyvek buhaye
Buharek bi xemil û rengîne
Dengek bi êþ û nalîne
Ceger û xwîn hemî evîne
Dimîna ronahiya her dem
Sorbûna roja her þeveq
Dibistana helbestan
Jiyanek nû þahî û dildarî
Cegerxwîn herdem bi hêvî
Her dem bi nûbûn
22.10.2003