Cejna arema Sor proz be!
Drok: 14 2008
Mijar: Ne



 Cejna Çarema Sor, bi navê din ‘Çarema serê Nîsan ê’ li gorî bîr û beweriyên civaka me, roja afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarema Sor roja destpêka atî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de.

Çarema Sor, cejna civaka Êzdî ya herî mezin û watedare ku ji dîroka qedîm ve wek Sersala Kurdî tê pîrozkirin.          
Çarema Sor, ji bo tevayiya gelê kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye. Ev cejin, nirxekî gelê kurd e. Parastin û pîrozkirin ji mafê her kurdî ye.


Li gorî mîtolojî û baweriya êzdiya, berê Cîhan hemû avbû. Bi diharbûna miliyaketên xwedê re dinya tê meyandin, wextê Tawus-î Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye, lewma jî li gelek ciyan wekî cejna Tawus-î Melek tê pîroz kirin. êxadî di gotareke xwede wuha dibêje.
   "Çarem rojeke fadil e
  Tawisî Melek afirandiye  ji ek û dil e
   Bar tê nebê kesê ku î xafile
   Deng yeke û hezar reng e“

Di vê cejnê de, basimbar (ji ben ê rengê kesk, sor û zer) tê çêkirin. Wate ya basimbar xêr, bereket, pêîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her titekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem despêka ênbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên renge reng ji xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwîst û girîng ve têne dalaqandin. Di meha Nîsanê de Kurdên Êzîdî bûka dernaxên, ji ber ku  bûka salê bixwe meha Nîsanê ye.

Di van rojên ku em cejna Çarema Sor pêwazî dikin, gelek bûyerên girîng li welatê me di qewimin. Hîna atî û azadî li ser axa welatê me peyda nebûye. Zor û zextên dewletê û zaliman berdewam in. Hêzên erxwaz hin jî xwîna kurdan dirjînen û destên zarokên 14 Salî bi hovitî dikênen.  
         
Di despêka salê de hêzên dagirker (Dewleta Tirk) xwestin bi navê operasyona dersînor welatê me cardin dagir bikin. Lê bes, hisabê mal û sûkê li hev derneketin. Bi berxwedana lehengiya Zapê têkçûn û ev berxwedana bê hempa ji bo gelê me bû moralekî gelekî mezin. Lewra di dema Newrozê de bi milyona gel rabû ser piya û hêjî li ser piyan e. 

Gelê me yê bi rûmet;

Êzdî di roja me de hêjî li çar aliyên cîhanê ji hemû mafên xwe yên xwezayî bê par, koçber, sirgûn û derbederin. Civaka Êzdî ne li ser axa welatê xwe û ne jî li dîasporayê, li tevaya deverên ku lê dijîn xwedî mafin. Ji ber ku li welatê me hîna jî atî û aramî tuneye.

Gelê me yê hêja;

Sala 2008’an ji bo gelê kurd sala diyarbûna çarenûsê ye. Ev sal sala diyarbûna nexeya man û nemanê ye. Em jî weke beekî gelê kurd, divê bi hiyarî tevbigerin. Ji vê bonê em dibêjin; îroj ji her demê bêhtir pêdiviya me ji sazîbûn, rêxistinbûn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên erxwaz em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî xwe biparêzin û di rêza mirovayiya pêketî de cih bigirin. Em hêvîdarin ku ev cejn ji bo gelê me bibe wesîleya atî, azadî û aramiyê.

Cejna Çarema Sor li tevayiya Êzdiyan û mirovayiya atîxwaz pîroz be!
Bijî yekîtiya gelê kurd!

Meclîsa Federasyona Komelên Êzdiyan  
14.04.2008









Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1034