kelkela hestn cemid
Drok: 11 2008
Mijar: Helbest



Xizan îlan

ez
li derûniya jiyana kambax
laê ber devê
diladiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya evistanên bizdonek
hesretkêê li nav koçberiyê me


giyanê min
li taristana evê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li efaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di darbesta jiyana zindî de
fetisandin
di xewn û xeyala pêerojê de
movikên pita bedenê min
ikadin
her ev
feriteya xewnên tarûmar
li ber pencereya koka dilê min
destmala silava mirinê
dihejîne
ez di bin çirpandina baskên
mirina bêwext de
piyala ahiya bi yarê re
dadigrim û vedixwim
bi saya neynokên giyanê xwe
di koka ê û xeman de
ken û adiyê
dikolim
ji nav striyên hikebeyaran
kulîlkên bihara qurmiçî
berhev dikim
di bin lêdana kamçiya zaliman de
porê serê îxanetê
dirûçikînim
kirasê azadî û serkeftinê
li bejna hêviyên cemidî
dixemilînim
êa kul û birîna bîranînan
bi neqia keskesora aso
radipêçim
di xwîna rehên laê xwe de
konê vejîna çirûskên azadiyê
vedigirim
min
tovê bêçaretiya deman
di hembêza çerxa felekê de
çand
tofana serdemên genî
li qolinca derwêê sebirê
sîwar kir
hêlîna hestên penaber
li bandeva dîroka efsaneyan
ava kir
û bi kilîta henasa helbesta xwe
deriyê zîndanên rûtir
vekir


2007-12-02
Stockholm








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1027