Name
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 10 ÓÈÊãÈÑ 2008
Mijar: Helbest



Sîrwan Qiçço

Sînga te bûbû
Lîstikgeha birînên
Biyaniyê !
Ezê binivîsim... lê çi ?
Ji te re çîroka heyva
Wendayî binivîsim?
Ji te re bûyera kevoka
Birîndar binivîsim?
Yan çîroka xaça çêkirî..!?


Ne pêwîste..
Tu dizane ezê çi bêjim.

Belê... ew keça neh salî,
Hîn li xwe digere ji dema
Ku ji dayika xwe bûye!
Parsa nasnameyeke
Ewropî dike!
Kolanên Brûksêl
Dipîve
Û pêre digirî!


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1240