Komela (Hv) Li bajr Dortmund avabu
Drok: 13 2008
Mijar: Ne



Mahir Berwarî

Pitî demek dirêj komele û civatên Kurdistanî ya li bajarê Dortmund, lawaz û ji karkeftin, her tinê bi nav hebun, bê çalakî û bizav di cih da mabun, komeka xwîn gerim bi erk zanî ko vî barê fer û giran hilgirin û xwedî li Kurdistanî ya derkevin, rewa civakî û kulturî ya Kurdistanî li bajêrê Dortmund û derdora pêve biben.
Komela Hîvî, hîvî û bawerî da Kurdistanîyên Dortmund û derdora, li êvarî ya roja 12.04.2008, Komele bi rengekê fermî vekirin, Kurdistanî vexandin û li xwe komkirin.


Pitî veceman û kombuna vexandî ya, peyva bixêrhatinê hate xandin ji layê birêveberî ya komelêve, bixêrhatin li vexandî ya, niwênerên partî yên Kurdistanê, mêhvan û Kurdistanî yên bajêrê Dortmund û derdora kirin, dilxweî û sopasî yên xwe pêkêkirin bi amadebuna wan…

Li dûvda berpirsê komelê, bi kurtî qala çawanî, destpêk û hizra avakirna komelê û rewa komelên Kurdistanî li bajêrê dortmund û ew alozîyên di kevne di rêka van komela da kirin, bi vekirî û bi bawerî da xoyakirin ko ev komele mala her Kurdistanîyekî ye, we ji ber pêtvî buna Kurdistanî ya bi komelên kulturî, me bi fer dît vê komelê ava keyn û bêxîne dixizmeta civat û doza Kurdistanê da, daxaz ji Kurdistanîya, rewenbîr, nivêsevan, hunermend û zenginên Kurdistanî kir ku li dor vê komelê kombibin, bi komela xwe bizanin, alikarî û pitevanî yê lê biken, soz dane cemawerî ko hemî iyan û keda xwe bêxne di xizmeta vejandina komelê da û çiya jê bihê texsîrîyê neken we daxaza lêborînê li kêmasîyên heyin kir.

Partîyên vexandî ji baur û rojavayê Kurdistanê peyvên pirozbahî kirnê li komelê xandin û ev kare bi karekê netewî û pîroz dazanîn, destxwî lêkirin, amadeyîya xwe bu her harikariyekê diyarkirin û serkeftin jêra xastin…

Di pika dawî da, komên muzîkê, muzik jen, dengbêj, bilorvan ji herçarparçên Kurdistanê bi mûzîka resena Kurdî, bi dengên zelal û xwe vekirna komelê bi rews êxistin û kenî û girnijîn xistine ser lêvên civatê, hîvî di komelâ Hêvî da zêdekirin.

Komela Hêvî hazirîyeka ba, xarin û vexarneka mie û berfireh, pêwazî û xizmeteka berçav pêkêî vexandî û civatê kirin, ev vekirna komelê hîvî peydakir, têkelî û dostanî zêdekir û bi serkeftî  û bi xweî bi domahî hat…   
















Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1032