Srwan Hec Berko: Sedema serketina r kmasiyek di programa malper de b
Drok: 08 2008
Mijar: Hevpeyvn




Welatê me

 Di roja 7/4/2008 seet 16.26 an li gor dema Uropa, girûpek ji hackerên tirkan derbasî beek ji rûpela kontrola malpera amude.com bûn, û karîn berê serdançiyên malperê bidin malpereka propagandayê ji tirkan re, lê rêveberiya malpera amude karî pitî demek kin carek din berê serdançiya ji wê malpera tirkan vegerînin malpera amude, lê ta niha malperê dest bi weana xwe ya normal ne kiriye.
Jibo bihtir zanyarî li ser vî karê têkder yê hackerên tirk, me ev hevpeyvîna taybet li gel birêz Sîrwan Hecî Berko berpirsê malpera amude kir:


 

Wekû hatibû naskirin, malpera amude yek ji palperên parastî bû dijî karên hackirinê. gelo Li gor agahiyên we bi destxistin, vê girûpa êrîker, çawa karîn derbasî kontrola malperê bibin ?

Ji dema pêkanina sîstema nû ya malpera Amude di Adara 2004ê de u ta niha gelek êrî li dijî Malpera Amude hatin kirin, lê bi ser neketin.
Ev yekemin car e ku êrîa li dijî malperê bi ser dikeve. Sedema serketina êrîê kêmasiyek di programa malperê de bû, kû êrîkeran ew pitî 16 seetan ji êrîên berdewam dîtin u ji bo êria xwe bi kar anîi. êrîker karî derbasî rûpela kontrolê ya malperê bibin, lê nekarî ziyaneke mezin pêk bînin, ji ber ew tenê derbasî beekî biçûk ji rûpela kontrolê bûn. êrîkeran program u virusên ku ji bo êrîên bi vî rengî hatine amadekirin, bi kar anîne. ji bo agahiyên berfireh, fermo li Daxuyaniya me binerin: (www.amude.com)

Gelo we karî nasbikin bê ev girûpa hackerên tirk ji kîjan deverê derbasî malpera amude  bûn e ? 

Devera kû êrî jê hatiye pêkanîn, ne diyar e. Tenê polîs dikarin vê deverê ekere bikin. Lê ji ber kû êrîên li dijî malperan pir in û malpereke kurdî ji polîsan re ne zêde giring e, ew serê xwe naêînin.

Ta çi radeyê vê êrîê ziyan gihandiye malperê ?

Ti ziyan negihaye Malpera Amude. Hemû fayl li ciyê xwe ne u erîv ji nehatin têkbirin. Sedema we yeke ew e ku programa Malpera Amude taybeti ye u li ti deverên din peyda nabe. Loma êrîker ne bi dijwarî dikarin nas bikin bê di kîjan rêyan re êrîî malperê bikin, da ku malperê bi temamî têk bibin. Lê programên herî xurt jî, ji êrîan ne ewle ne.

Çi îretên we hene ji bo rêveberê malperên kurdî , jibo kû xwe bi parêzin dijî êrîên van girûpê hackirinê ?

Divê birêvbirên malperên kurdî tim hiyar bin. Kesên kû programên bela bi kar tînin, divê programên xwe tim nû bikin u kêmasiyan rakin.
A çêtir ew e ku mirov van programan bi kar neyne u programên taybetî bikire an çêke. Lê ev program jî buha ne u derfetên malperên kurdi jî mixabin sinorkirî ne. Mirov tenê dikare ewlekariya malperan xurtir bike u programan tim nû bike u faylên nû peyda bike. Lê teknîk tim nû dibe u derfetên êrîan jî mezintir dibin. êrî wê tim berdewam bin. Mirov tenê dikare xwe ba biparêze. Titekî din ku mirov bike, tune ye. Mixabin!






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1021