Evndarim
Drok: 11 2008
Mijar: Helbest



Ronî ELÎ

Birûsk vedin..
Tav re bibin ..
Xurmîn û gurmîn bi hêz bibin..
Li newalan Av rêz bibin
Cerg û hinav werin sotin
Dev negerê bi yek gotin
                       Lê di dil de evîndarim


Rû re bibin
Ser xwe bibin
Gulên evînê bebibin
Tazî bibin nexwebibin
Ku dil badin bi hovberî
Pêre têkevin berberî
Evîn bibe guneh û erim
Pêwendî nemînê herdem
                        Lê di dilde evîndarim
Dil dîl bikin bi huner
Êrî bikin cot û fer
Da min ji dil bikin der
Bimrim bi hêrs û keser
Bes lê nemînê veger
                       Lê di dilde evîndarim
    Dûr min biçê çav nebînin
Li ser dêman qet nexwînin
Navbera me ka û bend bin
Kospek, istirî, kelem bin
Salox neçin bersiv nebin
Jîn bîranîn û wênebin
                       Lê di dilde evîndarim
                       Ji dil naçê ji dil narim








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1026