Zimanê daykê û kesayetî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 18 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: gotar



    Beþîr Mele

bi geþepêdan û guhertinên þêweyê jiyana civaka mirovan re, ziman jî
 gerekdarî derbirînên taze dibe. ku karibe bersiva wijdan û pirsgirêkn li rû hestên mirovatyê xwe vedigrin bide.
 di pir hêlan de," kêmanî ne ya zimên e ,di derbarê derbirînê de,dema ku fikr bi xwe di kêmanya têgihþtinan de be"(1)  û nikaribe ,ziman bi nazenînî bi xebitîne."fikir dûrî bêjeyê nikre bijîte …ziman nîþendeka herî bihêzê di gewdekirina tiþtên giyanî û diravî  de"(2).rola zimên ya sereke ye û faktora yekemîne di parastina kelepor,sinc û wijdanê her çînên civakê de.


Ji bîrkirin yan ne bikaranîna zimanê netewî,birrînek e bingehîn bi xwere tine ,qonaxa borî ji dîrokê winda dibe.civaka bê pêþeroj ,civaka bê bingeh û paþeroje jî.ji lewra metirsiya ,ku zarok ne bi zimanê daykê fêrî zaniest û nirxên wijdanî dibin,tehlûkeyek mezin di hestê wan de ava dibe .
"divabe zarok di binya deh salan re hînî zimanê biyanî nebin" (1) ku karibin mejyê xwe þîr bidin, bi zimanê daykê ji bîrwerî ,hiner ,kevneþop û dîroka xwe.
da di avakirina keseyatya zarok  de ,ev kevrên yekemîn bi cîh bibin.vajî vê ,zaroka ku ne bi zimanê daykê mezin bibe û hînî hiner û dîroka xwe nebe,bi zûtirîn tiþt talan dibe,û xwe li ber bayê asîmilysyonê nagire.
Di vê pirsê de dagirkerê kurdan û her dagîrker di  dîrokê de ,gava pêþî û seretay ,zarokên  gelê dagîrkirî ,bi ziman û rêbazên xwe wan perwerde dikin, zmanê wan yê resen qedexe dikin.nifþên weha qonax bi hesanî asîmile dibe. Li çar hêlê Kurdistan.tirkirin ,firskirin û erebkirin,di asta herî bilin de ye. ev rêbaz di bingeha xwe de ,ji tevkujiyê dijwartire.di piþavtina netewan de ji hêza Atomê jî bi tund tire.bê ceng û þer miletek ji resenya xwe dadiger û bi xwe xwe dikuje.
Ji hêleka dîtir gelê ku du zimanan bi kartîne jî, weke tovê tunebûna xwe li pêþya xwe diçîne. Bikaranîna du zimanan ji hêla hest û wijdan de diyardeyek neyênî bi xwere tîne." dema du ziman di bin banekî de hevcîh dibin,sar û cemidî namînin  ,di nav bera wan de nakokî û dujtîk veþartî heye .
Bi kêferatek çînayetî  dizê"…(1) û dibe sedemê birakujya fikrê.miletekî ku newekhevî di fikra wî de peyda bibe,miletekî ne saxleme.
Civata fewdal bi hemi êþên xweve ,ji civaka bajaravanya kurdên îro  ji vê hêlê ve bêtir li ber xwe dan.qonaxa wan xeleka bingehîn bû ji bo zimanê kurdî ,pir tiþtin hêja bi nirx ji vê qonaxê re afrandin.li himberî van kedên mezin ,mexabin bajarvanya  hin kurdan, bê þer û ceng zimanê xwe teslîmî widabûnê dikin.ew dizanin bê çi dikin ? nirxên pêþeroja borî bi tevayî winda dikin.(ji bo kurdên bakur metirsiyeke cidî û berçav e)
Metirsiyeke bê hempa ye, ku miletek zimanê xwe bikar neyne û bi xemsarî nêzîkî zimanê xwe bibe; tê wateya ku xwe ji kok û bingehên herî pêwîst dibire.ziman ne tenê azîne , ragihandin û guhestna fikrane;ziman dîrok û felsefa hebûna civaka mirovane.dibe mirov bi zimanekî dîtir hînî çand û dîroka mirovatyê bibe.belam nikare bi wî zimanî, wijdan , derûn, bîranînên xwe;dûrî dengên zimanê  xwe yê taybet têr bibe.zimanê biyanî nikare di her deman de bibe elternatîfê zimanê daykê.hiner, xeyal û bîranîn ,afsane û filiklor…ev pêçayî zimanê daykê ne, û xalên bingehînin di avakirina pirsa kesayetya mirovî de.di vê hêlê de zimanê daykê ne kêmî giringya memik û þîrê wê ye di heman demên temenê hesas û zirav de….
Çavkanî:

(1)Malpera menaabir-Abdulah bin Trkî :ziman û wijdan

(2)Alî Harb:zimanê felsefê








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1252